Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Asim Elî di 8’ê Mijdara 2025’an dema pêkanîna erkê xwe de şehîd bû, li Şehîdegaha Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê ya bajarê Hesekê hat veşartin.
Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Xilûd Xelef sersaxî da malbata şehîd û soza domandina rêya wî dubare kir.
Piştre endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ciwan Hesekê bi navê hêzan axivî û hemû şehîd bi bîr anîn û soza domandina têkoşînê û parastina xakê dubare kir.
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hat radestkirin. Cenaze bi tilîliyên dayikan hat veşartin.

