Sêşem, 14 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî: ‘Rêber Apo xeyalên Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bi Komara Demokratîk tacîdar bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Talîp Guler ê DAÎŞ’î ku yek ji kujerên Kadrî Bagdu ye anîn Tirkiyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tê payin ku pêşnûmeya qanûna çarçoveyê “vê hefteyê” pêşkêşî Şandeya Îmraliyê bê kirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê di salvegera Komkujiya Zîlan de banga hevrûbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ’14’ê Tîrmehê tarîtiya li ser hebûna gelê Kurd ji holê rakir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Iraqê pêvajoya entegrasyonê: Gelo peymaneke nû ya 9’ê Cotmehê tê amadekirin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    14’ê Tîrmehê nexşerêya berxwedan û jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Projeya GES’ê li Erxeniyê bi meşekê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîd Dilxwaz Bîngol bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji destpêka salê û vir ve li Herêma Kurdistanê 31 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî
Kurdistan

Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

Dîmenê nameya destpêkê ya ji girtîgehê, belgeya mirinê û alavên şexsî yên yek ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Mehmet Hayrî Dûrmûş yekemcar hate weşandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Nameya ku yek ji sembolên “Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê” û yek ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Kurd Mehmet Hayrî Dûrmûş, ku beriya 46 salan hate girtin ji Girtîgeha Leşkerî ya li Amedê ji malbata xwe re şand, yekemcar ji aliyê ANF’ê re bi raya giştî re tê parvekirin. Nameya ku arşîv e, piştî bi salan eşkere bû. Name têkildarî rojên destpêkê yên Dûrmûş ên li girtîgehê û feraseta wî ya têkoşînê agahiyên girîng dide.

 

Mehmet Hayrî Dûrmûş di 30’ê Mijdara 1979’an de bi Ferhat Kûrtay re li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hate binçavkirin û piştî demekê ew birin Girtîgeha Leşkerî ya li Amedê. Dûrmûş di nameya xwe ya destpêkê de ku 24’ê Çileya 1980’î nivîsî, ji malbata xwe re radigihîne ku rewşa wî ya tenduristiyê baş e û bila guh nedin îdîayên ku têkildarî girtina wî bêne gotin.

Di nameyê de ku yekemcar hate weşandin Dûrmûş pêvajoya di nav de ye weke “têkoşînekê” pênase dike û dibêje, “Min her tişt ber pêş çavên xwe û tevlî vê têkoşînê bûm. Ez rewşa xwe ya heyî normal dibînim. Ji ber ku tiştên ez di oxira wê de têdikoşim tiştên gelekî mafdar in.” 

Hayrî Dûrmûş di nameyê de dibêje, “Ji bo min xeman nexun. Qedera min û ya bi sedan hevalên min ên qehreman yek e. Qedera min û ya gelê me jî yek e. Li dijî mêtingeriya Tirk cihgirtina gelê me ya li gel şoreşgeran gava destpêkê ya ber bi rizgariya me hemûyan ve ye.” 

Di dîmen de, nameya destpêkê ya ku Mehmet Hayrî Dûrmûş ji girtîgehê nivîsî ji aliyê xwişka wî Ayten Dûrmûş ve tê xwendin. Di dîmen de ne tenê name, her wiha eşyayên wî yên şexsî ku heta niha di arşîva malbatê de hatine parastin, bi raya giştî re têne parvekirin. 

Eşyayên şexsî, belgeya mirinê û bîranînên wî yên din, ku piştî Dûrmûş şehîd ket ji aliyê bavê wî Îsa Dûrmûş ve hate wergirtin, di dîmen de ji aliyê hevjîna birayê wî Huseyîn Dûrmûş; Yildiz Dûrmûş ve yek bi yek tê nasandin. 

Yildiz Dûrmûş kincê ku Hayrî Dûrmûş li girtîgehê li xwe kiribû, destmala di bêrîka wî de, nasnameya wî ya xwendekariyê, saet, pênûs û eşyayên din ên şexsî yên Dûrmûş nîşan dide û qala qedir û qîmeta manewî ya van alavan ji bo malbatê dike. Yildiz Dûrmûş belgeyên teqdîrê yên ku di dema xwendekariyê de wergirtî nîşan dide, balê dikişîne ser asta serketinê ya Hayrî Dûrmûş a di perwerdeyê de û vê nirxandinê dike: 

“Hinek dibêjin ev nezan in, bi nezantî tevdigerin û li karê wan dipirsin. Halbûkî ew ewqasî serketî bûn ku… Li dibistanê, li malê, li nava hevalên xwe timî serketî bûn.”

