Di komxebata ‘Bi hevgirtina jinan em ê Sûriyeyeke demokratîk ava bikin’ de ya li Hesekê bi pêşengiya Kongra Star tê lidarxistin, endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn axivî.
Rohilat Efrîn anî ziman ku jinan di her qada jiyanê de roleke girîng lîstin û li qada parastinê di eniyên pêş de parastina gel kirin.
Fermandara YPJ’ê Rohilat Efrîn got, “Dema rejîma Baasê ya bê maf û dîktator li Sûriyeyê têk çû. Me xwest êdî Sûriyeya demokratîk û wekhev ava bibe. Lê belê HTŞ bi zagonên xwe dixwaze rejîmeke mîna ya Baasê vegerîne. Dixwazin di destûra nû ya Sûriyeyê de mafê jin tine bike û wê ji dîrokê winda bike. Lê pêwîste em wek jin di her aliyê jiyanê de xwedî erk û cih bin. Pêwîste jin cihê xwe di tevahiya pêvajoya destûra nû ya Sûriyeyê de bigre.”
Rohilat Efrîn di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku heta jin azad nebe wê Sûriyeyeke demokratîk û azad jî ava nebe û got, “Divê di destûra nû ya Sûriyeyê de û di her zagonekê de cihê jinê hebe. Ji ber ku jin a herî ku di ber parastina xaka xwe de têkoşîn kir. Li beramberî vê yekê divê em bi hev re û bi yek destî li hember tevahî kiryarên qirêj ên dijmin serê xwe hildin.”