Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker di saet 17:05’an de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) malek bombaran kir.
Hate diyarkirin ku di encama êrîşê de 3 dayikên bi navê Gulê Ozek, Edîbe Paksoy û Ezime Kabul birîndar bûn.
Hate ragihandin ku rewşa dayikek nebaş e û li niha nexweşxaneyê tên tedawî kirin.
Balkêşe ku dema şandeya Iraq û Neteweyên Yekbûyî ji bo çêkirina nasname, kartên erzaq û serjimêriyê li nav wargehê bûn, malek ya wargehê bombebaran kir.
Balafireke bêmirov ku tê payîn ya dewleta Tirk a dagirker e di van kêliyan de jî li ser wargehê digere.