Sêşem, 2 Îlon 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    1’ê Îlonê: Aştî tenê bi îradeya hevpar a gelan pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîtîngên 1’ê Îlonê: Divê komîsyon bi lezgînî bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan şîna Şehîd Arvîn Çirav asteng kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hatîmogûllari: Aştiya Tirkiyeyê firsendek dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Veguherîna civakî peywira sereke ya serdema nû ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê Mitînga 1’ê Îlonê: ‘Ji bo civaka demokratîk deng bide aştiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bakirhan: Divê Ocalan bi gelê xwe re bicive

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê mîtînga 1’ê ÎLonê: Divê Rêber Apo azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê li dijî mamosteyan êşkence, binçavkirin û girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê girseya gel serdana şîna Bahaddîn Ay kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê 40 gorên antîk ên 2.300 salî derketin holê

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Êrîşên artêşa Tirk dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hejmara meha Îlonê ya Newaya Jin derket: Aştiya jinan parastina jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îtalyayê hemwelatiya fahrî dan sê jinên ku cezayê îdamê lê hatine birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan xutbeyên Diyanetê protesto kirin û serlêdana sûc kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî: Em ê bibin pêşengên civaka demokratîk û azad

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şengal wê bibe navenda ronakbîriyê ya Êzidiyan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hûn bi qedexeyê nikarin aştiyê tune bikin, em ê aştiyê ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala 33’emîn a Çanda Kurdî ya Navneteweyî 13’ê Îlonê li Dortmundê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Hunera Kurdî ya li Belçîkayê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê bi hezaran kes li hev kom bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagenê Festîvala Çand û Hunerê ya Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Belçîkayê Festîvala Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kobanê wê dibistana muzîkê were vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > Birêkirina Mamoste Fewzî…
Civak & Ekolojî

Birêkirina Mamoste Fewzî…

Mamoste Fewzî ku navekê sembol ê qada têkoşîna li dijî polîtîkayên bişaftinê bû, ji bo wêjeya Kurdî bi civakê bide hezkirin û Kurdî bibe zimanê jiyana rojane û nivîsê, bi awayekê bi pîr û pergal gelek ked da.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Adar 2024 Dema xwendinê: 15 dq.
Parvekirin

24’ê Tîrmeha sala 1923’yan bi peymaneke navneteweyî Kurdistan li Lozanê perçe bû û hat dagirkirin. Kurdistan ku ma bêstatu, dest bi îmha û înkarkirina nasname û mafên din ên Kurdan hat kirin. Dewletên serwer ji xeynî qetlîamên fîzîkî ji bo tunekirina zimanê Kurdî jî polîtîkayên xwe yên bişaftinê li her warê jiyanê yê li Kurdistanê pêk anîn. Saziyên perwerdehiyê yên li Kurdistanê hatin girtin. Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê, dewleta Tirk bi saziyên perwerdehiyê yên mejbûrî Kurd gelek asîmîle kirin. 100 salan bi hêza leşkerî û rêbazên cuda Kurd qir kirin. Bi zextan ketin hewila tunekirina wêje, nirxên çandî û dîrokî yên Kurdan. Li dijî vê Kurdan di warên siyasî, civakî, çandî û wêjeyî de xetên têkoşîn û berxwedanê ava kirin. Xeta berxwedanê ku ji bo wêje û çanda Kurdan ava bû, li cihên Tevgera Azadiya Kurdistanê lê bandorbar bû, veguherî qadeke têkoşînê ya rêxistinî û sîstematîk.

