Li paytexta Meksika Meksiko Cityê ji aliyê rêxistina jinan a “Mujeres y la Sexta” ve ji bo bîranîna şehîdên “Mictlan Rebelde” mîhrîcan hat lidarxistin. Mîhrîcana ku muzîk, helbest, dîlan û axaftinên cuda tê de cih girt, bal kişandin ser têkoşîna gelên cuda jî.
Di bernameya ku serê sibê ji saet 10.00an heta saet 19.00an dewam kir, ji bo Kurdistan û Filistînê jî mase hat danîn.
Di mîhrîcana ku li Bellas Artesê ku yek ji meydanên herî naskirî yên Meksiko Cityê ye hat lidarxistin de, di çarçoveya pêngava azadiya Rêber Apo de tevahiya rojê pêşangeha wêneyan a bi navê “Fikir, Zikir, Çalakî” hat pêşandan.
Pêşangeha wêneyan a ku li navendên herî qelebalix ên Meksîkayê hat pêşandan, ji kesên ku derbas dibûn eleqeyeke mezin nîşan dan. Li Kurdistan û Filistînê bi temaya hevgirtina bi gel re nîqaşên berxwedanê hatin lidarxistin.
Di nîqaşan de ku Komîteya Piştevaniya Kurdistanê ya Meksîkayê amade bû, bi wesîleya salvegera Berxwedana Kobanê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de banga xwedîderketina li berxwedana Şoreşa Rojava, çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya Rêber Apo hate kirin.
DERBARÊ MÎHRÎCANA MICHTLAN REBELDEYÊ DE
Mîhrîcana Michtlan Rebelde her sal bi minasebeta Roja Miriyan tê lidarxistin. Li gorî baweriya bi hezaran salan a gelê herêmê, tê bawerkirin ku her sal di 1 û 2’ê Mijdarê de ruhê miriyan tê cîhana zindiyan û mirovên li ser rûyê erdê ji bo ruhê miriyan pêşwazî bikin, bi çalakiyên çandî û hunerî, muzîkê, xwarinên taybet, kulîlkên rengîn û şahiyan vê rojê pîroz dikin.