Artêşa Tirk a dagirker rêya di navbera navçeya Til Rifet û gundê Şêx Îsa yê herêma Şehbayê de topbaran dikin. Her wiha gundên Şeala û Radarê jî yên Şehbayê hatin bombebarankirin.
Gundên Seyadê û Dendeniyê yên li rojhilatê Minbicê jî bi hewanan hatin bombebarankirin.
Têkildarî bombebaranên li ser her du herêman jî agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.