Sektora çandiniyê ya li Tirkiyeyê bi maliyetên hilberînê yên salên dawî zêde bûne, rîskên ji ber avhewayê û rewşa nediyar a hilberînê balê dikişîne. Li gorî daneyên Saziya Statîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) hilberîna sala 2024’an li gorî salek berê di zad û berhemên din ên zeviyan de ji sedî 5 kêm bûye û daketiye asta 75,5 tonî. Li hemberî vê yekê hilberîna zebze ji sedî 5,6 zêde bû û gihîşt 33,6 milyon tonî. Hilberîna fêkî, nebatên vexwarin û baharatê jî ji sedî 2,1 zêde bû û gihîşt 28 milyon tonî.
Hilberîner bandora neyînî ya zêdebûna maliyeta ji mazot, zibil, êm, tov û dermanên çandiniyê ya li ser hilberînê timî tînin ziman. Bi taybetî zemên li Kurdistanê û zêdebûna maliyetê dike ku gelek cotkarên li Kurdistanê ji neçarî zeviyên xwe bifiroşin û deynên xwe bidin.
Serokê Rûmetê yê Çîftçî-Senê Abdullah Aysû qala zor û zehmetiyên cotkaran kir û anî ziman ku çandiniya li Tirkiyeyê ji ber polîtîkaya bazara serbest lawaz bûye, çareserî jî kooperatîfbûyîna li ser esasê hilberîner û demokratîk e.
Aysû ragihand ku çandiniya Tirkiyeyê salên dûr û dirêj e bi pirsgirêkên binyadî re rû bi rû ye û diyar kir ku polîtîkayên têne meşandin hilberîneran di nava zor û zehmetiyê de hiştiye.
Aysû got, “Rewşa çandiniya li Tirkiyeyê ji sala 1980’î û vir ve timî ber bi rewşeke nebaş ve diçe. Sedema bingehîn a vê yekê ew e ku çandinî ji bazara serbest re tê hiştin. Dewletê saziyên piştevaniyê taybetî kir. Piştî ku ev sazî ji holê rabûn cotkar bi şîrketan re rû bi rû man.”
Aysû destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêkên li qada çandiniyê hilberîna rêxistinbûyî ye û got, “Weke ku rêya çareseriyê ya her pirsgirêkê heye, rêyeke çareseriyê ya vê jî heye. Divê civak bi rengê aborî, civakî û serbixwe xwe bi rêxistin bike. Ji bo vê jî kooperatîf modela herî guncaw e. Kooperatîf ne tenê ji aliyê hilberînê her wiha di mijara bazarîkirinê de jî divê çalak be. Divê cotkar berhemên xwe weke madeya xav nefiroşin. Divê berhem bê bikaranîn û nirxê wê bê zêdekirin. Ev jî bi rêya kooperatîfan divê pêşkêşî bazarê bê kirin. Bi vî rengî wê navbeynkar ji holê rabin û para wan jî ji hilberîneran re bimîne. Bi saya vê yekê maliyet dikare bê kêmkirin û çandinî li Tirkiyeyê jinûve xurt bibe.”

