Sêşem, 14 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Meha Hezîranê li Tirkiyeyê 228 karker mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Îradeya çareseriyê divê bi gavên şênber bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna Komeleya Ahbap: 38 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêlîn Umît: Di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bîranîna 14’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandariya YRK’ê cangoriyên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ’14’ê Tîrmehê tarîtiya li ser hebûna gelê Kurd ji holê rakir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Iraqê pêvajoya entegrasyonê: Gelo peymaneke nû ya 9’ê Cotmehê tê amadekirin?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji destpêka salê û vir ve li Herêma Kurdistanê 31 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DFG: Rojnamevanên Kurd dê ya ku neyê dîtin bidin nîşandan
Rojane

DFG: Rojnamevanên Kurd dê ya ku neyê dîtin bidin nîşandan

DFG’ê nerazîbûn nîşanî girtina 3 rojnamevanan da û got: “Rojnamevanên Kurd dê ya ku neyê dîtin bidin nîşandan û ya nayê bihîstin bidin bihîstin. Ji bo parastina rojnamevaniyê, em banga têkoşîna hevpar dikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Gulan 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Di 23’yê nîsanê de bi serdEgirtinên malan ên navenda wan Stenbol û li Enqere û Rihayê jî hatin kirin de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan, xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn û kedkarên Çapemeniya Azad Saliha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci, Şîrîn Ermîş û Erdogan Alayûmat û nûçegihanê MA’yê yê berê Dogan Kaynak hatibûn binçavkirin.

Rojnamevan Enes Sezgîn, Salîha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci û Şîrîn Ermîş ên karûbarên wan ên midûriyeta polîsan bi dawî bûn duh sewqî Edliyeya Stenbolê hatin kirin û bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û rojnamevan Erdogan Alayûmat piştî karûbarên wan ên dadgeriyê yên heta nîvê şevê berdewam kirin hatin girtin û şandin girtîgehê.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) bi daxuyaniya nivîskî ya bi sernavê “Bila hempîşeyên me yên li Stenbolê hatin girtin bên berdan” bertek nîşanî girtina kedkarên Çapemeniya Azad da.

DFG’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku hem di îfadeyên dozgeriye hem jî yên dadgehê de nûçe û hevpeyvînên ku rojnamevanan çêkirine hatin pirsîn û wiha got: “Hemû nûçeyên rojnamevanan ên têkildarî pirsgirêka kurd, şer, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku rojevên bingehîn ên vî welatîne, hewl hate dayîn weke sûc bên nîşandan. Em bi bîr dixin ku pirsgirêka kurd û tecrîd yek ji rojevên bingehîn ên vî welatî ne û çêkirina nûçeyan a rojnamevanan a derbarê vê yekê de ne sûc e. Peywîra nûçegihanan nûçeçêkirine û bi nûçeyên xwe civakê agahdar bikine. Her nûçeyên ku di dosyaya lêpirsînê de cih digirin û hewl didin bi ‘endametiya rêxistinê’ re têkildar bin, nûçeyên bi armanca agahdarkirinê li gorî berjewendiya civakê hatine çêkirin in.”

DFG’ê destnîşan kir ku desthilat bi salan e rojnamevanên di serî de pirsgirêka kurd têkildarî her rojeva ku li Tirkiyeyê veguheriye birîneke nekewandî de nûçeyan çêdikin hedef digire û wiha domand: “Em careke din bi bîr dixin ku çareseriya hikûmeta ku hewl dide bi sansûr, lêpirsîn, astengkirin, doz û girtinan rojnamevanan bêdeng bike, ne girtina rojnamegeran e. Ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêkan, astengiyên li pêşiya azadiya çapemenî û îfadeyê rakin û darizandina rojnamevaniyê rawestînin.”

DFG’ê diyar kir ku kevneşopiya Çapemeniya Azad a ku zêdetirî 30 salan e di bin pêşengtiya rojnamegerên kurd de li hemberî tu astengiyekê ranewestiyaye, bêdeng nemaye û gavek bi paş ve neavêtiye û ev tişt gotin: “Di zextên ji sala 2022’yan ve zêde bûne de nêzî 40 rojnamevan hatin girtin, darizandin lê dest ji karê xwe bernedan. Di operasyona dawî de jî dê rewşeke ku were guhertin nebe. Rojnamevanên kurd dê ya ku neyê dîtin bidin nîşandan û ya nayê bihîstin bidin bihîstin. Em careke din dibêjin ku hempîşeyên me yên hatine girtin rojnamevan in û divê demildest bên berdan. Her wiha em bang li hemû rêxistinên pîşeyî û raya giştî dikin ku ji bo parastina mafê agahîgirtinê û rojnamevaniyê bi hev re têbikoşin. Rojnamevanî ne sûc e, nikare were darizandin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dayikên Şemiyê aqûbeta Yedîgol ê ji aliyê dewletê ve hat ‘windakirin’ pirsî
Nûçeya Pişt re Partî û saziyan bang kirin: Divê demildest tecrîda Îmraliyê rabe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hewldana êrîşa li ser Tişrînê: Êrîşkarek hate kuştin

Hewldana êrîşa çekdarên Şamê ya li ser bendên leşkerî ji aliyê hêzên QSD'ê ve hate…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Em li dora Rêber Apo kom bibin, têbikoşin û bi ser bikevin’

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît diyar kir ku gelê Kurd û gelên herêmê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Qoserê meşa zimanê dayikê hat qedexekirin

Meşa ku Egîtîm-Senê xwest bi dirûşmeya "Em perwerdehiya bi zimanê dayikê dixwazin"li navçeya Qoserê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bîranîna 14’ê Tîrmehê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Meha Hezîranê li Tirkiyeyê 228 karker mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Îradeya çareseriyê divê bi gavên şênber bê xurtkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Lêpirsîna Komeleya Ahbap: 38 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?