Protestoyên ku di 17’ê Kanûna 2010’an de li Tunusê destpê kirin, di demek kin de belavî gelek deverên Rojhilava Navîn ên wekî Cezayir, Lubnan, Urdun, Sudan, Yemen, Misir û Sûriyeyê bû weke ‘Bihara Ereban’ hate binavkirin. Ev serhildanên gel di 15’ê Adara 2011’an de li bajarê Deraa yê Sûriyeyê destpê kir. Protestoyên ku di serî de li Humuş û Şamê li çar aliyên Sûriyeyê belav bûn, di demeke kin de veguherî pevçûnên bi çek. Kurdên li Sûriyeyê dijîn jî di vê pêvajoyê de ne li gel rejîma Esadê ne jî li gel komên paramîlter ên bi piştgiriya hêzên navneteweyî, cih negirtin. Aliyê Kurd a bi pêşengiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), rêya sêyemîn hilbijart û ji bo vê pêvajoyê veguherîne ‘Bihara Gelan’ kete tevgerê. Gelên Rojava bi pêşengiya Kurdan rêveberiya xwe ya xweser ava kirin û bi awayê kanton û meclîsan dest bi rêxistinbûna xwe kirin. Rojava ku bi avabûnên biçûk hate birêxistin kirin, roj bi roj bi pêşketinên di her qadan de îro ji bo Rojhilava Navîn û tevahiya cîhanê bûye modela rêveberiya demokratîk. Bajarê Serêkaniyê ku di 9’ê Cotmeha 2019’an de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wî ve hate dagirkirin, yek ji wan bajarên ku bû parçeyek ji vê modelê ye. Piştî vê dagirkeriyê nêzî 150 hezar kes neçar man koç biki. Me bi Reca Eddo Mistefa (47) û keça wê Xanim Hisên yên ji Serêkaniyê koçber bûn re, li ser jiyana Serêkaniiyê û pêvajoya wan a koçberiyê axivîn.
Reca Eddo Mistefa ji Serêkaniyê ye û dayika 8 zarokan e. Hemû zarokên wê li Serêkaniyê ji dayik bûn û mezin bûn. Reca Eddo Mistefa jiyana xwe ya beriya dagirkeriya Serêkaniyê wiha vedibêje:
“Li Serêkaniyê mal û erdê me hebû. Me mal bi destên xwe çêkir. Jiyanek me ya xweş, aram û kêfxweş hebû. Serêkaniyê bajarê me bû. Tîştek nabe wekî xak, bajar û malê mirov. Zarokên min li Serêkaniyê ji dayik bûn û diçûn dibîstanê. Mezinkirin û dana xwendina heşt zarokan ne hêsan bû, lê xwendekarên serkeftî bûn. Serêkaniyê hez dikirin, ne pêkan bû ku hez bajarê ku lê ji dayik bûn û mezin bûn nekin. Hemû hevalên wan li wê derê bû. Lê dema ku em ji ber dagirkeriyê neçar man koç bikin, herî zêde ew ji vê rewşê bandor bûn. Di destpêka koçberiyê de cihê ku em lê bimînin tune bû. Em mezin bi rengekî li ber xwe didan, lê zarokên min pir zehmetî kişandin. Mal, kolênên wan ên lîstinê û hevalên wan hatin guhertin. Lewma zehmetî kişandin ku fêrî jiyana nû bibin. Dibîstanên xwe jî nas nekirin; piştî koçberiyê nexwestin bixwînin.
‘ME TENÊ XAK Û GELÊ XWE PARAST’
Reca Ebdo Mistefa bal kişand ser roja êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wî û wiha got: “Em 9’ê Cotmehê saet derdora 16:00’an li mala xwe bûn. Me sifre danîbû. Di carekî de êrîşa bi balafiran destpê kir. Em hemû şaş man. Beriya êrîşê dibêtiya şer dihat axaftin; gel di vê mijarê de dihat agahdarkirin û birêxistinkirin, lê ez nefikirîbûm ku şerekî di vê astê de biqewime. Jiyan dewam dikir. Ji aliyekî ve rê dihatin çêkirin, çavkaniyên avê û santralên elektirîkê yên xirabûyî dihatin çêkirin. Li aliyê din jî atmosfera şer hebû. Lê nedihat bîra min ku wê rojek Serêkanî were dagirkirin. Ji ber ku tu zirarê me negihîştibû kesekî. Me tenê xak û gelê xwe diparast.
