Bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarên Rojava komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Li bajarê Dêrikê, bi sedan ciwan û jinên ciwan ji Qada Azadiyê derketin rê da ku beşdarî meşa şermezarkirina komploya navneteweyî bibin, di meşê de beşdaran dirûşmeyên şermezarkirina tecrîda li ser rêber Ocalan qîr kirin.
Dema ku beşdar gihîştin Meydana Şehîd Bayram, li ber Baxçeyê Dîcle, li bajarê Dêrikê, beşdaran deqeyek bêdengî rawestiyan û piştre endama Yekîtiya Jinên Ciwan Ferîde Tarî axivî û pabendbûna wan bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan nîşan da.
Ferîde Tarî destnîşan kir ku ew wekî tevgera ciwanan û yekîtiya jinan, wê çalakiyên xwe bidomînin heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk were.
Li bajarê Dirbêsiyê, bi dehan ciwanan xwepêşandanek li dar xistin, komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û teqez kirin ku komplo heta roja îro bi armanca têkbirina projeya demokratîk a li Rojava berdewam dike.
Şêniyên bajêr, endamên sazî û meclîsên sivîl û hêzên ewlehiya navxweyî beşdarî çalakiyê bûn. Meş ji Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger dest pê kir û ber bi çerxerêya Gardenia ve çû, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa “Bi rihê berxwedana Rojava, em ê azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan misoger bikin” hatin hilgirtin.
Li Qada Gardenia endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Ferah Hesen daxuyaniyek ji bo raya giştî xwend. Di daxuyaniyê de komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo hate şermezarkirin, hate destnîşankirin ku ew bi hemû şêweyên xwe berdewam dike û bal hate kişandin ser komployên li dijî gelê Kurd ên ji bo têkbirina destkeftiyên Şoreşa Rojava hatin kirin.
Di daxuyaniyê de banga berdewamiya têkoşîna ji bo avakirina civakeke demokratîk a li ser bingeha edalet û jiyana hevbeş û bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat kirin.

