Fermandariya Yekînêyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi wesîleya salvegera 14’ê Tîrmehê û şehîdên Şaho û Pênciwînê daxuyaniyek da.
Di destpêka daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku meha Tîrmehê ji bo gelê Kurd û Tevgera Azadiyê xwedî wateyeke girîng e û hate gotin, “Di vê mehê de pir bedelên mezin hatine dayîn. Meha Tîrmehê meheke berxwedanê ye ku di oxira jiyanek azad berxwedana zindana Amedê hatiye meşandin. Di serî de em vê didin diyar kirin ku em şopdarên şoreşgerên doza azadiyê ne û em bi minetdarî hemû şehîdên têkoşîna azadiyê û şehîdên meha Tîrmehê bi bîr tînin, bejna xwe li beramber bîranîna şehîdan ditewîn in û dibêjin şehîd pêşengên jiyana azad in.”
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:
“Di vê mehê, ji bo me weke Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê YRK’ê jî gelek berdêl û şehadetên giranbiha di dîrokên cuda cuda çêbûne. Hevrêyên me yên ku gihîştine şehadetê bi hemû awayî şopdarên mîrateya berxwedana 14’ê Tîrmehê bûn ku vejîna gelê Kurd jinûve afirand. Em salvegera duyemîn a şehadetên 3 hevrêyên xwe Cengaver Mîkaîl, Andok Tolhildan û Şehîd Raman Rênas de ne ku di 14 Tîrmeha 2024’an de dema li herêma Pênciwînê li ser erka xwe bûn şehîd ketin. Di heman demê di dîroka 14’ê Tîrmha 2018’an de Şehîd Nûman Amed û Şehîd Mûnzûr, Şehîd Argeş Sine jî dema li herêma Şaho-Pawe li ser erka xwe bûn gihîştin şehadetê bi bîr tînin. Di şexsê wan de tevahî şehîdên şoreşê û şehîdên têkoşîna aştî û civaka demokratîk bi bîr tînin û bejna xwe bi minetdarî li beramber bîranîna wan ditewînin. Em soz didin ku di xeta şehîdên xwe yên têkoşînê de bibin şervan û fermandarên şerê gelê şoreşgerî û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Ji ber şehîdên me temînata jiyana me ya azad in. Hemû hewldanên şehîdên me, di rastiya heqîqeta Rêber Apo de, ji bo ku gelê me bigihêje hebûna xwe û azadiya xwe bi dest bixîne, bê teredût di nava 24 saetan de têkoşîn kirin û berdewam bûn esas.”
Fermandariya YRK’ê sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re xwest û got, “Em li vir careke din didin diyarkirin ku em ê heta dawî ji bo serketinê di rêya van şehîdan heta dilopa dawî ya xwîna xwe ya bimeşin û xeyalên wan hevrêyên xwe biighînin serketinê.
Di dawî de em diyar dikin ku bi taybet gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê timî bi xwedîderketina li xeyalên ewladên xwe yên şehîd rabûn û şopên şehîdên xwe dan jiyan kirin. Li ser vî esasê jî têkoşîna me hîn bêhtir di rêya pêkanîna xeyalên şehîdan dijwartir dibe. Careke din em ji hemû gelê Kurd û ji malbatên hevrêyên xwe re sersaxiyê dixwazin û didin diyarkirin ku em heta dawî li pê armanc û meşa şehîdên xwe bin.”

