Gerestêrka cîhanê dest bi lezek hêdîtir a zivirînê kir, ev yek jî bû sedem ku roj dirêjtir bibin û zanyar di bersivandina sedemê wê de, zehmetiyê dikêşin.
Tu dikarî bi maîla xwe bibî abone, em ê ji te re nûçeyên lêzgin bişînin.
CPT ragihand ku artêşa Tirk dagirkerî û talana xwe ya li ser sînorên Metîna, Zap, Avaşîn û Amêdiyê didomîne.
Di lêpirsîna têkildarî kuştina rojnamevan û aktîvîst Hakan Tosûn de dikandarek hate binçavkirin.
Têkildarî Ayhan Bayar ê ku tehliyeya wî bi awayekî kêfî salek û 6 mehan hatibû taloqkirin, biryara berdanê hate dayin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ji bo tevlî kongreya Partiya Sosyalîstan a Ewropayê (PES) bibe, dê biçe Hollandayê.
Meclîsa Malbatên Şehîdan ji bo bîranîna 77 şehîdan merasîmek lidar xist. Di bîranînê de hate ragihandin ku wê ji bo armancên şehîdan bidin ser şopa wan.
Hêzên ser bi Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê 9 roj in rêya navbera Tebqa û Selemiyê ya bajarê Hemayê girtine.
Ajokarên qemyonên sotemeniyê rêya bingehîn a navbera Dihok û Hewlêrê girtin. Ajokar dixwazin sînorê hilgirtina bar bê zêdekirin.
Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) û saziyên wê yên ziman li Wanê "Komxebata Polîtîka û Stratejiya Têkoşîna ji bo Kurdî" dan destpêkirin.
Vê sibehê cara duyemîn xwîn çû ser mejiyê rojnamevan Huseyîn Aykol.
Rojnamevan Huseyîn Aykol ku cara duyemîn xwîn çû ser mejiyê wî, careke din xistin emeliyatê.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê heqaretên wekîlên ÎYÎ Partiyê yên li Meclîsê li Rêber Apo kirin weke "namerdî" û "terorîstiyê" pênase kir.
Volkana Lewotobi Laki-Laki ya li Girava Flores a Endonezyayê ji şeva Sêşemê û vir ve diteqe. Rayedaran alarm gihand asta herî bilind.
Li ser sînorê Efganistan û Pakistanê careke din şer qewimî. Hate ragihandin ku herî kêm 15 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, nêzî 100 kes jî birîndar bûn.
Balafireke bê mirov a bombebarkirî (SÎHA) ya Dewleta Tirk a bi tîpa Akinci, ku li ezmanê Qendîlê digeriya, hate xistin.
HPG-NRÇ’ê 6 gerîlayên şehîd bi bîr anî û got, “16 û 19’ê Hezîrana 2023’yan di êrîşên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de gihiştin şehadetê û bûn nemir.”

Têkevin hesabê xwe