Çarşem, 23 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji CHP’ê 5 şaredaran îstifa kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî ragirtina ji 22 salan Cevher Ay hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskar Sûzan Samanci hate binçavkirin û qedexeya derketina derveyî welat lê hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Eskîşehîrê girtiyek bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Em di rojên pêş de li benda geşedanên girîng ên nû ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîd Bêrîtan Çelê li Şengalê bi merasîmekî hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cihê gora gerîlayê HPG’ê Gezîcî piştî 21 salan hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîd Dîlan evîndara doz û xaka xwe bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    29 sal in li aqûbeta kur û bûka xwe dipirse: ‘Bila goreke wan hebe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji çapemeniya azad ber bi çiyê ve: Egîd Amed

    Ji aliyê Stêrk TV

    NY’ê hişyarî da: Dibe ku li Yemenê bi sed hezaran kes ji cih û warên xwe bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Pervîn Buldan: Di pêvajoya pêşiya me de wê gavên bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sakarya, Konya û Hatayê 3 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê darvekirinê ji bo xwendekara zanîngehê Necme Emînî hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê jinek hate qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Rêveberiya Tevgerê: Qanûn bi rêvebirina Rêber Apo dikare bi cih bê anîn
Kurdistan

Rêveberiya Tevgerê: Qanûn bi rêvebirina Rêber Apo dikare bi cih bê anîn

Rêveberiya Tevgerê diyar kir ku qanûna çarçoveyê xwedî kêmasiyên cidî ne û got, "Bi kurtasî eger ev qanûn zimanê aştiyê ji xwe re bike esas, ji aliyê Rêber Apo ve bê birêvebirin û bi qanûnên demokratîkbûnê yên nû bê xwedîkirin, dikare pêk were."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Tebax 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Rêveberiya Tevgerê têkildarî qanûna çarçoveyê ev daxuyanî da:

“Qanûna çarçoveyê ku bi mehan e tê hêvîkirin ji komîsyonê derbas bû û wê li meclîsê bê erêkirin. Gelek kes bi tundî li ber vê qanûnê rabûn û hinekan jî qanûn ji gelek aliyan ve rexne kirin. DEM Partiyê gelek kêm û kurtiyên qanûnê li komîsyonê rexne kir û ya ku divê piştî qanûnê bê kirin destnîşan kir.

Rêber Apo piştî daxuyaniya Devlet Bahçelî gotibû, hêza min heye ku rewşa şer a ji ber pirsgirêka Kurd bikişîne ser zemîna hiqûqî û siyasî. Bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibata 2025’an re nexşerêya vê yekê bi şênberî danî holê.

Tevgera me ya Azadiyê li ser bingeha banga Rêber Apo ji bo pêşveçûna pêvajoya aştî û civaka demokratîk berpirsyariya xwe bi cih anî. Li ser vê bingehê sal û nîvek e şer naqewime.

Di nava vê demê de ji bo pêkhatina aştiyê, demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd li meclîsê Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî ava bû, di encama hevdîtinên vê komîsyonê de li gel kêmasiyên cidî jî raporek hate amadekirin ku dikare girîng bê dîtin.

Rêber Apo di vê pêvajoyê de ji bo derxistina qanûneke kokê ya ku rêya çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê diyar bike, hem bi rayedarên dewletê hem jî bi DEM Partî û Tevgera me ya Azadiyê re têkilî û diyalog danî. Me jî di vê pêvajoyê de nîqaşên li ser qanûna kokê ji nêz ve şopand. Têkildarî pêşnûme qanûnê ku bi şêweyên cuda gihîşt me, bi rêya daxuyaniyan me nêrîn û rexneyên xwe pêşkêşî raya giştî kirin. Beriya her tiştî me destnîşan kir ku zimanê qanûneke kokê ya ku aştiyê ji xwe re dike armanc divê ne zimanê şer be, divê zimanê aştiyê be. Weke ku Rêber Apo got, me bal kişand ser wê yekê ku divê ne bi wî şêweyî be ku ji rêzê, teng û xizmetê ji siberojê re nake, divê li gorî hesasiyetên aliyan bê amadekirin. Me destnîşan kir ku ji bo gavên qanûn diyar bike bêne avêtin, divê teqez Rêber Apo azad be û karibe bi rengekî azad kar bike. Me girîngiya wê yekê anîn ziman ku ev qanûn divê soza wê yekê bide ku di çarçoveya hin gavên diyarkirî de qanûnên azadiyê û demokratîkbûnê derxîne.

