Yekşem, 25 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kampa Dola Alane bû hedefa êrişa bi droneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozcan Yaman: Çapemenî nebe azadî, demokrasî û aştî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 25’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Tevgera Ciwanên Xwendekar ên Komunalîst hat ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Starta kampanyaya, ‘Budce ji bo Nan, Aştî û Edalet’ hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya azadiyê Zîlan li Stenbolê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlayên HPG’ê: Tevlîbûna me tevlîbûna li Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Desteya Navber a Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUHAY-DER’ê li dijî taloqkirina înfazan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bedlîsê taloqkirina berdanan hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê li gundê Kurdan di bin gefa rûxandinê de ne: Zêdetirî 70 malbat di bin rîskê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê du Kurdên din jî revand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rejîma Îranê destûrê nade dermankirina sê girtiyên siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Em şopdarên mîrateya Bêrîtan in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Bêrîtan wateya jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerda Mazlûm: Pêvajo birêxistinkirina torên xweparastinê yên jinan ferz dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diherike Dîcle bi hezkirina ax û welat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Daxuyaniya KJK’ê ya li ser 15’ê Sibatê: Em bi ruhê seferberiyê tevlî çalakiyan bibin
Kurdistan

Daxuyaniya KJK’ê ya li ser 15’ê Sibatê: Em bi ruhê seferberiyê tevlî çalakiyan bibin

Koordînasyona KJK'ê ji ber salvegera komploya 15'ê Sibatê daxuyaniyek da û bang kir ku bi ruhê seferberiyê tevlîbûn li çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Sibat 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku têkoşîna azadiyê ‘meşeke ji rêzê nîne; meşeke jiyana azad, demokratîk û wekhev e”. Di daxuyaniyê de di serî de çalakiya mezin a li Kolnê ji bo hemû çaakiyan bang hate kirin ku bi ruhê seferberiyê tevlîbûn bê kirin.

‘EM ŞEHÎDAN HEMÛYAN BI BÎR TÎNIN’

Daxuyaniya KJK’ê bi vî rengî ye:

“Di sala 25’an a komploya navneteweyî de, di şexsê endama Komîteya Jinûve Avakirinê ya PKK’ê hevrê Viyan Soran de ku gotibû ‘Bi sîstema Îmraliyê jiyan nabe’, hemû şehîdên xwe yên ku bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li dora Rêber Apo bûn dîwarekî ji agir, bi rêzdarî bi bîr tînin.

Em çalakgerên greva birçîbûnê yên li zindanan, dayikên xwe yên di nobeda edaletê de ne û meşvanên azadiyê hemûyan silav dikin, berxwedana jinan, gelê me û dostên me pîroz dikin ku li dijî komployê ji Kurdistanê destpê kirin û li tevahiya cîhanê belav bû û 25 sal in dewam dike.

Em dewletên ku tevlî komploya navneteweyî bûne careke din şermezar dikin, diyar dikin ku wê li pêşberî gelan, li pêşberî dîrokê timî bêne darizandin û bi vî sûcê qirêj bêne bîranîn.

KOMPLO JI ALIYÊ MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST A GLOBAL VE HATE KIRIN

Hêza esasî ya ku komploya navneteweyî kir, sîstema modernîteya kapîtalîst a global bû. Armanca wan ew bû ku di şexsê Rêber Apo de tevgera azadiyê ya Kurd biqedînin, di serî de Kurdistan karibin destwerdanê li tevahiya Rojhilata Navîn bikin.

Ji bo cîhanê bi dest bixin, Rojhilata Navîn parve bikin di nava xwe de şerekî mezin ê berjewendiyan dimeşandin û gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn kirin qurbanê berjewendiyên xwe yên qirêj.

Li hemberî vê komploya qirêj ku rojeke qirkirinê ya Kurdan û jinan e, Rêber Apo çareseriya Modernîteya Demokratîk destnîşan kir ku ji bo gel û jinên Kurd bû rêya serketina têkoşîna hebûn û azadiyê. Destnîşan kir ku rêya esasî ya civakeke demokratîk jî xwe dispêre şoreşa azadiya jinê û şoreşa ekolojîk.

Bi afirandina hêzeke bi vî rengî ya çareseriyê, rastiya hêzê modernîteya kapîtalîst ên ku komploya navneteweyî kirin nîşan da ku dijminê azadî, demokrasî, jinê û gelan e û van hêzên ku xwestin wî û di şexsê wî de civaka demokratîk darizînin, wî bi xwe ew darizand û mehkûm kir.

