Çarşem, 1 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 1’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baregeha artêşa Tirk a li Bamernê bi dronan hat hedefgirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 846 kes binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Ji bo qonaxa duyemîn divê teqwîmek bê diyarkirin û eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Girtîgeha Dûmlûyê tecrîda girankirî heye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Çareseriya entegrasyona demokratîk nêzîkatiya li ser bingeha civakê ji xwe re dike esas

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li pey şopa Xelîl Dag: Li çiya sînema û huner

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevalê Celal weke çemekî bû ku bi bêdengî diherikî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rojbûna Rêbertî jinûve afirandina hêviya azadiyê ya jinan e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Projeya Neteweyî banga konferansê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo azadiya Rêber Apo li Qerejdaxê dar hatin çandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA: 4’ê Nîsanê em ê li Rihayê, 19’ê Nîsanê em ê li Gemlîkê bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Koye mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin wê di 4’ê Nîsanê de li ser aştiyê biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Tirkiyeyî hîn jî zexta li jinên Kurd tê kirin nabînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûniştina dozê ya Ayşe Gokkan carek din taloq bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Aldar Xelîl: Banga Rêber Apo di dîroka herêmê de rûpelekî nû ye
Rojava

Aldar Xelîl: Banga Rêber Apo di dîroka herêmê de rûpelekî nû ye

Endamê Desteya Rêveber a Hevserokatiya PYD'ê Aldar Xelîl diyar kir ku bi banga Rêber Apo re di dîroka herêmê de rûpeleke nû vebû û ji bo paşeroja Sûriyeyê wê encamên girîng bi xwe re bîne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Adar 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Endamê Desteya Rêveber a Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl banga Rêber Apo û bûyerên li Sûriyeyê ji ANF’ê re nirxand.

Aldar Xelîl anî ziman ku 27’ê Sibatê roja ragihandina banga Rêber Apo rojeke dîrokî bû, mohra xwe li dîroka cîhanê xist û got, “Bi vê bangê re ne tenê di dîroka Kurdistanê de di dîroka tevahiya herêmê de rûpeleke nû destpê kir. Ji ber ku di rêbaz, paradîgma û felsefeya têkoşînê de guhertin çêbû. Ji bo pêkhatina mafên gelê Kurd û mafên demokratîk bangeke dîrokî bû.

Di her sedsalî de û di her qonaxê de model, fikir û felsefe di jiyana mirovahiyê de hene ku xwe didin pêş. Di sedsala derbasbûyî de felsefeya Marksîst dihate pejirandin. Di sedsala 21’ê de jî 27’ê Sibata 2025’an bû wesîleya afirandina rûpeleke nû ku xwe dispêre fikrê civaka demokratîk a dîroka azadiyê ya Kurdistanê.

Ya rast Rêber Apo 20 sal in ji bo civaka demokratîk û neteweya demokratîk nivîsî û têkoşiya. Tevgera Azadiyê jî li ser vê bingehê gelekî têkoşiya. Lê belê îro guhertineke bingehînî hate ragihandin. Ne tenê rêbaza têkoşîna heyî hate guhertin, bi giştî tê wateya guhertina bingeha têkoşînê.”

Aldar Xelîl anî ziman ku bang dîrokî ye, lewma bandora wê ne tenê li ser herêm, rêxistin û gelekî be û got, “Asoyekî siyasî ye, asoyekî têkoşînê ye. Asoyekî felsefîk û îdeolojîk e ku wê bandorê li tevahiya herêmê û cîhanê bike. Rêber Apo di dîrokê de rûpelekî nû vekir. Bêguman hêzên hegemonîk û mêtinger wê bixwazin vê yekê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin. Lê belê hêzên dilxwazên azadiyê jî wê bixwazin vê derfetê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin û armancên xwe bi ser bixînin. Yanî heta niha rêbazeke têkoşînê hebû, ji niha û pê ve wê bi rêbazeke nû têkoşîn dewam bike. Têkoşîn nasekine, lê belê li pêşiya vê yekê wê zehmetî û astengî jî hebin.

Mînak, Tevgera Azadiyê ya Kurd berê dixwest xwe bi rengê çekdarî biparêze û siyaseta îmhayê rawestîne. Niha jî dixwaze bi rêxistiniya civakî û têkoşîna demokratîk hebûna xwe biparêze. Lewma berpirsyariya xwe hîn zêde bûye. Di wê baweriyê de me ku Tevgera Azadiyê ya Kurd ji vê re amade ye. Fikir û felsefeya Rêber Apo tiştekî nû nîne; berhema danhevkiyeke zêdeyî 30 salî ye û ji bo vê têdikoşe. Rêber Apo beriya ku dîl bê girtin di fikir û felsefeya xwe de dest bi guhertinê kiribû û li Îmraliyê ev yek hîn kûr kir. Tevgera Azadiyê ya Kurd jî li ser vê bingehê dewam kir. Bi taybetî piştî sala 2004’an, tevgerê timî xwest di nava xwe de guhertin û veguhertinê bike.

