Duşem, 23 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Sînorê Başûr û Rojhilat hate bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Egeyê coşa Newrozê: Di rûpela nû de azadiya Rêber Apo heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Eskîşehîrê Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Midyadê bi hezaran kes tevî baran û taloqkirinê Newrozê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Îzmîrê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şemzînanê Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bi milyonan mirov li qadan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe bilind kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ meş

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza li Şirnexê: Bijî Serok Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Gimgimê: Divê Rêber Apo azad bibe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayan li Bradostê Newroz pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Dîcle Muftuoglû: Lêgerîna me ya li rastiyê wê dewam bike
Kurdistan

Dîcle Muftuoglû: Lêgerîna me ya li rastiyê wê dewam bike

Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû bal kişand ser amadekariya şer a desthilatdariya AKP-MHP'ê û got, "Ya ku asta rasteqîn a şer ragihîne jî çapemeniya azad e. Lewma hewl dide bêdeng bike."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Gulan 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû li ser êrîşên li dijî xebatkarên çapemeniya azad ji ANF’ê re axivî.

Dîcle Muftuoglû got, “Hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê ji bo paşeroja Tirkiyeyê hilbijartineke girîng bû. Encamên hilbijartinên xwecihî nuqteyeke welê bû ku nexşeyê reng guhert, welatiyan ji polîtîkayên vê desthilatdariyê re gotin, êdî bes e. Desthilatdariya AKP-MHP’ê derbeke mezin xwar û têk çû. Weke rojnamevan me bi plan û projeyên vê desthilatdariyê zanî bûn ku di hilbijartinê de bi ser bikeve jî têk biçe jî wê pêk bîne. Planeke xwe hebû ku li dijî Kurdan dest bi gaveke nû ya şer bike û ji bo vê jî li qada navneteweyî di nava hewldanan de bû. Ji xwe serdana Erdogan a li Başûrê Kurdistanê hebû. Di encama vê serdanê de jî plana xwe hebû ku PDK û hikumeta Iraqê tevlî vî şerî bike. Heman piştî van hevdîtinan dest bi hewldana bêdengkirina çapemeniyê kir. Ne operasyona li Belçîkayê ne jî operasyonên li Enqere û Stenbolê ji vê yekê cuda nînin.”

ARMANCA AKP’Ê BÊDENGKIRINA ÇAPEMENIYA AZAD E

Dîcle Muftuoglû diyar kir ku ji bo bêdengkirina çapemeniya Kurd a ku berxwedana Kurdan radigihîne û kiryarên binpêkirinê yên desthilatdariyê bi hemû rastiya xwe radixe pêş çavan, operasyonek hate kirin û got, “Bi vê yekê re amadekariyên destpêkê yên şer têne kirin. Em ji dema nêzîk ve bi vê zanin. Ji sala 2022’an û vir ve li Tirkiye û Kurdistanê gelek operasyon li dijî çapemeniyê hatin kirin. Di vê demê de nêzî 35 hevalên me yên rojnamevan hatin girtin û temamiya wan jî di pêvajoyên dîrokî de hatin girtin. Destpêkê di operasyona 8’ê Hezîranê de ku desthilatdariyê amadekarî ji operasyona li derveyî sînor re dikir, ketin nava lêgerîna bêdengkirina çapemeniyê. Piştre jî di demekê de ku nîqaş li ser bikaranîna çekên kîmyewî dihate kirin û ev nîqaş derbasî asta navneteweyî bû, operasyon hate kirin. Hewl dan çapemeniyê bêdeng bikin. Piştre beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê li hemberî çapemeniyê du operasyonên cuda hatin kirin û di her yek ji wan de gelek rojnamevan hatin girtin. Çend roj beriya Komkujiya Roboskî bi navê ‘Çapemeniya KCK’ê’ operasyon hate kirin. Di wir de jî çapemeniyê ezmûneke gelekî girîng da. Ji ber ku wê demê çapemeniya desthilatdariyê û çapemeniya ku li Tirkiyeyê xwe weke muxalîf pênase dikir, bêyî ku desthilatdarî daxuyaniyê bide, ev komkujî ji nedîtî ve hatin. Çapemeniya azad ev komkujî ragihand. Di vir de kevneşopiyek, daxwazeke têkoşînê, berxwedêrî û îrade heye. Bi van operasyonan wê nikaribin bêdeng bikin. Di pêvajoyên dîrokî yên bi heman rengî de heman tişt hatin kirin. Ti ji operasyonên li dijî rojnamevanan tesadufî nîne, plankirî ne. Em zanin ku desthilatdarî tengav bûye û dixwaze çapemeniyê bêdeng bike.”