BI BERXWEDANA RÊBER APO HATE PÛÇKIRIN

Di nava sîstema qirkirinê ya Îmraliyê de ku ji bo wê digotin ‘Em ê hucre bi hucre bikujin, tune bikin’, Rêber Apo guhertina paradîgmayê pêk anî û bi gotina ‘Bûyîna 3’yemîn’ pêk anî. Li cihê ku dihate gotin ku fikirîn lê nabe, Rêber Apo fikrên nû yên bûn hêviya cîhanê afirand û dengê jiyana azad a ku hêzên hegemon dixwestin bibirin, gihand tevahiya cîhanê. Ji ber vê yekê jî careke din divê bê destnîşankirin ku komploya navneteweyî bi berxwedana Rêber Apo û rêbaza wî ya têkoşînê li Îmraliyê hate pûçkirin.

Li hemberî komploya navneteweyî ku hate xwestin roja mirovahiyê bê tarîkirin, Rêber Apo kete nava têkoşîneke mezin, asta Rêbertiya Neteweyî gihand Rêbertiya global. Bû Rêberê bindestan, jinan, mirovahiyê û gelan. Rastiya Rêber Apo li hemberî hêzên komploger jin kir hêz û rêya rizgariyê.

Li dijî vê sîstema ku jin bênasname kiriye, bêqîmet kiriye, kiriye mîna metayeke ku bê kirîn û firotin, ji nirxên wê dûr xistiye, li nava dîwarên malê asê kiriye, yan jî li nava sînorên dewletan asê kiriye, bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê dîwarên vê jiyana dîlgirtî ya ku weke qederê li jinan dihate ferzkirin, parçe kir.

DIVÊ TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ BÊ XURTKIRIN

Li dijî hêzên modernîteya kapîtalîst a ku ji bo pêşketin û berdewamiya xwe jinê weke milkê xwe ya herî girîng dibînin, paradigmaya azadiyê ya Rêber Apo bûye deriyê jiyana azad a ku jin pêl bi pêl ber bi wê ve diherikin. Pergala ku bi karekterên serdestiya mêr û jinên kole xwedî dibe, li hemberî paradigmaya me ya jiyana azad têk diçe. Ji ber vê jî di sedsala 21’an ku em weke sedsala jinê pênase dikin, em baştir dibînin ku komploya navnetewî di rastiyê de komployeke li dijî hemû jinên ku li jiyana azad digerin e. Ji bo vê jî divê jin bi hişmendiya ku komplo û tecrîda li dijî wan e, li dijî komployê û tecrîdê têkoşînê bilind bikin. Di ferqa ku azadiya Rêber Apo azadiya wan e, heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were, divê bi ruhê seferberiyê beşdar bibin û rêxistina xwe xurt bikin.

JI BO BI RUHÊ SEFERBERIYÊ BEŞDARÎ ÇALAKIYAN BÊ KIRIN BANG HAT KIRIN

Bi vê wesîleyê, em bang li tevahiya gelê xwe, bi taybetî jin û ciwan, raya giştî ya demokratîk û dostên xwe dikin ku ji bo şikandina dîwarên esaretê ya Îmraliyê ku tê wateya qirkirina jin, xweza û mirovahiyê, li dijî komploya navneteweyî ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi rihê seferberiyê tevlî çalakiyan bibin.

Em guh bidin banga şehîd Serxwebûn Serhed ê di operasyona şoreşgerî ya Ş. Helmet Derelûk de ku gotibû, “Ev meş ne meşeke ji rêzê ye, di şexsê me de dîrok û miletek e ku ji bo hilanîna tolê salan bi ser dijmin ve dimeşin.” Ev meş ne meşeke ji rêzê ye û bi hişmendiya ku ev meş ber bi jiyana azad, demokratîk û wekheviyê ye nîşan bidin. Di serî de meşa mezin a li Kolnê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, bi rihê seferberiyê em beşdarî hemû çalakiyan bibin. Em li ser bingeha azadiya jinê avakirina pergala xwe ya konfederal a demokratîk û azadîparêz, bi pêş bixin û bi xwendin û têgihiştina Rêber Apo li her qada em lê ne hêza xwe ya rêxistinbûyî xurt bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Amedê êşkence li zarokên girtî hate kirin!
Nûçeya Pişt re Umît: Çalakbûyîn şêweyekî azadiyê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 28’Ê HEZÎRANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî: Muxatabiya hêza heqîqetê (10)

Di şênberiya gelê Kurd de, demeke dirêj a ku bi sedsalan domand, li ser erdnîgariyeke…

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR

Ekofemînîst Prof. Laura Corradi: Tevgera jinên Kurd rê li ber têkoşîna femînîst dixe

Civaknas û Ekofemînîst Prof. Laura Corradi diyar kir ku tevgera jinên Kurd rê li ber…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Kampa Dola Alane bû hedefa êrişa bi droneyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ozcan Yaman: Çapemenî nebe azadî, demokrasî û aştî nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîlayên HPG’ê: Tevlîbûna me tevlîbûna li Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk e

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Xwepêşandan li Fransayê bi beşdariya deh hezaran kesî didomin: 135 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?