Çarşem, 5 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    CHP’ê jî pêşnûmeya ‘qanûna çarçoveyê’ îmze kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşnûmeya ‘qanûna çarçoveyê’ pêşkêşî Meclîsê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Îmzeyek ji bo demokrasiyê û paşeroja me ya hevpar e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xalên ‘Qanûna Çarçoveyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê pêşnûmeya “Qanûna Çarçoveyê” îmze kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    AKP: Pêşnûmeya ‘Qanûna Çarçoveyê’ wê îro teqez pêşkêşî Meclîsê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Wargeha Mexmûrê di salvegera 12’emîn de êrişên DAÎŞ’ê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Tenduristiyê ya Mexmûrê: ‘Tenduristiya Rêber Apo tenduristiya me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga li dijî darvekirinan: Nerazîbûn têrê nake, gav divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê bîranîna Şengalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranîna li Şengalê bi dawî bû: Xweseriya Şengalê biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Li Şengalê edalet pêk nehatiye, divê statuya gelê Êzidî were misogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di nava partiyan û rêveberiyên herêmî de kotaya jin ên ciwan divê mecbûrî be’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Tîrmehê 5 rojnamevanên jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nûçeya Gulistan Doku derbarê rojnamevan Zîlan Azad lêpirsîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    REPAK: Têkoşîna jinên Êzîdî wê azadiyê misoger bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Civak bi ruhê yekîtiyê xwedî li ‘pêngava azadiyê’ derket
Rojava

Civak bi ruhê yekîtiyê xwedî li ‘pêngava azadiyê’ derket

Ji Înîsiyatîfa Azadî ji Rêber Apo re Silêman Îsa Ehmed anî ziman ku civaka Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi ruhekî mezin xwedî li pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' derketiye û got, "Pêngav wê hîn bi xurtî dewam bike."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd di 10’ê Cotmeha 2023’an de bi dirûşma ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ di asta navneteweyî de pêngavek hate destpêkirin. Sazî û rêxistinên li Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ragihandin ku ew tevlî vê pêngavê û têkoşînê dibin û di nava salekê de gelek çalakî lidar xistin.

Endamê ‘Înîsiyatîfa Azadî ji Rêber Apo re’ Silêman Îsa Ehmed çalakiyên salekê yên di çarçoveya pêngava azadiyê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin lidarxistin ji ANF’ê re vegot.

Îsa Ehmed destpêkê bal kişand ser girîngiya pêngavê û got, “Pêngava azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re salek li pey xwe hişt. Di nava vê demê de di çarçoveya pêngavê de li cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê çalakî hatin lidarxistin, pêngav li qadeke berfireh belav bû. Vê rewşê girîngî û pêwîstiya bi azadiya Rêber Apo careke din nîşan da. Di nava beşdarên pêngavê de gelek kesayetên zane û berpirsyar ên civakê yên mîna parlamenter, rojnamevan, nivîskar, rewşenbîr û zanyar hebûn.

‘PÊWÎSTIYA MIROVAN BI FIKIR Û FELSEFEYA RÊBERTÎ HEYE’

Pêngava ku ji bo Rêbertî li 74 welatan destpê kir, di asteke bilind de xwedîderketin lê çêbû, mezin bû û her roj bi çalakiyan hîn mezin bû. Vê yekê nîşanî me da ku ne tenê li Kurdistanê li tevahiya cîhanê jiyaneke bêyî rêbertî nabe. Niha li her derê mirov daxwaza azadiya Rêbertî dike. Di dema destpêkê ya pêngavê de li welatên weke Bangladeşê jî jinan wêneyên Rêbertî hildan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî kirin. Jinên li vê derê dîtin ku ji bo azadiya xwe û welatê xwe pêwîstî bi azadiya Rêber Apo heye. Eleqeya ji bo pêngava azadî ji Rêbertî re nîşan da ku pêwîstiya mirovahiyê di kîjan astê de bi fikir û felsefeya Rêbertî heye.”

Îsa Ehmed mezinbûna pêngavê û xwedîderketina wê bi vî rengî nirxand, “Rêber Apo di parêznameyên xwe de pirsgirêkên aborî, siyaset, ekolojî, azadiya jinê, edaleta civakî bi berfirehî dinirxîne û çareseriyên mayinde pêşkêş dike. Yên ku tevlî vê pêngavê bûn mirovên gelek mijaran de şareza ne. Ew kes in ku Rêbertî xwendine, fêhm kirine û baweriya xwe bi fikir û felsefeya wî anîne. Ji xwe ji ber vê yekê tevlî pêngavê bûne.

Ji ber vê yekê li gelek deverên cîhanê di asteke bilind de xwedîderketin li pêngavê dibe. Çalakiyên hatin lidarxistin, meş bi beşdariya girseyî pêk hatin. Li Elmanyayê bi sed hezaran kes ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan. Gelek meş, mîtîng, konferans û kongre hatin lidarxistin. Her wiha komên xwendina parêznameyên Rêbertî hatin avakirin. Mirov ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî dengê xwe bilind dikin. Dema ku vê dikin nîşan didin ku ew vê yekê ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo tevahiya cîhanê û mirovahiyê dixwazin. Ji ber ku pêwîstiya tevahiya cîhanê û mirovahiyê bi Rêber Apo heye. Ji xwe ev pêngav ji ber vê yekê her roj hîn mezin bû.”

