Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Omer Ocalan li gel ferdên malbata xwe di 31’ê Cotmeha 2025’an de li Grava Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtina malbatî pêk anîbû.
Di hevdîtinê de xwişka Abdullah Ocalan Fatma Ocalan û xwarziyên Abdullah Ocalan Berfîn û Alî Ocalan jî cih girtibûn. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal cara ewil wêneyê bi malbatê re hatibû kişandin, parve kir.

