Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatîn Kanat ku tevlî mitînga bi dirûşmeya “Şaredarî yên gel in, em ê destûrê nedin desteserkirinê” ya li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê hat lidarxistin bû, ji ANF’ê re axivî. Fatîn Kanat diyar kir ku bajarên Kurdistanê bi mantiqa rêveberiya awarte tê rêvebirin û got: “Dewlet piştî pevçûna navxweyî ya 15’ê Tîrmehê qanûnan ji holê rakiriye û komên çete li her derê ne.”
Kanat anî ziman ku pêkanîna qeyûmê ne tenê tayinkirina memûran e, di bin vê pêkanînê de têgihiştina nedîtina gelê Kurd weke welatî û tunehesibandina wan heye û wiha got: “Peyam vekiriye, ji Kurdan re careke din bi bîr dixin ku ne welatiyên wekhev in û tu qimeta hilbijartinê nîne. Ji xwe Kurd ku bi ziman û çanda xwe ve tune tê hesibandin jî êdî bi hebûna xwe li ber vê zilmê radibe. Berxwedana xelkê Wan û Colemêrgê, piştgirîdayina van berxwedanan li gelek navendên Kurdistan û Tirkiyeyê, mezinkirina ruhê piştevanî û têkoşînê nîşan dide ku desthilatdarî wê êdî weke berê rehet nebe.”
‘WÊ DESTKEFTIYÊN TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIBIN’
Kanat destnîşan kir ku piştî biryar û rûniştinên Doza Kobanî, Gezî û 1’ê Gulanê mirov li ber hewldaneke nû ya qeyûmê şaş nabe û got: “Tecrîda li Îmraliyê, desteserkirina mafan ên li girtîgehan sebr di gel de nehiştiye. Tevî van hemûyan jî partiya me ya di siyaseta demokratîk de bi israr e. Berxwedana li Colemêrgê divê veguhere têkoşîneke mezin a demokrasî û azadiyê ku her kesê di nava xwe de bigire. Destkeftiyên vê têkoşînê jî wê mezin bin.”