Piştî banga Rêber Apo zêde zehmetî nehate kişandin, ji ber ku bingeheke vê ji xwe hebû. Li gorî texmîna min, Tevgera Azadiyê ya Kurd bi tecrûbeya xwe ya rêxistinî û danheviya xwe xwedî wê kapasîteyê ye ku weke hêzeke civakî têkoşîna xwe dewam bike. Mînak li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 14 sal in em di nava pêvajoyeke guherîn û veguherînê de ne. Beriya 10 salan Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate ragihandin û di nava vê demê de tecrûbeyeke gelekî mezin hate afirandin. Li ser rê û rêbazên birêxistinkirina civakê tecrûbe hatin bidestxistin. Li gel kêmasiyan hemûyan jî bingehek hate danîn.

Dema ku mirov bala xwe didin ser karên li qada çandî, zanistî û çapemeniyê yên li Bakurê Kurdistanê, dibînin ku ev yek bingeheke. Li ser bingeha wê bangê ev yek wê dewam bike. Têkoşîna demokratîk a li Bakurê Kurdistanê tecrûbeyeke gelekî girîng bi dest xistiye. Bi dîtina min Bakurê Kurdistanê wê ji bangê re bibe bersiv. Her wiha ji niha û pê ve wê karibe hîn bi hêsanî têbikoşe. PKK jî bi heman rengî ye; xwedî dîroka berxwedanê ye. PKK xwedî çandeke berxwedanê û dîrokekê ye. Bi vê bangê re pêşî li têkoşîna demokratîk vebûye. Bi kîjan navî û rêbazê wê bibe bi wê nizanim, lê belê derfetê vê yekê afirîne.”

Têkildarî banga Rêber Apo ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê jî Aldar Xelîl nirxandineke bi vî rengî kir:

“Bêguman ji aliyê siyasî ve bandora xwe dibe. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek partî bi hev re dixebitin. Projeya ku em bi salan e li ser dixebitin xwe dispêre felsefeya neteweya demokratîk, azadiya jinê û ekolojiyê. Ev hemû bingeha civaka demokratîk e. Li aliyê din kar dikare hîn bi hêsanî bê meşandin. Ji ber ku me heta niha dixwest hilbijartinê bikin û avabûnê bi lez bikin, lê belê her tim astengî dihatin danîn. Ev astengî jî êrîşên dewleta Tirk bû. Dewleta Tirk a dagirker timî êrîşî me dike, her wiha dema ku me têkilî bi dewleteke din re danî dewleta Tirk dest li vê yekê werdide û dixwaze pêşî lê bigire. Hewl dide têkoşîna me asteng bike.

Bi vê bangê re wê pêşî li hinceta dewleta Tirk a astengkirina têkoşîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê girtin. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Nêzî sê meh in êrîşî Tişrîn û Qereqozaxê dike. Bi vê bangê re pêşî li vê yekê dikare bê girtin. Em dixwazin bi Şamê re diyalogê dînin û têkiliyan çêbikin, lê belê dewleta Tirk dest lê werdide û hewl dide diyaloga demokratîk a gelên Sûriyeyê asteng bike. Piştî vê bangê hinceta dewleta Tirk a destwerdanê bi dawî dibe. Têkiliyên me bi hêzên derve re hene û dibêjin ku dixwazin alîkariyê bi me re bikin. Diçin û tên lê belê dewleta Tirk vê qebûl nake û dest lê werdide. Eger zordariya dewleta Tirk ji holê bê rakirin wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê siyasî û civakî  ve bi hêsanî kar bê meşandin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Di mijara azadiya Rêber Apo de divê em bi biryartir bin’
Nûçeya Pişt re ROJEVA 4’Ê ADARA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Karasû: Rêber Apo hîn jî nikare bi rengekî çalak tevlî pêvajoyê bibe, gaveke xweşbîn nehatiye avêtin

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû anî ziman ku tecrîdkirina Rêber Apo bandorê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Parêzer Gîzem Mîran: Sala 2025’an ruhê pêvajoyê bandor li dadgeriyê nekir

Parêzer Gîzem Mîran pratîka dadgeriyê ya 2025'an nirxand û bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan…

Ji aliyê Stêrk TV

Serokwezîrê Filistînê: Birçîbûna li Xezeyê sûcê li dijî mirovahiyê ye

Serokwezîrê Filistînê Mihemed Mustafa birçîbûna li Xezeyê ya ji ber dorpêça Îsraîlê çêbûye wekî "sûcekî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Balafira leşkerî ya Rûs ket: 29 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li pey şopa Xelîl Dag: Li çiya sînema û huner

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hevalê Celal weke çemekî bû ku bi bêdengî diherikî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Rojbûna Rêbertî jinûve afirandina hêviya azadiyê ya jinan e’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?