Li gor rapora herî dawî ya Parastina sivîl ku doh hat weşandin, barîna baranên dijwar ên ji destpêka vê mehê ve li eyaleta çandiniyê ya li başûrê welêt, bû sedema rabûna rûbaran û bandor li nêzîkî du mîlyon kes kir. Di encama vê keraseta lehiyê de 136 kes mirin û 806 kes birîndar bûne.
Ji ber karesata ku pisporên Neteweyên Yekbûyî û hikûmeta Brezîlyayê bi guhertina avhewayê û fenomena El Nîno ve girêdidin, heta niha nêzî 125 kes winda ne, zêdeyî 537 hezar kes jî neçar mane ji cih û warên xwe bibin.
Li gorî Konfederasyona Şaredariyan a Neteweyî, 81 hezar kes xwe li stargehên ji aliyê rayedaran ve hatine avakirin girtine. Ji ber lehiyê zêdeyî 92 hezar mal xera bûn an jî hilweşiyan.
Ji roja Înê ve rayedar ji bo Porto Alegre û herêma ku niha di bin bandora kerasetê de ye, piştî barana dijwar bênavber hişyarî didin. Ji bo gel venegerin herêmên keraset lê qewimiye, bang tên kirin.
Li gorî Enstîtuya Meteorolojiyê ya Neteweyî, ku ji ber rîska ‘lehiyê û valabûna elektrîkê’ hişyariyan dide, tê payîn ku heta destpêka hefteya pêş li herêmê baran û bahozên giran rû bidin.
Li gorî texmînê, tê payîn ku barana herî dijwar di navbera rojên Yekşem û Duşemê de bibare. Pispora Meteorolojiyê Catia Valente, bi taybetî ji bo peravên bakur ji ber rîska şemitîna axê hişyar kir.