Cenazeyê Rojnamevan Gulistan Tara ku 23’yê Tebaxê li navçeya Seyîdsadiq a bajarê Sileymaniyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat qetilkirin, piştî merasîma li Silêmaniyê ji Deriyê Sînor ê Xabûrê anîn navçeya Silopiyayê.
Cenazeyê Gulistan Tara bi girseyî bi dirûşmeya “Şehîd namirin” hate pêşwazîkirin.
Piştre ji bo karûbarên otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Piştî otopsiyê wê cenazeyê şehîd bibin Êlihê.