Kovara Courrier International ji gelek medyayê nûçe û analîz berhev kir û bal kişand şerê ku li ber deriyê Ewropayê ye.
Bi vegerandina xizmeta leşkerî ya mecbûrî, artêşên rezerv û zêdekirina butçeyên parastinê, di her warî de parzemîn ketiye seferberiyê. Ji Estonya heta Almanya, bi Polonya û Balkanan ji nû ve biçek dibin . Medya careke din bi dengekî bilind behsa parastina Ewropayê dike.
Rojnameya Danîmarkî Berlingske balê dikişîne ser hişyariya Wezîrê Parastina Sivîl Carl-Oskar Bohlin di serê meha Çileyê de kiribû: “Şer mimkûn e. Mesele ne teşwîqkirina tirsê, rûbirûbûna rastiyan e.”
Di nîvê meha Çileyê de Rob Bauer, amîralek Hollandî, alarmek wiha lêxist: “Em êdî nikarin îhtîmala şerek di nav bîst salên pêş de paşguh bikin. Rojên ku em dikarin wisa bikin ku her tişt baş e qediyan.” Li gorî De Volkskrant, Bauer bang li tevahiya civakê kir ku ji bo metirsiya pevçûnê li parzemînê “di demek ku her tişt dikare her dem biqewime” rû bi rû ye.
Ev bang li Kraliyeta Yekbûyî bû, ku di 24 Çile de Serfermandarê Îngiltereyê bi banga avakirina “artêşa welatiyan” bû sedema hêrsek piçûk.
Sir Patrick Sanders tekez kir ku “Hewce ye welatî fikra xwe biguherînin û bêtir mîna leşkerên amade ne ku biçin şer bifikirin”.
Li Îngilistanê ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn demek kurt leşkeriya mecbûrî hat rakirin, Serokwezîr Rishi Sunak neçar ma ku îdiaya ku dê leşkeriya mecbûrî vegere red bike.
Zêdebûna daxuyaniyên bi vî rengî ji destpêka îsal ve weke amadekariya şer tê nirxandin. Courrier International ev şîrove kir: “Tiştê teqez ev e ku piştî du salan ji destpêkirina şerê li Ukraynayê û piştî ku Rûsan li ser erdê desthiladariya xwe ji nû ve bi dest xist, xuya dike ku tevahiya Ewropayê xwe ji şer re amade dike.”
Meyla li seranserê parzemînê ber bi ji nû ve çekdarkirinê ye. Butçeyên berevaniyê zêde dibin û hikûmet hewl didin ku bêtir leşkeran seferber bikin. Li gorî rojnameya Almanî Der Spiegel, li ser vegerandina leşkeriya mecbûrî ya li Elmanyayê nîqaş dest pê kiriye.
Li Hollandayê, Wezareta Parastinê hêvî dike ku heta sala 2030’an artêşa xwe ya rezervê xurt bike. Rojnameya Trouw beşdarî civîneke ku di artêşa Hollandayê de hat lidarxistin bû û hewl da ku motîvasyonên rezervên pêşerojê fam bike. Yek ji wan dibêje: “Divê demokrasî bê parastin û bi taybetî bi rêyên leşkerî bê parastin.”
Li ser sînorê Rûsyayê li Estonyayê 600 stargeh dê bên çêkirin. Li gorî Dagens Nyheter, mîna dema Şerê Sar de derbarê di dema pevçûnan de çi bikin pirtûka destan hat çapkirin û li her malê li Swêdê hatin belavkirin.
Herî dawî jî daxuyaniya Serokê berê yê DYA’yê Donald Trûmp a di 10’ê Sibatê de gotibû “Ew ê di dema êrîşeke Rûsyayê de alîkariya Ewropayê neke fikarên YE’yê zêde kir.”
Li gorî kovara Polîtîco, ev mijar êdî ne bi awayekî belavbûyî, hewla hevrêziyê ye. Kovar pirsa; Ewropa di navbera tehdîda Rûs û tecrîda Amerîkayê de ye û çi ferq heye? pirsî û wiha pêde çû: “Ma ew bi tena serê xwe dikare xwe biparêze?”
Timothy Garton Ash di The Guardian de çavdêriyek wiha dike:
“Ligel ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li Rojhilat bi pêş ve diçe û namzedê serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump gefa vekişîna ji Rojava xwar, dem hatiye ku fikra parastina Ewropayê zindî bibe.”
Di Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê de gelek axaftin li ser berevaniya Ewropî hat kirin, lê berevajî sala borî, ew rewş nema bi coş bû. Li gorî medyaya biyanî, Ewropa li hember Rûsyayê ji her demê bêhtir xwe bi xetereyê dibîne.