Pêncşem, 18 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Giliya doktora nijadperest hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Ozgur Ozel 22’ê Kanûnê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûniştina doza Mehmet Sîncar dubare hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB: Rûbirû nebe aştî jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê sînor li ber mêtingeriyê bê danîn, ne li ber koçberan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Bêyî budçeya aştî û nan ne edalet pêk tê, ne jî xizanî diqede

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Eyşe Şan di 29’emîn salvegera wefata xwe de hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê 4 Kurd binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hate revandin, êşkence lê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevkê YNK’ê: Em ê dest ji daxwazên xwe bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê civîna ‘xizmet’ û ‘xwerêveberiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê Berhem Salih pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Meclîsê divê ‘yekîtiya li dijî tundiya li ser bingehê zayenda civakî’ were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan li dijî binpêkirinên li Îranê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Jinên Kurd a li Ewropayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jina Elewî ya ji Humsê, Buşra: Rizgarî nîne, qirkirina sîstematîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di asta navneteweyî de êrişên li ser parêzvanên mafên jinan zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mirina bi guman a jinan zêde dibe: Kujer tên parastin an jî bêceza têne hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner: Divê huner û sînema tevkariya pêvajoya aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Leipzigê Festîval: “Muzakerevanê sereke Rêber Apo ye, em jê bawer in”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd a 1’emîn a Heidelbergê bi beşdariyeke xurt destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Huner bîr e, berxwedan e, bangeke kolektîf e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filma bîr û zarokan a di dema qedexeyan de: Sîtav

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tirkiyeyê Awazê Çiya li ser Spotify hate qedexekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ararat Tolhildan zarokeke şoreşê bû
Kurdistan

Ararat Tolhildan zarokeke şoreşê bû

Ararat Tolhildan li warê berxwedan û serketinê li Kobanê ji dayik bû. Her ku dilê wê ronî bû ruhê wê ber bi azadiyê ve firiya. Zarokeke şoreşê bû û ruhê şoreşê timî di dilê wê de bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Îlon 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Kobanê yek ji wan deveran e ku bi jin û mêr ên xwe yên leheng destanê dinivîsîne. Ne tenê destana xwe nivîsandin, di heman demê de destana azadiyê ya gelan nivîsandin. Yek ji gerîlayên YJA Starê yên leheng Ararat Tolhildan (Sara Cezayîr) jî li warê berxwedan û serketinê li Kobanê ji dayik bû. Rêwîtiya wê ya gerîla ku li Garê destpê kir, li Xakurkê weke şervaneke xurt dewam kir. Bi dil, ruh û kesayetiya xwe li dijî faşîzm û mêtingeriyê şer kir û tevlî karwanê şehîdan bû.

Ew di hembêza şoreşê de, bi şahidiya ji destanên lehengênn pêşeng ên şoreşê mezin bû. Malbata wê ya welatparêz û dilsozê nirxên xwe, kesayetiya wê bi çanda Kurd ava kiribû. Li dijî Ehrîmanên tarî yên vê serdemê, bi ronahiya zarokên agir û rojê dilê xwe ronî kir. Her ku dilê xwe ronî kir, ruhê wê ber bi azadiyê ve firiya. Zarokeke şoreşê bû û ruhê şoreşê timî di dilê wê de bû. Li ber ronahiya felsefeya Rêber Apo rêya xwe ronî kir. Her ku tarîtî li ser xaka Kurdistanê dihate ferkirin, agirê ku zarokên rojê li çiyê dadan ev xak ronî dikir. Ararat jî jinek bû ku bi vê ronahiyê mezin bû û dilê xwe ronî kir. Her ku dilê wê ronî bû, hişmendiya wê ya azadiyê bû şoreşger, bi şer rengê jinê yê azad radixist pêş çavan.

WEKE PARÇEYEK JI ŞOREŞÊ DIBÎNE

Hevrêtiya PKK’ê, sekna hevalên jin bala Ararat dikişîne. Bi taybetî têkoşîna gerîlayên jin a bi hêza xwe, tirsa ku berdidan dilê paşverûyan, bala wê dikişand û dibû heyranê vê yekê. Li dijî êrîşên çeteyan û kiryarên koletiyê, hêrsa wê zêde bû û xwest tevlî çepera azadiyê ya jinan bibe. Ararat xwe weke parçeyek ji şoreşa li Rojava dît, bi coşa şoreşê hewl da xwe ji nû ve biafirîne. Baweriya xwe bi paradîgmaya Rêber Apo anî û bi rengekî çalak karên ciwanan meşand. Tarîtî tenê bi felsefe û îdeolojiya Rêber Apo dikarîbû bihata parçekirin. Ji dil û can bi vê rêya heqîqetê bawer kir.

