Piştî binçavkirina hevşaredarên Akdenîzê yên Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nuûriye Arslan û hin endamên meclîsa şaredariyê yên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de, çalakiyên protestoyî yên li ber şaredariyê bi tevlîbûna parlamenterên DEM Partiyê û rêveberên partiyê didome. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê serdana kesên li ber şaredariyê çalakiya xwe didomînin, kir.
Endamê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê Kemal Goçmen di serdanê de axivî û diyar kir ku ew ê destûrê nedin bêhiqûqiyê û got, “Em ti carî hewldana desteserkirinê qebûl nakin.”
Alîkarê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê yê Berpirsyarê Rêveberiyên Herêmî Ruştu Tiryakî diyar kir ku gel li ser sindoqan ji qeyûman û deshilatê re got ‘na’. Tiryakî tekez kir ku gel bêhiqûqiya desthilatê qebûl nake û bang li desthilatê kir ku rêzê li dengê gel bigire. Tiryakî da zanîn ku hikûmet ji bo desteserkirina şaredariyan hincet nîşan dide û got, “Tenê pirsgirêkek desthilatê heye. Pirsgirêk ew e ku naxwazin Kurd xwe bi rêve bibin.”
Tiryakî wiha domand: “Gel ji me xwest ku em van şaredariyan bi rêve bibin. Em ê nehêlin hûn bi rêyên derqanûnî û desteserkirinê şaredariyan xesp dikin. Heta ku hûn ji vê siyasetê paşde gav bavêjin, em ê li vir bin.”
Tiryakî diyar kir ku dixwazin pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane çareser bibe û got, “Em dixwazin deriyê diyalogê bê vekirin. Ji aliyekî ve desthilata siyasî peyamên çareseriyê dide, li aliyê din jî hevşaredarên hilbijartî ji peywirê digire. Eger hûn şaredariyan desteser bikin, hûn ê nikaribin vê pêvajoyê bi gel bidin bawerkirin.”
Endama DEM Partiyê Perîhan Koca vê sepanê wekî “hiqûqa sûc” şîrove kir û banga têkoşîna hevpar kir.
Sekna gel a li ber şaredariyê heta saetên êvarê didome, wê sibê saet di 14.00’an de bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tûulay Hatîmogûllari civîna gel bê lidarxistin.