Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Antony Blinken di çarçoveya tûra xwe ya herêmê de ji Îsraîlê derbasî Erebistana Siûdî bû.
Di dema vê serdanê de Berdevkê Wezareta Karên Derve Matthew Miller daxuyaniyek da û diyar kir ku Blinken piştî hevdîtina li Qatarê ya roja Pêncşemê wê roja Înê li Londonê bi wezîrên karên derve Yên welatên Ereb re hevdîtinê bike. Miller negot bê bi wezîrên kîjan welatên Ereb re hevdîtin bê kirin.
Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Antony Blinken ji bo têkiliyên asayî di navbera Îsraîl û Erebistana Siûdî de dîne serdana Riyadê kir.
Blinken beriya biçe Riyadê li Tel Avîvê axivî û bang li Îsraîlê kir ku têkiliyên xwe yên bi Erebistana Siûdî re asayî bike.