‘HER KES DI FIKRÊ AZADIYA RÊBERTÎ DE GIHÎŞTIN HEV’

Îsa Ehmed ragihand ku ew jî ji 14’ê Cotmehê û pê ve bi rengekî çalak tevlî pêngavê bûn û got, “Em jî weke Înîsiyatîfa Azadiya Fîzîkî ya Rêbertî, Înîsiyatîfa Gel û parêzer di 14’ê Cotmehê de bi rengekî çalak tevlî pêngavê bûn. Li gorî derfet û hêza xwe em tevlî pêngavê bûn, ji ber ku Rêber Apo ji bo me jiyan bi xwe ye. Rêber Apo ew kes e ku wateya jiyanê, eşqa azadiyê da me. Eger em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tênekoşin hingî em ê rastiya xwe ya azadiyê û hebûna xwe winda bikin. Gelê me ji ber ku haya xwe ji vê heye, bi hemû hêza xwe tevlî vê pêngavê bû.”

Îsa Ehmed diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya pêngavê de timî li qadan e û got, “Her kes xwedî fikir û îradeyeke cuda ye; lê belê her kes di fikrê azadiya Rêbertî de gihîştin hev. Dema ku me dest bi kampanya îmzeyan kir, armanceke me hebû, lê belê hejmara îmzeyên li her derê hatin komkirin ji armanca me jî zêdetir bûn. Ji bajarên Sûriyeyê Suweyda, Şam, Salamiyah, Tartûs, Lazqiye, Hama û Hûmsê jî îmze hatin komkirin û şandin. Bang êdî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wêdetir li tevahiya herêmê belav bû. Bi taybetî piştî şer, tevlîheviya li Sûriyeyê û destpêkirina şoreşê pêwîstiya bi azadiya fîzîkî ji aliyê her kesî ve hîn bêhtir hate dîtin. Hate dîtin ku sîstema li herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin pirsgirêkên civakî çawa çareser dike.”

Îsa Ehmed têkildarî çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin lidarxistin ev agahî da:

“Di çarçoveya pêngavê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek konferansên girîng hatin lidarxistin. Li bajarê Reqayê konferansa hiqûq û tenduristiyê hate kirin. Bi sedan kesên tevlî konferansê bûn bi plan û bernameya nû re diyar kirin ku wê têkoşînê mezin bikin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji CPT, saziyên mafên mirovan, rêxistinên hiqûqê û gelek hikumetan re name hatin şandin. ‘Înîsiyatîfa Azadî ji Rêber Apo re’ serdana partiyên siyasî kir û di van serdanan de gelek partiyan ragihandin ku di çarçoveya pêngavê de ew amade ne têbikoşin. Jinan jî di vê demê de têkoşîneke girîng kirin; rêxistinên jinan ên li herêmê bi dirûşma ‘Nasnameya jin a azad bi Rêber Apo re dibe’ daketin qadan. Her wiha bi nûnerên eşîrên Kurd û Ereb re hevdîtin hatin kirin û bi hev re têkoşîn hate meşandin. Bi lîderên olî re jî civîn hatin kirin û di vê çarçoveyê de nîqaş hatin meşandin.

‘GEL RÊBER APO WEKE ÎRADEYA XWE DIBÎNE’

Li cihên teror lê hebû, civak bi tinebûnê re rû bi rû bû. Lê belê piştî ku fikrên Rêbertî li qadan deng vedan, her kesî karîbû bi vî fikrî xwe îfade bike û bi pêş ve bibe. Ji ber vê yekê rayedarên Xiristiyan diyar kirin ku azadiya Rêber Apo azadiya wan e. Gel di nava kar û jiyanê de bi eşkere nîşan da ku ew Rêber Apo weke îradeya xwe dibîne. Rêber Apo bi rastî jî di nava jiyana her kesî de ye û çareseriyê pêşkêşî hemû pirsgirêkan dike.”

Îsa Ehmed anî ziman ku salek bi têr û tijî ya pêngavê derbas bû, wan gelek encam bi dest xistin û got, “Bi xwendina fikrên Rêbertî, bi fêhmkirina fikrên Rêber Apo em êrîşên Tirk ên faşîst têk dibin ku dewama komployê ye. Em diyaloga xwe ya bi Rêber Apo re çiqasî xurt bikin em ê hîn bi lez bigihêjin çareseriyeke aştiyane ya pirsgirêka kurd û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Armanca me ya azadiya Rêber Apo çiqasî xurt be em ê komployê jî wê astê de têk bibin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gelbûyîna bi çand û hunerê -II
Nûçeya Pişt re Şervaneke evîndara welat: Zîlan Bêrîtan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Bûrsayê rêveberên DEM Partî û TUHAY-DER’ê hatin girtin

Rêveberê DEM Partiyê yê Bajêr Îshak Tekîn û rêveberê TUHAY-DER’ê Mahmût Îpek ên li Bursayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Têkoşîna li dijî narkotîkê bi rêxistiniyê dibe

Hevberdevkê 'Platforma Şiyar Be' Mûrat Kan işaret bi fikarên li ser zêdebûna bikaranîna narkotîkê kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Efrînê kesek din jî hat revandin

Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê kesekî din revand û li navçeya Mabata bi sedan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Eyşe Efendî: Rêber Apo civak ji pencên qirkirinê rizgar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlûm Ebdî, Îlham Ehmed û Ehmed El Şera civiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Rûken Cemal: Heta ku mîrateya me neyê misogerkirin wê têkoşîna me dewam bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şara li Şamê bi Nêçirvan Barzanî re rûnişt

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?