Artêşa Tirk a dagirker duh bi balafireke bêmirov ê biçek navenda bajarê Kobanê û bendeke kontrolê ya Hêza Ewlekariya Hundirîn kir hedefa xwe, di encamê êrîşa hovane de endamê Hêza Ewlekariya Hundirîn Henûş Bekî şehîd bû û sê endamên asayîşê bi giranî birîndar bûn.
Ji bo şehîd Henûş Bekî bi beşdariya hezaran kesî li goristana Şehîdan a Şehîd Dicle merasîm hat lidarxistin. Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtnê Hevserokê Desteya Hundirîn Merwan Hemo axivî û diyar kir ku êrîş li ser destkeftiyên şoreşa me ye û wiha got:” Em rê nadin dijmin û em ê li pêşiya wî bibin mertal. Em nahêlin ku bi van êrîşan van destkeftiyên me yên şoreşê bên tunekirin. “
‘EM BI TÊKOŞÎNA ŞEHÎDAN GIHÎŞTIN VÊ ASTÊ’
Dûre jî Rêveberiya Kongra Star a bajarê Qinê Sûad Şêx Demîr axivî û anî ziman ku têkoşîna ku li Rojava û bi taybet li Kobanê veguherî şoreşeke dîrokî û wiha wiha axivî: “Em bi têkoşîna weke Henûş û hevrêyên wî em gihîştin van astan, yên ku hiştin em têkoşînê bikin û li ber xwe bidin şehîdên me ne. Em gula Kurdistanê li Goristana şehîd Dicle diçînin. Divê em şopdarê riya şehîdên xwe bin, ev e ji felsefeya Rêber Apo ye.”
Di merasîmê de wesîqa şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Piştre cenazeyê şehîd bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” hat veşartin.