Abdilhenan Memo ku sala 1964’an li warê bi bereket Efrînê ji dayik bû, li gundê Qurta yê navçeya Bilbilê mezin bû. Jiyana Abdilhenan ku bavê heft zarokan e, di salên 1990’î de gihîşt Tevgera Azadiyê ya Kurd. Li navçeya Bilbilê weke milîsekî wezîfe kir û armancên PKK’ê nas kir. Di vê demê de dil da doza mafdar a gelê Kurd. Di temenê ciwantiyê de bi hestên welatparêziyê kete nava liv û tevgerê û heta jê hat, bi her awayî tevkarî li têkoşînê kir.
Piştî bi salan, di sala 2010’an de kurê wî Mistafa Memo (Ciwan Efrîn) beşdarî nava refên PKK’ê bû. Piştî ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê kirin, li gel hevrêyên xwe yên HPG’yî Mistefa Memo berê xwe da Kobanê û sala 2014’an di berxwedana destanî ya Kobanê de şehîd bû. Siwar Moso (Ciwan Efrîn) piştî şehadeta kekê xwe di sala 2015’an de beşdarî nava refên YPG’ê bû. Ji bo xwedîderketina li bîranîna kekê xwe û çeka wî li erdê nehêle navê wî li xwe kir. Siwar Memo sala 2019’an di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî tevlî karwanê şehîdan bû.
Abdilhenan Memo ku du ewladên xwe spart axê, 35 sal in weke welatparêzekî Tevgera Azadiyê ya Kurd rêwîtiya xwe dewam dike. Abdilhenan Memo ji ANF’ê re qala vê rêwîtiya bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurd re kir ku sala 1996’an Rêber Apo dît.
Abdilhenan Memo got, “Di salên 1990’î de li Rojavayê Kurdistanê min kadroyên PKK’ê nas kir. Tenê rojeveke wan hebû, ew jî doza gelê Kurd bû. Timî qala şoreşê dikirin, li dijî zilma li ser gelê Kurd bal dikişandin ser ruhê şoreşger ê ku ti carî serî natewîne. Bi taybetî dema ku qala Rêbertî dikirin, em bi kelecan dibûn. Wê demê me hîn nû PKK nas kiribûn. Dilsoziya me ya bi xaka xwe û hewldana parastina nasnameya xwe em gihandibû PKK’ê. Wan hewl didan heqîqetê ronî bikin, hişmendiya welatparêziyê bixin ser rêyeke rast. Her gavê qala girîngiya welatparêzî û dilsoziya bi xakê re dikirin. Ji bo gel û welatê xwe bi durustî dixebitîn. Hem dilsoziya me ya xurt a ji welatê xwe re hem jî fêhmkirina têkoşîna kadroyên PKK’ê kir ku her roj hîn bêhtir em nêzî wan bibin. Jiyana wan a ku li ser pîvanên heqîqet û durustiyê hatibû avakirin, dilsoziya wan a bi dozê re hîn xurt dikir. Ji ber vê yekê jî me deriyên xwe li kadroyên Rêbertî vekirin; mala me bû mala wan. Dayik, bav û xwişk û birayên min, tevahiya malbata me xizmet ji têkoşîna azadiyê ya Kurd re kirin.
‘BI KELECANA ŞOREŞÊ HETA JI ME DIHAT EM DIXEBITÎN’
Piştre tevlî nava karên milîsan bûm. Wezîfeya me ya esasî birêxistinkirina gel bû. Wê demê komkirina gel weke şoreşekê bû. Her gava ku em li hev kom dibûn gelekî kêfxweş dibûn. Her civîn, her nîqaş dibû wesîle ku hişmendiya welatparêziyê belav bibe. Xelkê Efrînê gelekî birêxistinbûyî bû; dilsozê xak û welatê xwe bû. Girseya me her roj hîn mezin dibû. Mirovên zewicî jî çi ji destê wan dihat dikirin, têkoşîna azadiyê datanînin pêşiya berjewendiyên malbatî. Ji ber ku zanîbûn, heta azad nebin wê wateya hebûna malbatê jî nebe. Her kes bi vê têgihiştinê bi berpirsyarî radibûn. Li gel zexta giran a rejîma Baasê jî ne xema kesî bû. Rastiya civakeke welê hebû ku êşkence, girtin û kuştin jî dabû ber çavên xwe. Berê me li xurtkirina rêxistinkirinê û serketinê bû.”
