Çarşem, 14 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 14’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna gel: ‘Divê Abdullah Ocalan bi beşên cuda yên civakê re hevdîtin bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Desteya Aştî û Siyasîbûnê divê dest bi kar bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Cella Yildirim ê krîza dil derbas kir li girtîgehê hate vegerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tehliyeya du girtiyan dîsa hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kariane Westrheim: Çareseriya demokratîk a meseleya Kurd bi kêrî civaka Tirkiyeyê jî tê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tevgera Jinên Kurd beşdarî Kombûna Jinan a Navneteweyî ya li Arjantînê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulsum Elvan: Aştî tenê bi edaletê, rûbirûbûnê û têkoşîna jinê ava dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê şehîdên Ragihandina Azad Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Cîhan > Li São Paulo’yê Cejna Berxwedana Netewî hate pîrozkirin
Cîhan

Li São Paulo’yê Cejna Berxwedana Netewî hate pîrozkirin

Li bajarê São Paulo yê Brezîlyayê bi beşdariya gelek rêxistinên şoreşger û demokratîk, Cejna Berxwedana Netewî hate pîrozkirin û li ser Tevgera Azadiya Kurdistanê nîqaşên berfireh hatin kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Rêxistinên gel ên Brezîlyayê CSP Conlutas, Luta Popular, Akademiya Femînîst a Abya Yala, Jinên di Têkoşînê de, Sendîkaya Karkerên Metal, AMPARAR (Komeleya Malbat û Kesên Girtîyan), Kolektîfa Jinên Bakurêrojhilat û enternasyonalîstên Eniya Parastina Gelê Filistînê, Tora Jinan – Avakirina Pêşerojê û Tevgera Jinên Kurdistanê, di salvegera damezirandina Tevgera Azadiya Kurdistanê û Cejna Berxwedana Neteweyî de li São Paulo’yê bi civîneke mezin hatin cem hev.

 

Li bajarê São Paulo’yê, ji bo nîqaşkirina amûrên têkoşîna rêxistinkirî ya li hemberî tundiya dewletan û giringiya enternasyonalîzma komunal, civîna tevgerên gel hate lidarxistin û cejn hate pîrozkirin.

Pîrozbahî bi lîstikeke şanoyê ya li ser çîroka enternasyonalîsta Arjantînî Şehîd Lêgerîn ku di Adara 2018’an de li Rojavayê Kurdistanê şehîd bûbû, destpê kir. Lîstik ji aliyê lîstikvana Brezîlyayî Rojda Dardara ve hate lîstin.

Endama Luta Popularê Irene Maestro di vekirina bernameyê de axivî û bal kişand ser giringiya yekbûna têkoşînê gelan û rola jinan a li hemberî polîtîkayên wêranker ên dewletan. Di heman demê de bang li beşdaran kir ku li ser enternasyonalîzmê, xwerêxistinkirina gelan û bajaran nîqaş bikin.

Piştre, nûnera Tevgera Jinên Kurdistanê axivî û giringiya damezirandina Tevgera Azadiya Kurdistanê û rola Rêber Apo ya ku di afirandina paradîgmayeke ku têkoşîna gel temsîl dike anî ziman. Li ser Konfederalîzma Demokratîk nîqaş hatin kirin û hate destnîşankirin ku ji bo li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên hêzên hegemonîk, divê li asta navneteweyî torên têkoşîna gelan bên avakirin. Rêxistinkirina jinan, yekitiya gelên têkoşer û parastina jiyanê bûn mijarên sereke yên nîqaşa kolektîf.

Endama AMPARAR’ê Railda Silva axaftina xwe bi vegotina têkoşîna ji bo azadiya girtiyan a li zîndananên Brezîlyayê berdewam kir. Bi argumanên xurt polîtîkaya cezayê ya dewletê ya li ser ciwan û malbatan rexne kir û bang kir ku ji bo mafên kesên girtî bên parastin.

Piştre Soraya Misleh ji navê Eniya Têkoşîna Filistînê axivî û bal kişand ser rawestandina şerê li dijî gelê Filistînê û banga yekîtiya têkoşînê kir. Soraya Misleh destnîşan kir ku tenê têkoşîna rêxistinkirî ya gelan dikare li hemberî vê qirkirinê bibe bend û giringiya piştgirî û hevkariya ji aliyê mirovî anî ziman.

Di nîqaşan de Sendîkaya Karkerên Metalê di têkoşîna gel de ramanên xwe yên li ser rola jinên karker û pêwîstiya parastina axê parve kirin. Endamên Luta Popularê jî ezmûnên xwe yên dagirkirina erdên ji bo avakirina qadên jiyanê yên li hemberî polîtîkayên dewletê û bidestxistina erdê vegotin. Hat diyarkirin ku li gelek herêmên Brezîlyayê ne tenê erd azad dikin, civakên xwerêxistinkirî yên li ser bingeha parastina axê ya gel ava dikin.

Endama Kolektîfa Jinên Bakurêrojhilat Ana Sueli ku ji taxên xizan ên São Pauloyê têkoşînê dike, diyar kir ku di bingeha têkoşîna wan de rola pêşeng a jinan heye. Ji ber vê yekê, yekitiya jinan li kû derê cîhanê be jî, ji bo fêrbûna û avakirina awayên xweparastinê yên xurt û saxlem giringiya mezin heye.

Civîn bi axaftina Irene Maestro ya ku bang li yekbûna gelan a li hemberî dewletan kir, bi dawî bû. Bi vî awayî dema ku damezirandina Tevgera Azadiya Kurdistanê û Cejna Berxwedana Neteweyî hate pîrozkirin, peyameke piştgiriyê ji Rêber Apo û gelê Kurd re hate şandin. Di peyamê de bi kurtî ev hebû:

“Ti kes nikare gelên yekbûyî têk bibe.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN SAO PAULO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Jinan tabûta Dîlan Karaman hilgirtin ser milên xwe û bi tilîliyan veşartin
Nûçeya Pişt re Çalakiya Roboskî: Komkujî li hemberî mirovahiyê sûc in, bila demborî rabe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 15’Ê NÎSANA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Rojhat Babat ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Wanê hate veşartin

Cenazeyê Rojhat Babat ê li Girtîgeha Kirşehîrê jiyana xwe ji dest da li Wanê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 13’Ê ADARA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Fransayê çalakiyên xwendekaran: Ji sedî 90’ê zanîgehan girtî ne

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Fransayê xwendekarên lîseyê car din daketin qadan

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Meksîka û DYE di bin bandora bahoza Rachelê de ne

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

E. Hall û Michael Woodfort Xelata Aboriyê ya Nobelê ya 2026’an wergirtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?