Serokê Enstîtuya Kurd a Elmanyayê Fewzî Ozmen ku li dijî bişaftina li ser ziman û wêje û çanda Kurdî kesekê bi nav û deng bû, 17’ê Îlonê li Hagenê ku bajarê Elmanyayê ye, jiyana xwe ji dest da. Mamoste Fewzî Ozmen ku derdorên siyasî rêz jê re digirt, salên 1970’yî ku dest bi têkoşînê kir, axavtin û nivîsandina bi Kurdî ji xwe re kir esas û awayê jiyana xwe. Mamoste Fewzî ji sala 1975’an ve dest bi nivîsîna çîrok û helbestên bi Kurdî kiriye û di warên siyasî û çandî û wêjeyî de jî lê dewam kiriye. Mamoste Fewzî Ozmen ku pênaseya jiyana xwe ya wêjeyî wiha kiriye “Ez nivîsîna jiyana Kurdan bi Tirkî ji bo xwe sûc dibinim”, li ser rêzimana Kurdî xebat amade kirine û weşandine. Di amadekirina pirtûkên dersê yên bi Kurdî yên ji bo dibistanan û amadekirina xebatên ferhengê de, keda wî gelek e. Ji bo zimanê Kurdî bi pêş ve biçe, bibe zimanê nivîsînê xebitiye. Bi nivîsîna çîrokên Kurdî kiriye ku çanda devkî veguhere berhemên nivîskî. Di nava siyaseta Kurdistanî de bi awayekê çalak bi erka xwe rabûye, emrê xwe di ber xizmeta civakê de derbas kiriye.

Çîroka jiyana Mamoste Fewzî ku di parekê giring ê dîroka têkoşîna li dijî bişaftina li ser çand û ziman de girtiye, nîşaneya serdemeke serpêhatiya berxwedana civaka Kurdan e jî.

PERWERDEHÎ Û MEYLA WÎ JI BO SIYASETA KURDISTANÎ

Mamoste Fewzî, sala 1943’yan li Şoraxê ku gundekê li herêma Qortiya Jor a girêdayê Çadê ku navçeyeke Erziromê ye, çê bûye. Malbata wî debara xwe bi sewalan dike. Mamoste Fewzî ku zarokatiya wî li gund derbas bûye, dibistana xwe ya seretayî li gundê cîran, di mala meta xwe de temam kiriye. Bi guhdarîkirina li efsane û çîrokên Kurdistanî mezin bûye. Bi taybetî serhildanên Kurdan ên li herêma wan çê bûne, tevî ku qedexe bûne bandora sosyolojîk a medreseyên Kurdistanî gelek bûye. Mamoste Fewzî bi vê çandê mezin bûye. Bandora çanda Kurd a xweser ku ji zarokatiya xwe ve wergirtiye bi pişt re li ser hemû tercihên wî çê bûye. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û amadehiyê jî li nava Erziromê temam kirine. Di vê serdemê de guherînên siyasî yên li Kurdistanê û Tirkiyeyê ji nêz ve şopandine. Meraqa wî ji bo guherînên polîtîk zêde bûye. Di lîseyê de bandora serhildana Şêx Said li ser çê bûye. Dest bi serdana li yên ji ber serhildanên Kurdan ên sala 1925’an û bi pişt re sirgûn bûne û vegeriyane, kiriye. Meraqa tiştên hingê qewimîne û sosyolojiya Kurdistanê kiriye û dest bi lêkolînê kiriye.

DI HER WARÊ JIYANÊ DE LI SER KURDÎ ISRAR DIKE

Piştî qedandina lîseyê, dest bi Fakulteya Îqtisadê ya Stenbolê kiriye. Salên zanîngehê geşedanên têkildarê pirsgirêka Kurd ji nêz ve şopandiye. Di nava Ocaxên Şoreşger ên Çandê yên Rojhilat (DDKO) bi awayekê çalak dest bi siyasetê dike. Hem dema xwendekartiyê hem jî di xebatên siyasî û jiyana xwe ya rojane de bi israr bi Kurdî axiviye.

Mamoste Fewzî, piştî temamkirina perwerdehiya xwe, li Stenbolê cihê xwe yê kar ava dike. Demeke kin vedigere Erziromê. Beriya 1980 li navenda Erziromê bi awayekê aktîv cih di nava polîtîkayê de digire. Der û dorên siyasî, wî bi rastî, sekanî û sekina wî ya Kurdistanî nas dikin, rêz digirin jê re.