‘EM 7 MALBAT DI NAVA MALEKÎ DE MAN’
Bi destpêkirina lêdanan me nekarî xwarina xwe bixwin; sifrê me ma li erdê û em neçar man ji mala xwe derkevin. Em çûn gundê Til Nasir ê Til Temirê. Roja ewil em li kolanê man. Piştre li maleke bê derî û pac bi cih bûn. Me dest bi paqijkirina malê kir, lê ji ber ku mal bê xwedî bû lê nedihate jiyîn. Em 7 malbat bi hev re di vê malê de man. 7 roj û 7 şev ne betaniyek, ne balîf û ne jî mînderek hebû. Piştî 7 rojan heval pêwîstiyên me yên bingehîn, pêwîstiyên me yên weke mînder, betanî û balîf pêşwazî kirin. Piştre 10 meh li navçeya Hol a Hesekê man û piştre li Kampa Newroz bi cîh bûn. “
Reca Ebdo Mistefa derbarê jiyana xwe ya li Kampa Newroz wiha axivî: “Jiyana kampê pir zehmet e. Ji ber ku em qerebalix in, li du konan dimînin, lê di navbera jiyana konan û jiyana li malê de pir ferq heye. Havînê cuda, zivistanê cuda zehmetî dibînin. Havînê peydakirina avê zehmet e, zivistanê jî xwe parastina ji avê, baranê zehmet e. Tu tişt nakeve cihê mal, baxçe û xaka mirov.
‘ME ÊŞÊN JI TEMENÊ XWE MEZINTIR KIŞAND’
Xanim Hisên jî hê di 12 saliya xwe de şahidî ji hovîtiya dewleta Tirk dike. Xanin ku di wê demê de xwendevana refa yek a seretayî bû, wiha qala bûyerên hatiye serê wê dike: “Mala me ya li Serêkaniyê pir xweş bû. Ez li wê malê ji dayik bûm û mezin bûn. Min gelek hez Serêkanî û mala xwe dikir. Ma min çawa dikarî hez cihê lê ji dayik bûm û mezin bûm, nekim? Navbera min hem bi hevalên min ên li taxê, hem jî bi hevalên min ên dibîstanê re pir baş bû. Ji wan dûrketin pir zehmet bû. Dema êrîşên dagirkeriyê destpê kir 12 salî bûm, yanî hê zarok bûm. Min fêm nekiribû ku çi çêbû? Rojekî mîna her gav bû, lê çi bû piştî nîvro saet 4’ê qewimî. Di carekî de dengê teqînê hatin û em ji mala xwe derketin. Me êşên ne li gorî temenê xwe jiya. Me şahidî ji komkujiyan re kir, koçber bûn. Ji wê rojê ve jî em nekarîn vegerin mala xwe.”
Xanim a ku li dibîstanê zîrek bû û piştî dagirkeriya Serêkaniyê biryara berdana dibîstanê girt wiha qala pêvajoyê dike: “Dema ez li Serêkaniyê bûm, min hez ji xwendinê dikir. Waneyên min baş bûn. Lê piştî dagirkeriyê min carek din nekarî dibîstanê bidomînin. Serêkaniyê êdî nebû. Mala min jî hevalên min jî nebûn. Min hewl da fêrî jiyana nû bibim, lê bi guherîna hevalên min re ez ji dibîstanê dûr ketim. Li şûna vê, ji bo ku bibim jineke ciwan a têkoşer, rastiya dijmin nêztir nas bikim û gelê xwe birêxistin û hişyar bikim, tevlî xebatên Komîteya Perwerdeyê ya li Kampa Newroz bûm. Min bawer kir ku ez dikarim bi zanebûna îdeolojîk ev pêvajoyên zehmet derbas bikim û wisa jî bû. Min dît ku her ku ez xwe û gelê xwe perwerde dikim, hê kêfxweş û aramtir dibim.”
‘HELBET EM Ê ROJEKÎ VEGERIN’
Xanim Hisên tu car hevîya xwe ya vegera Serêkaniyê winda nake û wiha dawî li axaftina xwe tîne: “Em ê bi civakekî birêxistinkirî re bi hêztir bibin. Her ku em birêxistin bibin wê dijmin têk biçe. Helbet em ê rojekê vegerin Serêkaniyê û em hê jî wekî roja ewil bi hêvî ne.”