Parastina Sivîl diyar kir ku êrîş di saetên şevê de hat kirin û hejmara kuştiyan gihiştiye 93’yan û hêj nêzî 40 kes di bin kavilan de ne. Piraniya qurbaniyan jin û zarok in û nexweşxane û lênêrîna tibî têra birîndaran nakin.
Hamasê piştî erîşa li Beyt Lahyayê daxuyanî da û got: “Dijmin li dijî gelê me qetlîameke din a hovane pêk anî û dijmin li bakurê Xezeyê hewla qirqirina nijadî û bêcihwarkirinê dide.”
Artêşa Îsraîlê ji 6’ê Cotmehê heta niha li bakurê Xeta Xezeyê, bi taybet li herêmên Cîbaliye, Beyt Lahya û Beyt Hanûnê operasyonên bejayî û hewayî dike.
Artêşa Îsraîlê îdîa kir ku di destpêka hefteyê de di êrîşên hewayî û bejayî yên bi ser Cîbaliyê de nêzî 40 şervanên Hamasê kuştine.