Komaleya Hevgirtin û Alîkariya Bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) û malbatên girtiyan, di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de bi daxwaza “Deng bide azadiyê”, îro cara dawî li ber Girtîgeha Bakirkoyê hatin ba hev. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo aştiya civakî û şikandina tecrîdê deng bide azadiyê” û pêşmalkên “deng bide azadiyê” li xwe kirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bila tecrîd bê rakirin, ji bi mirovahiyê azadî” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.
‘EM Ê LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN TECRÎDÊ DERKEVIN’
Hevseroka MATUHAY-DER’ê Dîlek Sonmez Demîr bal kişand ser israra înkara desthilatê ya li Îmraliyê û got: “Tevî ku em her hefte kom dibin û dibêjin tecrîd heye, desthilat dibêje tecrîd tune ye. Her çiqas tecrîd bê înkarkirin jî bandora xwe li ser hemû aliyên civakê dike. Heta li hemû girtîgehan sepandina tecrîdê rabe em ê li hemû qadan têkoşîn bidin û em ê tecrîdê ragihînin raya giştî.”
Endama Komaleya Parêzerên Ji Bo Azadiyê (OHD) Hazal Surmelî wiha axivî: ,”Bi saya çalakiya dayikan me kunek li tecrîdê vekir. Hieta ku ji me bê em ê li dijî polîtîkayên tecrîdê bisekinin. Birêz Abdulkadîr Kuday tevî hemû serlêdanan nehat tehliyekirin û wekî encama tecrîdê ya herî xirab jiyana xwe ji dest da. Ji bo rakirina qedexeya hevdîtina bi parêzer û malabatê re, ez bang li hemû saziyên neteweyî û navneteweyî dikim ku mafên bingehîn ên mirovî bi cih bînin. Dawîlêanîna tecrîdê ji bo pêkhatina aştiyê gelek giring e.”
‘HETA TECRÎD BÊ ŞIKANDIN EM Ê ÇALAKIYAN BIDOMÎNIN’
Endamê OHD’ê Alî Dîler jî wiha got: “Tecrîda ku li Îmraliyê destpê kir li hemû girtîgehan belav bû. Girtî ji civakê hatin îzolekirin. Tevî ku divê girtî bên tehliyekirin, Saziya Îdare û Raçavkirinê astengiyan derdixîne. Em vê qebûl nakin û heta tecrîd bê şikandin em ê çalakiyên xwe bidomînin.”