NASÎNA TEVGERA AZADIYÊ YA KURD 

Mamoste Fewzî, salên 1980’yî ji bo teza doktorayê tê Elmanyayê. Demekê li Elmanyayê dimîne û vedigere Erziromê. Lê Derbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê çê dibe. Mamoste Fewzî jî tê destgîrkirin. Êşkenceyên giran lê tên kirin. Serbest tê berdan lê bi demeke dirêj nahêlin ku biçe derveyê welêt. Helbest û çîrokên xwe ku ji sala 1975’an ve nivîsîne li gund diparêze. Hingê hin helbest û çîrokên wî kovarên bi Kurdî de bên weşandin jî, ji ber şertên hingê fersenda ku hemûyan biweşîne bi dest nakeve. Ji ber rewşa kaotîk a derbeya leşkerî demekê xwe li gund vedişêre. Biryar dide ku efsane û çîrokên Kurdî bi berferehî binivîse. Gelek çîrokên devkî dinivîse. Tevî çîrokên ku nivîsîne, dil dike ku ji bo weşandinê derveyê welêt. Lê xebatên ku li gund veşartine, gava leşker digirin bi ser gund de tên îmhakirin.

Piştî bandora Derbeya Leşkerî ya 12’ê kêm dibe, cardin diçe, li navenda Erziromê dimîne û bi karê xwe re mijûl dibe. Serhildana bi pêşengtiya Tevgera Azadiyê ya Kurd dest pê dibe, dibe hêviyeke nû. Ji ber xerakirina derbeya leşkerî dibe sedem û li dijî dagirkeriya ji zû ve ye li Kurdistanê kûr dibe, civak xwe li Tevgera Azadiyê digire. Bandora sînerjiya Tevgera Azadiyê, daxwazên siyasî ku ji bo Kurdan dike, li ser Mamoste Fewzî jî çê dibe. Piştî naskirina Tevgera Azadiyê merheleyeke nû di jiyana wî ya siyasî de dest pê dibe. Bi zêdebûna bandora Tevgera Azadiyê li cih û warên bejî, kelecaneke civakî çê dibe. Pêvajoyeke wisa ye ku entelektuel û şexsên siyasî yên Kurd li Erziromê niqaşa vê rewşê dikin û encaman jê derdixin. Dewlet tundiyê, zext û zorê li Kurdan dike, gefan li wan dixwe. Mamoste Fewzî jî para xwe ji zexta dewletê digire. Ciwan ku li dora wî dicivin û ew berê wan dide siyaseta Kurd a legal û li ser çanda Kurd dixebite, zext lê tê kirin.

Di vê serdemê de her kesê li navçe û navenda Erziromê ku bala wan li ser tevgera siyasî ya Kurd e, bi Mamoste Fewzî dişêwire. Eleqeya wî ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd zêde dibe. Bi avabûna HEP’ê di sala 1990’î de, tevkariya wî ji bo tevlêbûna HEP’ê ya ciwanan, gelek e. Li Erziromê û navçeyên wê bandora wî li ser tercihên siyasî yên siyaset di HEP’ê û partiyên dewama wê de kiriye û gava biryardayînê gelek bûye. Bi deşîfrebûna zexta dewletê ya li ser Kurdan û nûnerên wan ên siyasî, ji bo avabûna toreke berxwedanê tev li çalakiyên sivîl dibe.

Salên 1990’î ku polîs tim gefan lê dixwin, demekê li Stenbolê dimîne. Xizmên wî ku tên destgîrkirin û zorê didin wan ku îfade li ser bidin, ji ber ewlehiyê sala 1993’yan li Elmanyayê dibe penaber.

