Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Esed Şêxo hat veşartin. Xelkê Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer tevlî merasîmê bûn. Esed Şêxo di 9ˊê Gulanê de di encama nexweşiyekê de şehîd bibû.
Girseya gel şehîd ji Nexweşxaneya Şehîd Hogir a Dêrikê wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Xebat ve ketin rê.
Li goristanê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Xalîse Hacî axivî û rola şehîdan silav kir û got: “Bi fedakariya wan em digihînin îstîqrarî û ewlehiyê.”
Xalîse wiha domand: “Divê em li dora armancên şehîdên xwe bibin pireke xurt heta em serkeftinê bi dest bixin.”
Dûre Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.