Li Gozeldereya li ser rêya bejahî ya navçeya Payîzava- Elbak a Wanê qeza çêbû. Mînîbusa rêwiyan û kamyonet li hev ketin û di encama qezayê de 6 kes jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.
Birîndar piştî mudaxaleya ewil a li cihê bûyerê rakirin nexweşxaneyê.