JIYANA WÎ YA SIRGÛNÊ Û BERXWEDANA WÎ LI DIJÎ BIŞAFTINÊ

Mamoste Fewzî, hem di ciwaniya xwe de hem jî paşê bi israr bi zimanê xwe diaxive û wisa dijî. Bi israr pêşniyaz li siyasetmedarên Kurd ên çalak dike ku bila zimanê siyasetê bi Kurdî be. Kesekê li Erziromê bi awayekê çalak cih di nava siyasetê digire, ji bo hesasiyeta Kurdî ya Mamoste Fewzî wiha dibêje: “Niqaşên me yên polîtîk bi piranî Tirkî bûn. Metirsî û hinceta me ew bû ku em xwe bi Kurdî baş nikarin îfade bikin. Me bi Tirkî dest bi axavtinê dikir, Mamoste Fewzî bi israr bi Kurdî bersiva me dida. Hemû niqaş bi Kurdî dikirin. Min ew ji zû ve nas kiriye. Pê re bûm. Bandora wî li ser tercihên min ên siyasî xuya ye.”

Mamoste Fewzî ku hay ji polîtîkayên qirkirinê yên li ser çanda û ziman hebû, hemû jiyana xwe ya li sirgûnê bi têkoşîna li dijî vê derbas dike. Li sirgûnê bi awayekê çalak cih di nava Tevgera Siyasî ya Kurd de digire. Di mijara çand û ziman de pir bi hestyarî tev digere. Ji bo Kurdî bibe zimanê jiyana rojane û wek zimanê wêjeyî belav bibe, pir ked dide. Dersa Kurdî dide bi sedan kesan. Rolê wî di çêbûna gelek mamosteyan  de ku dersê Kurdî didin û xebatên wêjeyî dikin heye. Bi dilxwazî tercûmaniya bi sedan Kurdên tên sirgûnê dike. Di serî de hunermend, dersên Kurdî dide gelek kesên di warên cuda de tê dikoşin. Wek mamosteyê rêveberên saziyên têkoşîna qada tevgera siyasî ya Kurd dimîne di bîra mirov de.

TEV LI HEMÛ XEBATÊN WÊJEYÎ BÛ

Bi awayekê çalak cih di nava hemû saziyan de ku li dijî bişaftina çand û ziman tê dikoşin, digire. Di Yekitiya Mamosteyên Kurdistanê, Enstîtuya Kurd, PEN’a Kurd û wd. de dibe berpirs. Salên dawîn jî wek Serokê Enstîtuya Kurd a Elmanyayê dixebitî.

Ji xeynî xebatên li ser ziman û çandê, ji xebatên siyasî jî namîne. Wek endamekê çalak ê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) cih di nava xebatên siyasî yên Kurdistanî de digire. Di mijarên Kurdistanî de, di daxuyaniyên çapemeniyê, xwepêşandanên protestoyî û mîtîngan de, tevî emrê ku kiriye li herî pêş cihê xwe digire, wek kesayeteke sembol a çanda berxwedanê dikeve nav dîroka têkoşînê.

Di dibistanên Tirkî de xwend lê bi Tirkî nenivîsî. Li dijî qedexe û zextan ji bo bipêşveçûna zimanê Kurdî bêyî navber xebitî. Sedema ku li ser Kurdî israr dike, di gotûbêjekê de wiha gotiye: “Kurdî, wek her tiştê li Kurdistanê di bin zextê de ye. Rû bi rûyê qirkirinê ye. Wek nirxên din ên Kurdan, divê Kurdî jî azad bibe. Ev têkoşîn, erkeke dîrokî ye. Ez xwe jê berpirs dibînim. Nivîsîna bi zimanekê din ji bo xwe wek sûc dibînim. Dibû ku bi Tirkî berhemên baş derxistana. Lê heta niha min gotarek jî bi Tirkî nenivîsiye. Ne ji ber dijminê ziman im. Ji ber ku yên li wî zimanî dibin xwedî pir in. Lê Kurdî qedexe û bêxwedî ye. Bi min ne xweş e ku ez jiyana Kurdan bi Tirkî binivîsim. A xweş ew e ku behsa her jiyanê bi zimanê wê bê kirin.”