Rêber Apo ji xwe beriya daxuıyaniya me bi rêya heyeta DEM Partiyê ji raya giştî re ragihandibû ku divê şêwe û armancên qanûna çarçoveyê çi be. DEM Partî û hêzên demokratîk jî di vê pêvajoyê de li ser mijara qanûna çarçoveyê nêrînên xwe, pêşniyarên xwe destnîşan kirin û di vê mijarê de hin hevdîtin jî kirin.

Qanûna ku bi mehan e tê nîqaşkirin û gelê me, me û hêzên demokrasiyê nêrîna xwe diyar kirin, ji bilî dijberiya meyleke dijminê Kurdan a li meclîsê ya bi provokasyonan, bi erêkirina hemû hêzên din ên siyasî ji komîsyona edaletê ya meclîsê derbas bû.

Di nava vê qanûnê de şaşitî û kêmasiyên cidî hene. Pêşniyarên ku di rapora komîsyona meclîsê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê hatin kirin, di vê raporê de cih negirtine. Lewma tam bersiv nedaye armancê. Bêyî bikaranîna têgeha Kurd vegotina bêçekbûnê nîşan dide ku pirsgirêk bi rengekî hevgirtî nehatiye nirxandin. Li gel kêmasiyên cidî yên naverokê, têgeh û zimanê hatiye bikaranîn jî ji bo qanûneke bi armanca aştiyê pirsgirêkeke cidî ye. Bêguman ev ziman zimanekî welê ye ku gelê me û Tevgera me nikare qebûl bike.

Tevgera me jî gelê me jî destnîşan kiriye ku eger wê qanûnek bê derxistin û ev pêvajo bê meşandin, ev yek tenê bi mercên karkirinê û jiyanê yê azad ê Rêber Apo dibe. Ev yek jî di her firsendê de bilêv kiriye. Tenê bi mercên azad ê jiyan û karkirinê yê Rêber Apo têkildarî tevgera me dikare gav bê avêtin û bicihanîn. Ev yek bi rêvebirina yekser a Rêber Apo pêkan e. Pêvajoya aştî û civaka demokratîk tenê bi mercên karkirin û jiyana azad a Rêber Apo dikare bi pêş ve biçe. Weke Tevgera Azadiyê bi pêşdîtina ku Rêber Apo bibe xwedî mercên azad ên karkirin û jiyanê me hemû gav avêtin. Devlet Bahçelî hîn di roja destpêkê de soza bicihanîna mafê hêviyê ji bo Rêber Apo da.

Devlet Bahçelî û rayedarên AKP’ê diyar dikin ku ev pêvajo polîtîkayeke dewletê ye. Axaftin hemû jî di çarçoveya vê polîtîkayê de têne kirin. Devlet Bahçelî destnîşan kiribû ku di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de Rêber Apo wê bibe ‘Koordînatorê Siyasîbûnê û Pêvajoya Aştiyê’. Rayedarên dewletê jî ev pêşniyara Devlet Bahçelî qebûl kirin. Lê belê rola ku Rêber Apo di vê pêvajoyê de pê rabe, di qanûna çarçoveyê de nehatiye diyarkirin. Tenê bi rengekî nediyar hatiye gotin, desteya di bin serokatiya alîkarê serokkomar bê avakirin wê karibe desteyan ava bike. Eger Rêber Apo nikaribe di nava mercên azad ên jiyan û karkirinê de koordînatoriyê ji vê desteyê re bike, gelek xusûsên ku qanûn diyar dike wê pêk neyê.

