Yekşem, 9 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Pêşnûme ‘Qanûna Çarçoveyê’ sibe dikeve roja Civata Giştî ya Meclîsê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Doza Komkujiya Duyemîn a Parîsê 23’ê Sibatê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emrûllah Cîn: Ev gava destpêkê ye, encam wê erênî be

    Ji aliyê Stêrk TV

    George Aslan: Eger pêvajo bi aştiya mayinde bi encam bibe, wê vegera Suryaniyan zêde bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û YJED: Ji bo demokrasiyê çi bikeve ser milê me em ê bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rêveberiya Tevgerê: Qanûn bi rêvebirina Rêber Apo dikare bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kontrayê dest wî di şehîdkirina 4 gerîlayên li Mehabadê de hebû hat cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kete: Polîtîkayên şerê taybet ên li dijî Dersimê bi qirkirina çandî kûrtir dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyaneke bi sirgûn, êşkence û windahiyan re derbas bû: ‘Ez naxwazim bêyî ku aştiyê bibînim bimrim’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê 6 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Tuncel: Em ê bi hev re jiyana demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di nava partiyan û rêveberiyên herêmî de kotaya jin ên ciwan divê mecbûrî be’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Demîrtaş û Mizrakli peyama ‘pêvajoyê’ ji Lîjneya Giştî re şandin
Rojane

Demîrtaş û Mizrakli peyama ‘pêvajoyê’ ji Lîjneya Giştî re şandin

Siyasetmedarên girtî Selahattîn Demîrtaş û Selçuk Mizrakli di peyama hevpar a derbarê qanûna çarçoveyê de diyarkirin ku ew piştgirî didin pêvajoyê û gotin, “Ev ne pêvajoyeke dabeşkirin an jî dayîn û standinê ya li ser bazarekî erzan e.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Tebax 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Selahattîn Demîrtaş û Selçuk Mizrakli derbarê hevdîtinên Qanûna Çarçoveyê de peyamek ji Lîjneya Giştî ya Meclîsê re şandin.

Peyama wan bi vî rengî ye:

Birêz Serok, Birêz Serokên Giştî, Birêz Parlamenter,

Em we cuda cuda bi hemû samîmiyeta xwe silav dikin û hurmetên xwe pêşkêş dikin.

Hêvîdarin hûnê gaveke din a krîtîk ku xwedî potansiyela guhertina bi koka a çarenûsa welatê me û herêmê me ye û pir girîng e, bi hev re bixin meriyetê.

Bêguman wê nîqaş, rexne û pêşniyar hebin; her yek ji wan hêja ye û tevkarî dide. Lê em dixwazin bê zanîn ku em bi hemû dil, samîmîyet û ciddiyeta xwe ji bo ku aramî û xwişk-biratiya 86 milyon kesan xurt û mezin bikin, di nava vê pêvajoyê de cih girt û bi hemû hêza xwe piştgirî da.

Ev ne pêvajoyeke dabeşkirin an jî dayîn û standinê ya li ser bazarekî erzan e.

Divê tu kes di bin hewldanên hêja de hesabên veşartî û planên qirêj negere û dem nexwe. Aliyên ku bi guman nêz dibin, bila bi qasî ku dixwazin rexne li vê pêvajoyê bikin, lê wê ji xeynî dawaza me ya hembêzkirina hev û hesta bi Kurd û Tirk re bûyîna Tirkiye tiştekî din nebînin.

Di encama pevçûna 40 salî de, hema hema kes nema ku dilê wê ne birîndar be. Em neçar in ku bi dilpakî pêvajoyê pêşve bibin, êşên xwe parve bikin û mil bi mil ber bi pêşerojê ve bimeşin.

Parlamenterên hêja,

Em hêvî dikin ku her dengê ku hûn bikarbînin aştî, yekîtî û xwişk-biratiya me xurt bike û rexne û hişyariyên xwe li ser bingeke çêker diyar bikin. Em hêvî dikin ku ev gava ku em bawer dikin ji bi me hemûyan bibe xêr, di siyasetê de deriyên nû veke û qencî, hevkarî û gihîştîbûnê bide qezenckirin.

Bi vê wesîleyê em spasiya Birêz Serokkomar û Devlet Bahçelî ku di destpêkirin û meşandina pêvajoyeke zehmet de îradeya siyasî bi xurt nîşan dan, bi taybet spasiya Birêz Abdullah Ocalan dikin ku ji bo aştiyê hewldanake mezin da.

Cuda cuda spasiya Birêz Numan Kurtulmuş, Ozgur Ozel, Mahmut Arikan, Alî Babacan, Ahmet Davutoglu, Erkan Baş, Seyît Aslan, Kemal Kiliçdaroglu, û Zekeriya Yapicioglu dikin ku ji bo xwedîderketin û bi tendurist rêveçûna pêvajoyê tevkarî kirin.

Em spasiya Birêz Musavat Dervişoglu û Fatîh Erbakan dikin ku bi rexneyên xwe yên neyînî her çiqas ne rasterast jî be tevkarî li pêvajoyê kirin.

Bêguman em spasiya hevalên xwe yên ji DEM Partiyê, Hevserokêm me yên Giştî Birêz Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari û endamên xwe yên Heyeta Îmraliyê dikin ku bi fedakariyên mezin bûn hêza pêvajoyê, bi vê wesîleyê hevalê xwe Sirri Sureyya Onder jî bi rehmet û minetdarî bi bîr tînin û silav û rêzên xwe yên germ ji hemû parlamenteran re dişînin.

Em bi taybet spasiya kedkarên bênav ên ku di vê pêvajoyê de kedeke mezin dan dikin.

Xudê ji hemû kesên ku tevkarî li aştiyê kirin û dilopek av avêtin ser vê agirê razî be, qanûna ku wê derkeve bibe wesîleya xêr.

Em carek din Lîjneya Giştî bi rêzdarî silav dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rêveberiya Tevgerê: Qanûn bi rêvebirina Rêber Apo dikare bi cih bê anîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

YE û Îsraîl li ser alîkarîya mirovî a bo Xezayê li hevkirin

Yekitîya Ewropayê (YE) û Îsraîl bo zêdekirina alîkariya mirovî yên bo Xezeyê li hevkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Kaytan û Altûn li Silêmaniyê hatin bibîranîn

Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Silêmaniyê hatin bibîranîn.

Ji aliyê Stêrk TV

HRE’yê nasnameya 8 şehîdan eşkere kir

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) nasnameya 8 şervanên xwe eşkere kir ku di navbera 1-2'ê Kanûna…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Greenlandê hişyariya sondajê da şîrketa petrolê ya girêdayî Trump

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Pêşnûme ‘Qanûna Çarçoveyê’ sibe dikeve roja Civata Giştî ya Meclîsê

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Şerê Ûkraynayê: Êriş dewam dikin, windahiya sivîlan zêde dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Çînê hişyariya bagera Dolphinê: Bêhtirî hezar û 500 seferên balafiran hatin betalkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?