Mamoste Fewzî, çîrokên bi devkî li Kurdistanê tên gotin, bi navê “Siya Şikestî” kir pirtûk. Bi zimanê xwe yê behskirin û xweseriya çîrokan pirtûkeke balkêş e, eleqeya xwendeyan ji bo wê gelek bû. Çapa duduyan a pirtûkê jî hat kirin.

FERHENGA KURDÎ Û PIRTÛK

Mamoste Fewzî sala 1975’an bi amatorî ders bi nivîsîna helbest û çîrokên Kurdî kiriye û heta sala 1997’an dewam kiriye. Piştî sala 1997’an ji helbestan bêhtir çîrok nivîsîne. Di saziyên çapemenî û weşanê bûye berpirs. Ji bo geşbûna zimanê Kurdî tev li civîn û konferansan bûye. Bi sedan gotar û nivîsê vekolînî û lêkolînî li Kurdî wergerandiye. Edîtoriya kovara Lêkolînê ya Enstîtuya Kurd kiriye. Bi pêşengtiya Yekitiya Mamosteyên Kurdistanê (YMK) û Enstîtuya Kurd xebata amadekirina pirtûkên dibistanan ên ji bo pêşdibistan, destpêk, navîn û kesên gihîştî kiriye û Mamoste Fewzî jî tev li amadekirina wê bûye. Nivîskarekê van pirtûkan e jî. Cih di nava amadekirina ferhenga Kurdî- Tirkî de ku YMK amade kir, girt. Di amadekirina pirtûka ji bo zarokên pêşdibistanê de ku bi çar zaravayên Kurdî hat amadekirin û li Elmanî hat wergerandin de nivîskarekê pirtûkê bû.

Pirtûka rêzimanê ya bi navê Perspektîf – ‘Dersê Rêzimana Kurdî’ ku Mamoste Fewzî nivîsî, wek xebateke aliyê hemû otorîteyan ve hat qebûlkirin. Ev pirtûk li dibistanan, li semînerên kursên ziman û di xebatên akademîk de wek çavkanî tê bikaranîn.

Mamoste Fewzî, li ser romanekê ku bi salan bû dixebitî û gelek nivîsîbû lê roman neqediya û jiyana xwe ji dest da. Gava dermanbûnê ku em çûn dîtina wî, ji bo giringiya romana xwe wiha got: “Hêviya min ji Xwedê ew e ku şeş meh emir bide min. Ji bo temamkirina pirtûka min wext divê.” Lê mixabin jiyana wî têr nekir ku xebata xwe ya dawîn biqedîne.

Xwendekar û hevalên xebatê yên Mamoste Fewzî ku tev li merasîma cenaze bûn, soz da ku ew ê xebatên wî yên nîvco temam bikin û ew bi şanazî û minet bi rê kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HAGEN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Plana piştî şer a Netanyahû: Rayedarên herêmî
Nûçeya Pişt re Mêjî heta 60 salî giran nabe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jinên Tolhildêr li dijî desteserkirina îradeyê çalakî kirin

Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr ragihand ku li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê li Wanê li dijî dagirkeran…

Ji aliyê Stêrk TV

Tîmên DEDAŞ’ê li gel leşkerên Tirk avêtin ser taxê

Li Mêrdînê, tîmên DEDAŞ'ê li gel leşkerên Tirk avêtin ser taxê. Şêniyên taxê nerazîbûn nîşan…

Ji aliyê Stêrk TV

Pêngaveke efsûnî: 15’ê Tebaxê

Yên ku ji Geliyê Bekaayê ber bi çiyayên Kurdistanê ve meşiyan, wê xaka xwe vê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Civak & Ekolojî

Şewb bandoreke giran li sewalkariyê dike

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Westanê agir bi daristanê ket

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

2 jîngehparêz birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Kerboranê agir bi daristanê ket

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?