DÎMENÊN ARŞÎVÊ YÊN DI SALA 1991’Ê DE HATIN QEYDKIRIN 

Tê gotin, dîmenên hatine qeydkirin di sala 1991’ê de piştî ku gora şehîd Hayrî Dûrmûş hate çêkirin, hatiye qeydkirin. Name û dîmenên ji arşîva malbatê yên piştî bi dehan salan yekemcar hatin weşandin, têkildarî jiyana şehîd Hayrî Dûrmûş, pêvajoya girtîgehê û bandora li ser hafizeya malbatê belgeyeke girîng û dîrokî pêşkêş dike. 

NAMEYA ŞEHÎD HAYRÎ DÛRMÛŞ A KU PIŞTÎ GIRTINÊ JI MALBATA XWE RE ŞAND BI TEMAMÎ BI VÎ RENGÎ YE: 

“Bavo, 

Ez beriya bi demekê hatim girtin. Demekê di binê çavan de mam, piştre jî hatim girtin. Niha li Girtîgeha Leşkerî ya Diyarbakirê me. Ez nizanim bê hûn bi girtina min hesiyan an na. Ji ber ku hûn ê meraq bikin, min xwest rewşa xwe ji we re ragihînim. 

Weke ku hûn jî zanin, demeke dirêj bû ku li min digeriyan. Dawiya dawî, di encama lêgerîna zêde ya dema dawî de hatim girtin. Dibe ku li ser sedema girtina min hin agahiyên nerast û bêwate belav bû be. Guh nedin van gotinan. 

Rewşa min baş e, pirsgirêkeke min nîne. Hûn çawa pêşwazî dikin hûn zanin, min berê jî timî digot; ev têkoşînek e, di nav de her tişt heye. Min her tişt da ber çavên xwe û tevlî vê têkoşînê bûm. Ez rewşa xwe ya niha normal dibînim. Ji ber ku tiştên ez di oxira wê de têdikoşim tiştên gelekî mafdar in. 

Zilm û mêtingeriya ku îro li şoreşgeran û li tevahiya gel tê kirin, zilmeke neheq e. Di nava vê têkoşînê de bi hezaran şoreşgerî îro al hildane û li dijî zilma dewletê têkoşînê dimeşîne. Gelek hevalên min ên hêja di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dan. Lê belê çi mirina wan, çi jî zindanîkirina bi sedan şoreşger û welatparêzan nikare me xemgîn bike û serî li me bide tewandin. 

Em li çiyê jî bin, li zindanan jî bin, li deştê jî bin, di nava şert û mercên herî nebaş jî de bin, em ê li dijî zilma mêtingeriya Tirk her tim li ber xwe bidin û em mecbûrê vê ne. 

Ji bo min xeman nexun. Qedera min û ya bi sedan hevalên min ên qehreman yek e. Qedera min û ya gelê me jî yek e. Li dijî mêtingeriya Tirk cihgirtina gelê me ya li gel şoreşgeran gava destpêkê ya ber bi rizgariya me hemûyan ve ye. 

Di oxira vê rastiyê de hem gelê me, hem jî bi sedan şoreşger û welatparêzên li zindanan wê zor û zehmetiyê bibînin. Lê belê baweriya me tam e ku ev zor û zehmetî wê teqez bi dawî bibe û em ê azad bibin. 

Nameyê ji min re nenivîsînin, bila xwişk û birayên min jî nenivîsînin. Di nava şert û mercên nebaş ê hewayê de ji bo dîtina min neyên vê derê. Eger hûn gelekî meraq bikin, yek ji xwişk û birayên min dikare bê û min bibîne. Bi taybetî bila dayika min qet neyê. 

Dubare bikim, rewşa min baş e. Pirsgirêkeke min nîne. Eger daxwazek min hebe ez ê piştre ji we re bibêjim. 

Vê gavê ewqas. 

Têm destê we û dayika xwe. Çavên xwişk û birayên xwe û bûka me maçî dikim. Silavên min li dost û hevalên min hemûyan bikin. 

Mehmet Hayrî Dûrmûş 
24.01.1980″

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Hevseroka ESP’ê û 3 kesên din 69 sal ceza hate birîn

Li Hevseroka ESP'ê Hatîce Denîz Aktaş û 3 kesên din bi tevahî 69 sal û…

Ji aliyê Stêrk TV

FEDA, YJAD û YJK’ê bertek nîşanî Rahmî Koç dan

FEDA, DAKB û YJK’ê bertek nîşanî gotinên Rahmî Koç ên li dijî jinên Kurd dan,…

Ji aliyê Stêrk TV

Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Yên ku baweriya wan bi aştiyê nîn e, bila li hincetan negerin

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, di şîva piştevanî de, bal kişand ser wan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Şoreşa jinên berxwedêr: Rojava

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

’14’ê Tîrmehê tarîtiya li ser hebûna gelê Kurd ji holê rakir’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyên Apoyî: ‘Rêber Apo xeyalên Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bi Komara Demokratîk tacîdar bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?