Asta ava yek ji rêyên avê yên herî girîng a Elmanyayê Çemê Renê gelekî kêm bûye. Yekîtiya Barkêşiya Rêyên Avî ya Navxweyî ya Elmanyayê (BDB) diyar kir ku ger rewşa heyî berdewam bike dibe ku li beşên çemî hatûçûna keştiyan were sekinandin.
Bi taybetî herêma li eyaleta Renanya-Palatinayê xala pîvanê ya Kaub a di navbera Koblenz û Mainzê de gelekî girîng e. Li gorî BDB’ê tê payîn ku asta avê vê hefteyê cara ewil dakeve bin 10 santîmetreyan. Çemê Renê di rewşeke bi vî rengî de wê ji bo hatûçûna keştiyan neyê bikaranîn.
KEŞTÎ BARÊN KÊMTIR BAR DIKIN
Ji ber kêmbûna asta avê keştiyên baran bes beşeke kapasîteya xwe bar dikin. Şîrketên barkêşiyê ji bo neqilkirina heman barî neçar in ku seferên zêde bikin û ev yek jî buhayê lojîstîkê zêde dike.
Bandorên ziwabûna li Elmanyayê xwe li ser avên din jî nîşan dide. Ji ber kêmbûna barînan ên demdirêj û germahiyên zêde asta gelek avan daketiye û tê diyarkirin ku guherîna avhewayê van şert û mercan girantir dike.