Lewma rê û rêbazên bicihanîna qanûnê girîng e. Her qanûn, gava ku bi rê û rêbazên rast bi cih hate anîn hingî dikare bikeve meriyetê. Rê, rêbaz, rêvebirin û uslûp girîng e. Ji ber ku ev qanûn bi ferzkirineke yekalî pêk nayê. Di mijareke ewçend girîng de rê û rêbazên afirîner û pêşîvekirinê girîng e. Bi kurtasî, ev qanûn eger zimanê aştiyê esas bê girtin û pratîkbûna wê ji aliyê Rêber Apo ve hate meşandin û rêvebirin, her wiha bi qanûnên demokratîk ên nû yên bêne derxistin were xwedîkirin, hingî dikare bi cih bê anîn.

Qanûnê li ser bingeha demokratîkbûnê pêşîvekirina li qada siyasî ya demokratîk daniye pêşiya xwe. Karê siyasî yê demokratîk tenê bi demokratîkbûna ku azadiya rêxistinbûn û fikrî misoger dike, dikare bê meşandin. Ji ber vê yekê ev qanûna çarçoveyê bêyî derengxistinê divê bi kar û qanûnên li ser esasê demokratîkbûnê bê biserxistin. Weke ku Rêber Apo û hemû hêzên demokratîk destnîşan kir, divê ev qanûn bibe destpêkek. Eger bibe qanûnek ku pêşî li pêşketinên piştre veke, hingî wê rola kok û çarçovebûyînê bi cih bîne.

Tê xwestin ku gerîla bêçek bibe û bê. Eger biçe Tirkiyeyê li ser bingeha azadiya fikrî û rêxistinbûnê nikaribe siyaseta demokratîk bike, eger li ser bingeha rêxistinbûn û gotinên xwe bê sûcdarkirin û were girtin, hingî daketina gerîla ya li deştê li aliyekî, siyasetmedarên ku ji neçarî çûne Ewropayê jî wê nikaribin vegerin. Ev tenê mînakeke şênber e. Bêguman gelek rêyên cuda yên demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd hene.

Ev qanûn destpêkek e. Di serî de pirsgirêka Kurd ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan divê têkoşîna demokratîkbûnê bê pêşvebirin. Lewma divê gelên me û hêzên demokrasiyê hemû ji bo demokratîkbûnê û çareseriya pirsgirêka Kurd xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin. Hingî wê qanûna hate derxistin bi rastî jî xwedî rola qanûna çarçoveyê be; wê bibe destpêkek ji bo pêşketinên girîng.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Berxwedana gundî û ekolojîstan karên JES’ê bi demkî sekinand
Nûçeya Pişt re Demîrtaş û Mizrakli peyama ‘pêvajoyê’ ji Lîjneya Giştî re şandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Qamişloyê bi beşdariya hezaran kesan merasîma 6 şehîdan hat kirin

Li Qamişloyê ji bo 6 şehîdên berxwedana parastina Rojava merasîmek girseyî hat lidarxistin. 

Ji aliyê Stêrk TV

Hevdîtina DEM Partî-CHP’ê bi dawî bû

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê hevdîtin bi Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel re kir.…

Ji aliyê Stêrk TV

Santrala ceryanê ya Til Temirê hat bombebarankirin

Di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SMO’yê de stasyona ceyranê ya bajarê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Şehîd Bêrîtan Çelê li Şengalê bi merasîmekî hate bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cihê gora gerîlayê HPG’ê Gezîcî piştî 21 salan hate dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Şehîd Dîlan evîndara doz û xaka xwe bû’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

29 sal in li aqûbeta kur û bûka xwe dipirse: ‘Bila goreke wan hebe’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?