Duşem, 6 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di 5 mehan de 303 zarokan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji AYM’ê biryara ‘Haci Lokman Bîrlîk’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê kolberê bi navê Salah Hoşnamak qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerîfe Mihemedî sewqî Girtîgeha Lakan hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wesayîta karkerên çandiniyê qeza kir: 10 birîndar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Celal Firat: Meşandina pêvajoyê li ser gotina ‘terorê’ wê encamên baş bi xwe re nîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPJ: Em ê li ser xeta şehîdan têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Herkiyan rêya sereke ya navçeya Xebat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 girtiyên siyasî yên ji Bokanê rûbirûyê darvekirinê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Midûra Karên Nivîsê ya Azadiya Welat hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê li Sineyê Tara Hewramî bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya Mexmûrê: Rêber Apo xeta me ya sor e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rabûnek li dijî qedexeyan: Al-Arûs

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li ser jinan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî li Wanê bi jinên astengdar re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora meha Hezîranê ya MKG’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Laura Corradi: Jineolojî li dijî pergala agahiyê ya serwer alternatîfeke xurt pêşkêş dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Aqûbeta Aksoy û Cîngoz hate pirsîn
Rojane

Aqûbeta Aksoy û Cîngoz hate pirsîn

Dayikên/Mirovên Aştiyê aqûbeta Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz ên ku beriya 29 salan ji aliyê dewleta Tirk ve hatin windakirin, pirsîn û diyar kirin ku ew ê ji bo windayan têkoşînê bidomînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Dayik/Mirovên Şemiyê çalakiya xwe ya 1006’emîn a her hefteyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin bipirsin û ji bo faîlan wan werin cezakirin, li Qada Galatasarayê hatin ba hev. Dayik bi wêneyên windakiriyên xwe û karanfîlan hatin li cihê çalakiyê. Endamê Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mûsa Pîroglû û gelek parastvanên mafên mirovan tevlî çalakiya vê hefteyê bûn.

Di çalakiyê de aqûbetên Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz ên di sala 1995’wan de li Amedê hatine binçavkirin û agahî ji wan nehatiye girtin hate pirsîn.

Ji Dayikên Şemiyê Sebla Arcan anî ziman ku polîtîkayên bêcezahiştinê bûye rewşekî domdor. Arcan da zanîn ku ew ê ji bo edaletê têbikoşin û diyar kir ku divê di binçavkirinê de windakirin wek “sûcê derveyî mirovahiyê” were hesibandin. 

Arcan anî ziman ku Edîp û Orhan di 7’ê Hezîrana 1995’an de li Amedê li Baxçeyê Çayê yê Yeşîlçinar rûniştibûn, 3 kesên bi cil û bergên sîvîl ên bi çek ku bi wesayiteke Torosa Spî  hatin cem wan û bang li wan kirin û ji wan re gotin “îfadeya we heye, em ê biçin qereqolê.” Sebla got, “Gelek şahidên ku dîtine li Torosa Spî hatine siwarkirin hene. Li gel vê jî hemû serlêdan hatin redkirin. Hemû serlêdanên malbatan û Komeleya Mafên Mirovan a li saziyên pêwendîdar heta îro bê encam man. Dîsa ji Edip Aksoy û Orhan Cingoz xeber nehat. 10 sal piştî bûyerê, di sala 2005’an de îtîrafên endamê JÎTEM’ê Abdulkadîr Aygan di çapemeniyê de cih girtin. Abdulkadîr Aygan di yek ji îtîrafên xwe de got ku JÎTEM’ê Edîp Aksoy û Orhan Çîngoz piştî lêpirsînê înfaz kirine û cenazeyên wan li ser rêya Silopiyayê li ber ava çem defin kirine.”

