Duşem, 26 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Bursayê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Yekîtiya Kurdan girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    MATUHAY-DER’ê nerazîbûn nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayê HPG’ê Ramazan Aktaş li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: ‘Yekîtiya Neteweyî divê bibe esasê her karî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê sîstem bi çapemeniyê re li hev bê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Erdîşê di şexsê Bêrîtan de şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê şehîd bi mewlûdê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Hebîbila Gulperîpûr û Reza Mamedî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG’ê: Tevlîbûna me tevlîbûna li Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Desteya Navber a Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUHAY-DER’ê li dijî taloqkirina înfazan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Xeta Bêrîtan xeta azadiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Kurd û Ereb şehîd Bêrîtan bi bîr anîn: Sembola azadiyê ya jinan hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê destûrê nade dermankirina sê girtiyên siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Em şopdarên mîrateya Bêrîtan in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Bêrîtan wateya jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerda Mazlûm: Pêvajo birêxistinkirina torên xweparastinê yên jinan ferz dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Bakirhan: Berxwedana gel ji tank û topên wan mezintir e
Kurdistan

Bakirhan: Berxwedana gel ji tank û topên wan mezintir e

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan wiha got: “Berxwedana gel ji tank û topên wan mezintir e. Ji vir û şûnde ti Kurdê xwedî rûmet, divê li ber avahiya AKP’ê jî derbas nebe.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Pervîn Buldan û şandeya pê re li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê, hevdîtinên xwe yên bi gel re didomînin. Şande, çû serdana Şaredariya Geverê û piştre jî esnafên navçeyê ziyaret kirin. Polîsan heta demekî hewl dan partiyiyan bi mertalên xwe asteng bikin. Partiyî piştre yek bi yek çûn serdana hemû esnafan. Eleqeyeke zêde ya esnafan ji bo partiyiyan hebû û bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan.

 

Bakirhan, di serdana esnafan de axivî û got ku xelkê Colemêrgê careke din nîşan daye ku qeyûm naxwaze. Bakirhan, wiha domand: “Hikûmetê du serdeman qeyûm tayîn kir û gelê me qeyûm baş nas kirin. Xelkê Geverê bi xwe bû şahid bê ka qeyûm rê li ber texrîbateke çawa vekir.

Tevî hemû hîle û hilbijêrên qaçax jî xelkê Colemêrgê bi ser ket. Îktîdara AKP-MHP’ê ya têk çûyî îcar jî qeyûm tayîn kir. Em ê vê qebûl nekin. Gelê kurd, kedkar, karker, xizan û gelên me dê vê qebûl nekin. Ji Colemêrgê heta Edîrneyê her kesî bertek nîşan da û ev deng roj bi roj mezintir dibe. Qeyûm çareserî nîne. Qeyûm tunekirina hêviya aştiyê ye, hiqûqa dijminatiyê ye.

Em AKP’ê hişyar dikin; vê zîhniyeta xwe ya qeyûmparêz bi dawî bikin. Bi rastî jî heke hûn bixwazin pirsgirêkên vî welatî çareser bikin; îradeya gelê kurd diyar e û em ji bo axaftin û nîqaşan amade ne. Lê heke hûn di qeyûman de israr bikin, em ê rê nedin qeyûman. Ji ber ku hewldaneke neheq û derhiqûqî ye. Hûn ê li hemberî dengên dayikên me têk biçin û piştre li îradeya wan qeyûm tayîn bikin. Biborin lê em vê qebûl nakin. Heke hûn tayîn bikin em ê li hemberî wê li ber xwe bidin û wî qeyûmî tune bihesibînin. Di hilbijartina din de hûn ê nekarin bibin partiya tabelayê jî. Hûn ê ji îktîdarê bikevin.

