Li Belçîkayê xwepêşandanên ku ji aliyê xwendelarên ku bi Fransî diaxivin ve di 1’ê Cotmehê de hatin destpêkirin, berdewam dikin. Ciwan bertekên xwe nîşanê plana teserûfê ya hikûmetê nîşan didin û tê diyarkirin ku daxwaz ji tevgera lîseyiyan a li Fransayê cuda ye.
Li gorî bîlançoya dawîn a ji aliyê polîsên Belçîkayê ve hate eşkerekirin, roja Sêşemê di dema xwepêşandanan de 53 kes hatine binçavkirin.
Li bajêr ji 1’ê Cotmehê ve ye hejmara kesên hatine binçavkirin gihîşt 107’an. Ji van 27 edlî ne û 80’ê jî binçavkirinên îdarî ne.
DAXWAZÊN XWENDEKARAN
Xwendekarên ku bi rojan e çalakiyan li dar dixin, bi taybetî bertekên xwe nîşanî mesrefên perwerdeyê û buhayên abonetiya hatûçûyê didin. Her wiha li gorî ciwanan, derdorên siyasî zêde guh nadin endîşe û xwepêşandanên wan.
JI MAMOSTEYÎ GREVA BIRÇÛBÛNÊ YA SÊ ROJAN
Di xwepêşandanan de mamosteyekî jî li gel greva birçîbûnê piştevanî da. Mamosteyê 62 salî yê bi navê Michel Barile, bi armanca protestokirina kêmkirina fînansmana ji xwarinên dibistanê re tê veqetandin sibeha Çarşemê dest bi greva birçîbûnê ya sê rojan kir.
Michel Barile diyar kir ku xwarinên dibistanê ji bo xwendekaran pêdiviyeke sereke ye û got: ‘’Ez ê sê rojan birçî bimînim lê belê zarok her roj birçî dimînin.’’

