Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi qeydkirina ‘hilbijêrên xeyalî’ dixwaze careke din îradeya Kurdan desteser bike.
Parlamenterê Mersînê yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Alî Bozan têkildarî fenên desthilatdariya AKP’ê yên qeydkirina ‘hilbijêran’ ji ANF’ê re axivî.
AKP’Ê FÊHM KIR KU NIKARE BI SER BIKEVE
Bozan bi bîr xist ku desthilatdariya AKP’ê îradeya Kurdan 8 sal in bi qeyûman desteser kiriye û got, “8 sal in qeyûm danîne ser şaredariyan ku Kurdan bi deng û îradeya xwe ew şaredarî bi dest xistibûn. Ber bi hilbijartinên xwecihî yên 30’ê Adarê re derst bi ceribandina rêbazeke cuda kirin. Desthilatdariyê li şaredariyên ku HDP’ê di hilbijartinên sala 2019’an de bi ferqeke kêm a dengan qezenç kiribû, hilbijêran li wir qeyd dike.”
LI CIHEKÎ 500 KES HATINE QEYDKIRIN
Bozan ragihand ku li Kurdistanê bi taybetî leşker, polîs û jenderme weke hilbijêr hatine qeydkirin û got, “Carna li cihekî 500 kes, carna jî li cihekî hezar kes têne qeydkirin. Nîşaneya herî şênber a vê yekê jî li bajarokê Bajêrgeh a Colemêrgê ye. Hejmara hilbijêran a bajarokê Bajêrgeh a Colemêrgê bi giştî 3 hezar û 500 kes e, lê belê hezar û 700 leşker û polîs weke hilbijêr li adresekê hatine qeydkirin. Carna li mêvanxaneya polîsan, carna jî li mêvanxaneya jendermeyan hilbijêr têne qeydkirin.”
LI AKDENÎZÊ JÎ HEMAN HÎLEYAN DIKIN
Bozan bi bîr xist ku navçeya Akdenîz a Mersînê jî demeke dirêj ji aliyê HDP’ê ve hate birêvebirin, ji ber ku zanin di vê hilbijartinê de jî wê DEM Partî bi ser bikeve, dest bi qeydkirina hilbijêrên xeyalî kirine. Bozan got, “Ji Kurdistanê cudatir li vir hîn bêhtir bêperwa tevgeriyan. Şaredarê heyî yê Şaredariya Akdenîzê Mûstafa Gultak ê AKP’yî, tevî ku bi 5 kesên ji malbata xwe re li navçeya Yenîşehîr a Mersînê dimîne, mîna ku bi 28 kesan re li heman malê dimîne qeyda xwe çêkiriye. Ne tenê Şaredarê Akdenîzê ev kiriye; Alîkarê Şaredarê Akdenîzê, Midûrê Pênûsê yê Taybet ê Şaredariya Akdenîzê û 8 midûr, malbatên xwe ji navçeyên cuda yên Mersînê derbasî navçeya Akdenîzê kirine. Ya ku AKP dike desteserkirina îradeya Kurdan bi rêya qeyûm e. Vê carê jî bi veguhestina hilbijêrên xeyalî dixwazin îradeya Kurdan desteser bikin. Îro li hemû bajarên Kurdistanê hilbijêrên xeyalî qeyd dike. Li navçeyên Amedê, Colemêrgê, Şirnexê, Bedlîsê, Agiriyê, Qersê, Mûşê, Îdirê hatine qeydkirin. Hema bibêje li her deverê hilbijêrên xeyalî hatine qeydkirin.”
EM Ê NEHÊLIN KU DESTESER BIKIN
Bozan anî ziman ku wan qeydkirina van hilbijêrên xeyalî tespît kirine, serî li deverên pêwîst dane û destnîşan kir ku desthilatdarî çi dike bila bike wê partiya wan şaredariyan jinûve bi dest bixe. Bozan got, “Me bi rêxistinên partiya xwe yên bajar û navçeyan yek bi yek tespît kirin. Di encama van tespîtan de jî me li desteseriyên hilbijartinê yên navçeyê îtiraz kirin. Desteyên hilbijartinê yên navçeyan îtiraz red kirin. Niha jî li hemberî vê yekê Navenda Giştî ya Partiya me wê serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind bide. Em nizanin bê Desteya Hilbijartinê ya Bilind biryareke çawa bide. Desteya Hilbijartinê ya Bilind jî mixabin veguheriye saziyeke dewletê ya ku bi fermana Erdogan dixebite û qeyûm lê hatiye tayînkirin. AKP’ê berê dest datanî ser îradeya Kurdan. Niha jî dixwaze bi hilbijêrên xeyalî îradeya Kurdan desteser bike, lê em ê destûrê nedin vê yekê. Tişta herî mezin a ku em li hemberî vê bikin ew e ku li hemberî her hilbijêrekî veguhestine, herî kêm em du dengên DEM Partiyê zêde bikin. Li hemberî fen û fûtên wan em ê şaredariyan ji nû ve qezenç bikin. Ev şaredarî wê careke din ji aliyê DEM Partiyê ve bêne birêvebirin.”