Xelkê me di 31’ê Adarê de peyama xwe da. Got ku dixwazin pirsgirêkên xwe bi rêya guftûgo û muzakereyan çareser bike. Lê tevî vê heke hûn serî li zext û zordariyê bidin, wê demê gelê kurd dê li ser sindoqê bersivê bide we. Em çûn serdana Şaredariya Geverê. Qeyûm, li pey xwe texrîbateke mezin hiştiye. Tu kesên xwedî wijdan û yên birûmet vê texrîbatê qebûl nakin. Şaredariya Geverê bi dengekî rekor ji Tirkiyeyê re bûbû mînak û model. Lê qeyûm ew bi deynan re kir modêl. Deynê Şaredariya Geverê û yê şaredariyên bajarên mezin biqasî hev in. Dema li gorî nifûsê digirî dest, ji yên bajaran zêdetir e. Yên ku vê nelirêtî û bêusûltiyê nabînin, dibêjin ‘em ê qeyûman tayîn bikin.’ Şerm e, guneh e, hinek bi wijdan bin. Hûn nikarin zarokên vê xakê bi zor, zindan û qeyûman têk bibin. Gelê kurd jiyana birûmet û wekhev dixwaze. Li şûna vê daxwazê bibînin, qeyûm tayîn dikin. Ev xerabiyeke mezin e. Em ê li dijî vê xerabiyê bisekinin.

Dê piştevaniya me ya bi xelkê Gever û Colemêrgê re bidome. Em ê vê xespê qebûl nekin. Dibe ku li Geverê hinek welatiyên me dengên xwe dabin AKP’ê. Em ji wan re dibêjin hinek wijdan. Kîjan dîn û wijdan qeyûmê ku ev sê serdemên tên tayînkirin qebûl dikin? Ji îro û şûnde divê çi kurdên xwedî rûmet dengê xwe nedin AKP’ê, nebin endamên wê û ji pêşiya avahiya wan re jî derbas nebin. Heqaretê li we dikin, zimanê we tune dihesibînin û li îradeya we qeyûm tayîn dikin. Ji 7 salî heta 70’ê salî her kurdekî diavêjin zindanê. Îcar bêyî şerm bikin dibin AKP’î. Gelê kurd gelekî birûmet e. Divê destûrê nede vê wehşetê. Yên nayên gel me jî bila dengê xwe nedin AKP’ê. Divê rêxistinên AKP’ê yên Colemêrg û Geverê ji navenda xwe ya giştî re faksên protestoyê bişînin û ji vê xespê re bibêjin bes e. Qeyûm ne tenê li DEM Partiyê hatiye tayînkirin, her wiha li gelê kurd û gelên birûmet ên Tirkiyeyê hatiye tayînkirin. Em ê bi hev re vê belaya qeyûm def bikin. Em ê bi tu awayî rê nedin xespkirina îradeya xwe. Bila her kes bi vê baş bizane.

Em coşa we ya îro li vir hatiye nîşandan watedar dibînin. Ji kerma xwe piştevaniyê bidin xelkê Colemêrgê. Li dijî vê feraseta qeyûmperest divê hemû rêxistinên me yên bajar û navçeyan rabin ser pêyan. Heke em bibin yek, tu zalim û qeyûmparêz nikarin xwe li pêşiya me bigirin. Banga min li we ew e ku hûn bi şev û roj ji bo xwedîderketina li şaredariyên xwe hişyar bin. Ji bo zîhniyeta qeyûmperest êdî tu caran li vê xakê şîn nebe, ji kerema xwe xwedî li şaredarî û partiya xwe derkevin. Bawer bikin ku ji we mezintir nînin. Berxwedana we ji tank û topên wan gelek mezintir e. We bi salan li dijî vê pergala înkarger serî netewand û hûn natewînin jî.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN COLEMÊRG

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPG’ê şehîdên Avaşînê bi bîr anî
Nûçeya Pişt re HPG: 11 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Girtiyê 30 salan di girtîgehê de ma Tozun li gundê  ku lê ji dayik bûye hat veşartin

Girtiyê 30 salîan di girtîgehê de ma Mutlak Tozun ê ku bi şert hat berdan…

Ji aliyê Stêrk TV

Hîna jî çemê Firatê bilind e û cihê metirsiyê ye

Çemê dîrokî û stratêjîk ê Kurdistanê, Firat e. Piştî salên dirêj qutbûna ava Firatê, îsal…

Ji aliyê Stêrk TV

Berdevka DEM Partiyê: Dem hatiye ku li Abdullah Ocalan bê guhdarîkirin!

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan got, "Dem hatiye ku êdî li Birêz Abdullah Ocalan bê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Erdîşê di şexsê Bêrîtan de şehîd hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Amedê şehîd bi mewlûdê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK’ê Hebîbila Gulperîpûr û Reza Mamedî bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîlayên HPG’ê: Tevlîbûna me tevlîbûna li Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?