Bi pêşengiya ciwanan, bi dehan şêniyên bajarê Qamişloyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşek meşaleyî li dar xist.
Meş bi dirûşma “Bi vîna ciwantî azad bikin Rêbertî” ji Çerxerêya Osman Sebrî ber bi wargeha Ciwanan ve dest pê kir. Di meşê de meşale hatin hildan û dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.
Meş li wargeha ciwanan rawestiya û deqeyek rêz hat girtin. Piştre endama Yekitiya Jinên Ciwan Hêlîn Mihemed daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de tecrîda li ser Rêber Apo hat şermezarkirin û bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliyê wî hatiye ragihandin.
Hate destnîşankirin ku ciwan dê piştgiriya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bidomînin û ta azadiya wî ya fîzîkî tê bikoşin. Di daxuyaniyê de hata gotin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gava bingehîn a serxistina pêvajoyê ye.