Arcan diyar kir ku ÎHD’ê piştre li cihê sûc lêkolîn kir û di sala 2005’an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê da û got, “Dozgeriyê diyar kir ku cenazeyên 2 kesên di 28’ê Hezîrana 1995’an de hatibûn definkirin, li cihê ku Abdulkadîr Aygan behs kirî, hatiye dîtin. Bi rêya şaredariyê sewqî Goristana Weqfan hatin kirin. Hat diyarkirin ku hatine definkirin. Malbatan her wiha diyar kirin ku wêneyên cenazeyan ên di dosyaya lêpirsînê de hene dibe ku aîdê Edip Aksoy û Orhan Çîngoz bin. Di gora ku bi biryara dozgeriyê hat vekirin de hestiyên 4 kesan hatin dîtin. Mînakên hestiyên hatin girtin ji bo tespîtkirina nasnameyan şandin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Lê Saziya Tipa Edlî ragihand ku di encama testa DNA’yê de derketiye holê hestî ne aîdê malbatên Aksoy û Cingoz bin.Di 29’emîn salvegera windakirina wan a di bin çavn de em bang li rayedaran dikin ku di dosyaya Edîp Aksoy û Orhan Çîngoz de ji nû ve lêpirsîn bê kirin û doz ji nû ve bê destpêkirin. Bila rayedar erka xwe bi cih bînin.”

Piştre nameya keça Edîp Aksoy Bêrîtan Aksoyê hat xwendin. Mirova Şemiyê Zeynep Yıldız name xwend. Name wiha ye: “Ez Bêrîtan Aksoy im. Ez êş, hêvî û îradeya her yek ji we di vê rêya dûr û dirêj de ku me bi hev re dest pê kir, ji kûr ve hîs dikim. Di têkoşîna min a ku di 7’ê Hezîrana 1995’an de bi wefata bavê min Edîp Aksoy dest pê kir, li kêleka we bûyîna min hêz dide min. Lêgerîna min a hînbûna aqûbeta bavê min û edaletê bi salan e didome. Ev lêgerîn ne tenê lêgerîna windakirina kesa ye, di heman demê de têkoşînek ji bo avakirina maf û edaletê ye. Dizanim ku ez di vê têkoşînê de ne bi tenê me û di nava hevgirtinê de her tim hêz daye min. Çîrok, êş û têkoşîna her yekî ji we bû çîrok, êş û têkoşîna min. Weke Dayikên Şemiyê em bi salan li Qada Galatasarayê li ber Bîrdariya Jiyanê ya Koşuyolu li hev kom bûn û qîriyan û daxwaza edaletê kirin. Li dijî yeên ku dengê me nebihîstin em hemû bi hev re rawestiyan.

Roja ku bavê min wenda bû, wê rojê min ne tenê bavê xwe, di heman demê de zarokatiya xwe, hesta xwe ya ewlehiyê jî winda kir. Dema ku min hewl da ku ez bi zor û zehmetî û êşên bêbavbûnê re mezin bûm, ez j hîn bûm ku divê bi hêz û bi biryar bim. Bîranîna bavê min ji bo min her tim bûye çavkaniya îlhamê.  Mirovên Şemiyê yên hêja, ez pir baş êşa we hîs dikim. Her çiqas ji aliyê fizîkî ve nekaribim bi we re bim jî ji bo bîranîna windahiyên me zindî bihêlim û lêgerîna xwe ya edaletê bidomînim, ez ê her dem bi nameyan li vê qadê bim û li ku derê bim jî ez ê li ber bîranînên bav, dayikên xwe  rêzdar bim. Bila em ti carî baweriya xwe winda nekin ku rojekê em ê aqûbeta windayên xwe hîn bibin û edalet dê pêk were.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Em li dijî dagirkerî û xiyanetê têbikoşin’
Nûçeya Pişt re Ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine revandin û qetilkirin, lêgerîna edaletê didome
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kongreya NADA’yê: Jin ji bo aştî û demokrasiyê li qadan ne

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di rûniştina Kongreya NADA'yê ya bi sernavê "Têkoşîna Serdema Nû…

Ji aliyê Stêrk TV

Li dijî Buroya Rojnameya Evrenselê ya li Îzmîrê êrîşa çekdarî pêk hat

Buroya Rojnameya Evrenselê ya li Îzmîrê duh şev di saet 01.30’an de li rastî êrîşa…

Ji aliyê Stêrk TV

Şehîd Zîlan li Kantona Firatê hat bibîranîn

Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) bi beşdariyan sedan kesan li Kantona Firatê hat bibîranîn.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Di 5 mehan de 303 zarokan jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji AYM’ê biryara ‘Haci Lokman Bîrlîk’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê kolberê bi navê Salah Hoşnamak qetil kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Şerîfe Mihemedî sewqî Girtîgeha Lakan hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?