Ji çardeh salîya xwe heya bist û du salîya xwe di navbera sînorê Rojhilat û Başure Kurdistanê de Kolberî kiribû,rojekê dîse dema li dûv qantira xwe ya barkirî de bû telefona wî lê dixe û bavê wî xebera xirab jê re dibêje. Bestonî qantira xwe teslîmî hevalê xwe dike û vedigere Başûr. Li Başûr Xuşka wî û zavayê wî xwe amade dikin ku derbasî Tirkî bibin û ji wir jî herin Ewropa. Beston xwe digihene wan û bere xwe dide Ewropa. Piştî çend mehan dema konê xwe li İzmîra Tirkiye dideynin Zavayê Beston biryara xwe diguharêne. Êdî İzmirê ji xwe re dike war. Bestonî sonda xwe li ser Hollanda kiribû. Çi bûbane jî ewê biçûna Hollanda. Piştî ku sala Bestonî li İzmîre di qede rêya derketina Ewropa peyde dike. Di wê navberê de jî çend quruşe ku dabûn hevdû li rêya çûyîna xwe xerc dike.
Bestonîyê ku di navbera sînorên Kurdistanê de qeçaxî dikir ketibû destên qeçaqçîyên însana de. Rojekê sere sibehe Beston ji xew şiyar dikin û bere wî didin Bulgaria,Dema Bestonî xwe li çemê Meriçê dide hindik dimêne roj derkeve. Piştî ku roj derdikeve bi çend saetan êdî ji meşê lingên Beston diwerimîn. Newal û hewrazên Bulgar ji çiyayên Kurdistanê ne zemxmtir bûn lê mixabin ku ax nenas bû û Beston xemgîn bû û dilkuta wî tu carî ewqas xûrt lênadeabû. Bist roj derbas bûn ku Beston dinav daristanên Bulgaran de dimeşiya. Rêberê wî bi zimanek cûda ku Beston qet haya wî jê nebû diaxivî. Roja bist û sisêyan Beston dikeve nava lepên polisên Macar ên bê wicdan! Ji roja ku Beston ji dayik bûye heya îro qet lêdanek wisa ne xwaribû. Polisên Macar kirasê Beston ji rihê wî jêkiribûn û ew tazî avêtibûn zindanê.
Dema Beston çavên xwe vekir ne di ferqê de bû bê li kuye. Li derdora wî resm û cism nebûn. Hewl da xwe hinekî bilebitenê lê ji lêdanê laşe wî selawat dikişand. Bi wê êşa laşe xwe xewa xwe berdewam kir. Di xewna xwe dêya xwe dît. Dêya wî av li ser tifikê germ dikir. Teşta bafûnî deynabû ber kêzîne,lufik û sabuna şîn li tenişta teştê deynabû û li benda Bestonî bû! Bestonî çavên xwe bi şewata şimaqa ruyê xwe vekir. Xwe di derbekê de di destên du polisên Macar de dît. Herdu polisan Bestonî bi pihîn û kulman derxistibûn deve deriye hepse. Êdî Bestonî li Macar azad bû lê haya wî jê nebû ku bere xwe bide kîjan aliyî. Qet nizanîbû bê ka Hollanda li kîjan aliyî ye.
Roja ku Bestonî xwe teslimi polisên Almana kir emre wî bistûçar bû. Ji tirsa lêdanê dilkut a wî di guhên wî de olan dida. Polisên Almana ew haş kirin û teslimî qempa pênaberan kirin. Beston du sal û nîvan di qemp û haîma de çû û hat. Di dawî de runiştina xwe stand û derbasî xaniyê xwe bû.Şeva Bestonî ya pêşî di xanîyê wî de eceb bû. Dinav cigareya Bestonî de êşa wî ya ku ev çend salên dawî dijiya hebû.Her gupa ku li cigareya xwe dida rihê wî diveziliya û xwe berdida kolanan. Li kolanên ewropa ên xemilandî li hebûna xwe digeriya.Dema dengekî biyanî dikir li wan dizivirî û xeber ji wan re dikir. Lê ne kesî ne ji wî fêm dikir ne jî wî ji kesî!
Bestonî xwe spartibû azadiye û li kolanên xemilandî ên ewropa digeriya. Di sere her sikakê de li leqayî yekî wek xwe dihat. Çi kesê ku di ber re derbas dibûn xeber ji wan re dikir û piştî her xeberê jî lêdan dixwar! Bandora cigaraya ku Bestonî dikişand êşa rihê wî nedigirt. Çavên Bestonî li qantira ku dawî emanetî hevalê xwe kiribû mabû. Rihê wî di navbera sînorên Rojhilat û Başûr de asê mabû. Rojên ku li Macar derbas kiribûn û paşeroja xwe ya li kolanên xemilandi yên Ewropa lerz dianî rihê wî. Di dawiya dawî de Bestonî bedena xwe teslîmî kolanên xemilandî kir. Rihê wî her roj pê re şer dikir. Bestonî şerê xwe heya çil saliya xwe berdewam kir. Piştî çil saliya xwe Bestonî rihê xwe jî teslîmî wan Kolanan kir. Ji wê rojê ve ne kesî dengê Bestonî bihistîye ne jî kesekî siya wî li pişt dîwarekî de dîtiye. Hinekan go miriye hinekan jî go lê xistiye çûye. Lê kesên digotin Bestonî miriye cihê tirba wî nizanî bû û kesên digotin Bestonî çuyî ye jî navnîşana wî nizanî bûn!