Rojeva tevgera Kurd a esasî, Meşa Azadiyê ye. Lê maneya wê xweşik ji xelkê re nayê gotin. Komploya navneteweyî çawa ne tenê komployeke besît a li dijî şexsekî ye, azadiya Abdullah Ocalan jî ne azadiya şexsekî ye. Komploya navneteweyî ji bo tepisandina tevgera azadiyê ya gelê Kurd bû; yanî esas bi revandina Abdullah Ocalan dixwestin dawiyê li hebûna Kurd li Bakurê Kurdistanê bînin. Ev hesab neçû serî.
Tevgera azadiyê jî bi îhtîmam îşaret pê dike ku azadiya Abdullah Ocalan, esas çareserkirina pirsgirêka Kurd e, misogerkirina hebûna Kurd û statuya wî ye li Bakurê Kurdistanê. Di heman demê de ew misogerkirina hebûna zimanê Kurdî ye, û parastin û bipêşvebirina wî ye jî.
Lazim bû kesên Meşa Azadiyê li Bakur bi rê ve dibin, bi îhtîmam îşaret bi van xisûsan bikira, wan ji bo azadiyê siyaset bikira. Siyasetkirin, ne tenê salê carekê, hefteyê carekê kirina çend gotinan e. Ha vê gava ku li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê siyasetvanên DEM Partiyê xelkê dibînin, diviyabû ji wan re bibêjin, em bi azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan, doza bi dawîkirina siyaseta qirkirina miletê Kurd dikin, em doza misogerkirina cihê zimanê Kurdî di nava civakê de dikin, em doza çareseriyeke siyasî ya bi rûmet ji bo meseleya Kurdistanê dikin.
Dijminê Kurdan çi dike? Rojevên çêkirî yên qelp, bi tesbîtên ji bo tinekirina miletê Kurd bi kirasekî Kurdî, yan jî çawa li Batmanê kir, bi şal û şapik datîne ber me. Ti “tesbîta” bibêje, “Înkarkirina Kurdan nîne, qedexekirina Kurdî nîne” tesbîteke rast nîne. Lê em zanibin, bi van “tesbîtan” esas şal û şapik li siyaseta tinekirina Kurdan dikin.
Em divê qebûl bikin, ev gaveke siyasî ya li dijî azadî, xweserî û xwebûna Kurdan e, û zemînekî bicihbûna wê heye. Min berê jî gelek caran behsa wê yekê kir, divê siyaseta azadiyê ya gelê Kurd xwedî siyaseteke ziman be. Heger dibêje, zimanê Kurdî, ne zimanekî welê ye ku bi dersên hilbijartî, meseleya wî hel bibe, nexwe divê her wiha bibêje, ew ê çawa vê siyasetê pûç bike. Siyaseta wê çi ye?
Sermeselê, siyaseteke pir zelal û eşkere ya çand û ziman a Rêber Abdullah Ocalan heye. Wî perspektîfa xwe ji destpêkê ve da: Em dibistanên xwe ava bikin, her kolanê, her malê bikin dibistana zimanê Kurdî. Eynî weke beriya Şoreşa Rojava, çawa dibistan li tax û gundan hatin vekirin, diviyabû li Bakur jî li gorî vê perspektîfê gav bihatana avêtin. Lê sed mixabin, ji ber ku siyaseteke bi vê perspektîfê bi pêş neket, me li dijî qirkirina çandî xwe bi şûn ve hişt.
Gavên weke hefteyekê boykotkirina dibistanên Tirkiyê, me xweşik nebirin serî; nexasim jî siyasetvanên me yê meydana legal, ev rengê pûçkirina mêtingeriyê, muhim nedîtin. Ez îro jî ji xwe dipirsim, çima bi xitimandina dersên hilbijartî yên Kurdî, em durûtiya dewleta Tirk lê eşkere nakin? Dewleta Tirk ji bo ku zarok dersên Kurdî neneqînin, di lîsteyan de navê dersên Kurdî gelek caran hilnade. Yanî dewleta Tirk vê xapa xwe venaşêre jî. Îro, em bibêjin sed hezar zarok dersên Kurdî hilbijêrin, sîstema xapandinê wê bixitime. Bi hezaran mamoste wê lazim bibin û ne ev mamoste hene, ne jî dewleta Tirk wê wan wezîfedar bike. Gava me ev kir jî siyaseta me dikare bibêje, em dixwazin zimanê Kurdî, zimanê fermî û xwedî statu be. Yanî hewldana pûçkirina vê gava xapînok a dewleta Tirk û doza statuyeke fermî ya zimanê Kurdî bi hev re dikarin hebin. Ji bo çi zemînê siyaseteke xapandinê ji wê tevgera siyasî re bê hiştin a ku man û nemana Kurdan qet ne xema wê ye û heta hevkarê neyarê hebûna Kurdan e?