Servîsa Ewlekariya Federal a Rûsyayê (FSB) ragihand ku di êrîşa duh êvarê de ya li dijî Salona Konserê ya Şaredariya Crocûs a li Moskowayê herî kêm 40 kesan jiyana xwe ji dest dane û 146 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Rûsyayê ragihand ku rewşa 60 birîndaran giran e.
DAÎŞ’ê li ser Telegramê êrîş girt ser xwe. Têkildarî mijarê hêj daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.