LI ÇIYÊ XWE JI NÛ VE AFIRAND

Arat di vê rêya heqîqetê de ji bo karibe têkoşîneke hîn xurt bimeşîne, berê xwe da çiyayên azad. Xwest xwe bigihîne her bihosta xaka welatê xwe û li çiyê xwe ji nû ve biafirîne. Çiya ew deverên pîroz in ku mirov xwe bi rengê azadiyê ava dike. Li çiyê pêwîstî bi têkoşînê heye, weke gerîla pêwîstî bi şerê li dijî Ehrîmanên serdemê heye. Gerîla navê pîroz ê Kurdistanê ye. Bûyîna gerîlayeke jin jî tê wê wateyê ku li warê Xwedawendan jin xwe bigihîne cewhera xwe û jiyanê ji nû ve ava bike. Ararat jî bi coş û kelecaneke mezin li çiyê weke şervaneke azadiyê meşiya.

HEMÛ BEDEWIYÊN HEVRÊTIYÊ GIHAND HEV

Li çiyê pratîka xwe ya destpêkê li Garê meşand. Garê ji aliyê gerîlatiyê ve tecrûbe da Ararat. Xwe ji bo deverên hîn giran amade kir. Tevlîbûna wê ya li jiyanê ya bi fedakarî, wêrekî û baweriya bi xwe, kir ku di demeke kurt de bibe gerîlayeke pêşketî û xwedî tecrûbe. Bû jineke ciwan ku di nava bedewiya xwezayê û azadiya çiyê de bi enerjiya xwezayê jiyana xwe afirand. Bi saya nêzîkatiya xwe ya sade û dilnizm, ahengî bi hevrêyên xwe re danî û hemû bedewiyên hevrêtiya li nava PKK’ê di kesayetiya xwe de gihand hev. Di vî karî de timî serketin ji xwe re kir esas.

LI SER XETA JINÊ YA AZAD XWE KÛR KIR

Jiyan bi rengekî hevgirtî nirxand. Her ku di felsefe û îdeolojiya Rêber Apo de xwe bi pêş ve bir, di jiyanê û şer de serketî bû.

Ararat li dijî êrîşên bêexlaq di dilê xwe de hêrseke mezin afirand. Şerê li dijî artêşeke ku ji mirovahî û exlaqê bêpar maye, avêtina vê artêşê ji vê xakê xwedîderketina li rûmeta gel û mirovahiyê ye. Bi vê têgihiştinê di şer de şareza bû.

BI HER AWAYÎ LI DIJÎ MÊTINGERIYÊ ŞER KIR

Bi dil, ruh û kesayetiya xwe li dijî faşîzm û mêtingeriyê şer kir. Eger şerkirin tê wateya azadbûyînê, hingî ew jineke Kurd bû ku her roj bi şer hîn bêhtir xwe azad dikir. Rêwîtiya gerîla ya ku li Garê destpê kir, li Xakurkê weke şervaneke xurt dewam kir. Ji bo karibe di vî şerî de bi roleke xurt rabe, bi hişmendiya berpirsyariyeke mezin tevgeriya, di şer de bi sekna xwe bû milîtaneke pêşeng ji hevrêyên xwe re. Di sala 2024’an de di êrîşên dagirkeriyê de tevlî karwanê şehîdan bû. Weke gerîlayeke YJA Starê ku nasnameya jinê ya pêşeng a dema nû temsîl dikir, di vê berxwedana destanî de bi sekn û wêrekiya xwe careke din nîşan da ku ruhê Apoyî têk naçe.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Komên nijadperest ên li Tirkiyeyê xwe li ser Telegramê birêxistin dikin
Nûçeya Pişt re YRJ’ê îmzeyên li dijî darvekirinê ji 14 rêxistinan re şand
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Komxebata ziman a li Wanê bi dawî bû: Ji bo statuya Kurdî banga seferberiyê hat kirin

“Komxebata Stratejî û Polîtîkayên ji bo Têkoşîna Zimanê Kurdî” bi xwendina encamnameyê bi dawî bû.…

Ji aliyê Stêrk TV

Di navbera du malbatan de şer qewimî: 3 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn

Li navçeya Curnê Reş di navbera du malbatan de şerê çekdarî qewimî. Di şer de…

Ji aliyê Stêrk TV

KCK: Tevgera Azadiya Kurd her tim bi xelkê Şengalê re ye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di salvegera êrişa DAÎŞ'ê ya li ser Şengalê de daxuyaniyek…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Eyşe Şan di 29’emîn salvegera wefata xwe de hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê 4 Kurd binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Wanê endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hate revandin, êşkence lê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Berdevkê YNK’ê: Em ê dest ji daxwazên xwe bernedin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?