‘DÎTINA RÊBER APO HESRETEKE MEZIN BÛ’
Abdilhenan Memo anî ziman ku sala 1996’an Rêber Apo dît û got, “Me kasetên Rêber Apo bi gel didan guhdarîkirin, broşur belav dikir û di civînan de hewl didan fikrên wî belav bikin. Lê belê dîtina Rêber Apo ji bo me hesreteke mezin bû, me her roj dixwestin wî bibînin. Sala 1996’an hevalan diyar kirin ku wê li Helebê civîneke mezin pêk bînin. Ez jî vexwendin vê civînê, lê belê min nizanîbû bê civîn li ser çi ye, em ê bi ku ve biçin an jî kî wê civînê pêk bîne. Ber bi serê sibehê ve em ber bi Helebê bi rê ketin; ber bi êvarê em gihîştin cihê civînê. Li Helebê em çûbûn mezrayeke mezin. Em bi cih bûn û sekinînin. Kesî texmîn nedikir ku wê Rêbertî bê, piştî 20 deqeyan Rêbertî ket hundir.
FEDAKARÎ HATE BÎRA WÎ
Dîtina Rêbertî hesteke gelekî cuda bû. Me fikrên wî belav dikir jî ew bi xwe nedîtibû. Ji ber vê yekê me timî xwe kêm didît. dema ku me Rêbertî dît me kelecan û moraleke mezin jê wergirt. Weke ku mûcîzeyek pêk hat. Rêbertî di oxira dozekê de xwe feda kiribû; wê kêliyê ez fikirînim ku divê em jî hîn bêhtir fedakar bin. Li pêşberî mirovekî ku bi şev û roj ji bo gelekî dixebite me xwe kêm didît.
‘RÊBER APO QALA DÎROKA KURD KIR’
Wê demê li Sûriyeyê propagandaya wê yekê dihate kirin ku dihate gotin, ‘Kurd gelê xwecihî yê Sûriyeyê nîne, ji derve hatiye’ û hewl didan gelan berdin hev. Lewma jî rojeva bingehîn a Rêbertî ya di civînê de ew bû ku destnîşan dikir, gelê Kurd gelekî qedîm e. Hewl dida milîsên xwe zane bike û nêrîneke dîrokî bide wan. Dixwest ku di nava civakê de em xwedî agahî bin. Dixwest, gel xwe bigihîne heqîqetê. Di vê çarçoveyê de me nîqaş kir.
‘EM HÎN JÎ XURT BÛN’
Piştî vê civînê em hîn bi xurtî tevlî nava civakê bûn. Me karê hin afirîner dikirin. Hema bibêje derî nema ku me lê neda û me serdana wan kir. Dema ku min Rêbertî nedîtibû hingî tempo û rêbaza min a kar cuda bû, piştî ku min ew dît gelekî cuda bû. Ji ber ku min ji nêz ve uslûb, tempo û rêbaza kar a Rêbertî dît. Vê yekê bandor li ser kesayetiya me jî kir.”
‘XWESTIN GELEKÎ Û FIKREKÎ JI HOLÊ RAKIN’
Abdilhenan Memo derxistina Rêber Apo ji Sûriyeyê bi bîr xist û anî ziman ku komploya navneteweyî ya ku 9’ê Cotmeha 1998’an destpê kir, di encama têkoşîna Rêber Apo û gelan de hate têkbirin. Abdilhenan Memo got, “Derxistina Rêber Apo ji Sûriyeyê ji bo gelê Efrînê û tevahiya gelê Kurd êşeke gelekî giran bû. dijminatiya li Rêbertî û tevgerê bûbû sedem ku komployeke navneteweyî bê kirin. Armanca wan tinekirina gelekî û fikrekî bû. Lê belê dema ku komplo pêk hat dilsoziya me ya bi Rêbertî û tevgerê re hîn xurt bû. Komplo çiqasî mezin jî be hêviya me ji wê hîn mezintir bû. Lewma li pêşberî Rêbertî û tevgerê em ti carî bêhêvî nebûn. Berevajî vê yekê baweriya me ya bi têkoşîna azadiyê ya Kurd re zêde bû, karê me yê rêxistinî xurt bû.
‘BAWERIYA ME YA BI ŞOREŞÊ RE TAM BÛ’
Rêbertî dîl hatibû girtin, lê belê baweriya me ya bi şoreşê re tam bû. Bi tevlîbûna me ya çalak re, bi xurtkirina rêxistiniya xwe re me komplo şikand. Me qad neterikand, dilsoziya xwe ya bi rêxistina xwe re zêde kir. Bi vî rengî me komplo têk bir. Bi dîlgirtina Rêbertî re em bêdeng nebûn, li mala xwe asê nebûn. Tiştên em ji Rêbertî hîn bûn di ruh û hişmendiya me de man û weke mîrateyekê ji nifşên nû re hate ragihandin. Hêzên navneteweyî negihîştin armanca xwe, we negihîjin. Ji ber ku gelê Kurd zane bû, xwedî li Rêberê xwe derket û ew weke pêşeng û rêberê xwe diyar kir.”