DESTHILATDARÎ DI NAVA AMADEKARIYA ŞER DE YE

Dîcle Muftuoglû ragihand, desthilatdariya AKP-MHP di nava amadekariya şerekî de ye, ji bo zerara vî şerî veşêre zexta li ser çapemeniyê zêde kiriye û wiha dewam kir, “Ya ku asta vî şerî ragihîne û rojnamevantiyeke rasteqîn bike Çapemeniya Azad e. Hewl didin wan bêdeng bikin. Ji ber ku rastiya çapemeniyê ya ku ji damezrandina Tirkiyeyê ve bi pirsgirêk e, di dema desthilatedariya AKP’ê de ser û bin bûye. Hewl hate dayin, her kesên ku ne alîgirên AKP’ê ne ji nava pênaseya rojnamevantiyê bêne derxistin. Ji bo vê jî qanûn hatin amadekirin. Hewl hate dayin ku rojnamevantiyê veguherînin wan qadan ku tenê bulten û metnên çapemeniyê yên serokatiya ragihandinê ya ku desthilatdariyê ava kiriye, biweşînin. Çapemeniya Azad li ber vê yekê radibe, lewma êrîş lê tê kirin. Zivistana derbasbûyî rastiyek hebû û desthilatdarî gelekî tengav kir. Her ku têkçûna wê hate ragihandin, nerazîbûna wê jî mezin bû. Niha jî bi operasyonên bi heman rengî hewl dide vê rengê asteng bike.”

EM ROJNAMEVAN IN, WEZÎFEYA ME NÎŞANDANA RASTIYAN E

Dîcle Muftuoglû destnîşan kir ku li gel zext û girtinê jî ew ê dest ji lêgerîna xwe ya li rastiyê bernedin û got, “Beriya her tiştî karê ku em dikin karê herî rewa ye. Em rojnamevan in û berpirsyar in ku rastiyan ragihînin. Karê ku em dikin sûc nîne. Divê ev yek bê zanîn û bi tevahiya civakê bidin fêhmkirin. Divê me vê yekê jî bi lez û bez bikin. Naxwe berê mirovan timî didin deverên cuda. Em rojnamevan in, wezîfeya me ragihandina rastiyan e. Dema ku em vê dikin, vê yekê ji bo gel dikin. Rojnamevanek berpirsyar e ku civakê agahdar bike. Ev rewş wezîfeya me ya pîşeyî ye. Weke Çapemeniya Azad bi têkoşîna xwe ya 30 salên dawî re em dixwazin vê rewşê bigihînin asteke hîn bilind. Mîsyona me ya ku ya nayê dîtin bibînin û yên dengê wan nayê bihîstin bidin bihîstin. Em neçar in ku rastiyên têkildarî pirsgirêka Kurd binivîsînin. Berpirsyariya me ye ku binpêkirina mafên mirovan, her wiha têkoşîn û berxwedana hebûnê ya Kurdan binivîsînin. Em îro qala komkujiyên jinan dikin. Li gel nivîsandina komkujiyên jinan her wiha em berpirsyar in ku berxwedana li dijî vê yekê û têkoşîna jinan a ji bo azadiyê jî binivîsînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hejmara rojnamevanên ku hatin binçavkirin derket 9’an
Nûçeya Pişt re ‘Zînek çû, lê wê bi hezaran Zîn jî dewsa wê bigrin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Girtiyê siyasî Ahmed Adil piştî 30 salan hate berdan

Ahmet Adil ku ji aliyê dadgehên leşkerî yên dewleta Tirk ve di sala 1994'an de…

Ji aliyê Stêrk TV

Berhem Ehmed: Armanca lîstika ‘Ne rewa’ nîşandana şerê dagirkerkirinê ye

Derhênerê lîstika ‘Ne Rewa’ Berhem Ehmed diyar kir ku wan di lîstika xwe de, şerê…

Ji aliyê Stêrk TV

Îsraîl naxwaze Tirkiye li Xezeyê be

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar diyar kir ku ji bo misogerkirina ewlehiya Xezeyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Şemzînanê Newroz hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Bi milyonan mirov li qadan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe bilind kirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şirnexê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ meş

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Newroza li Şirnexê: Bijî Serok Apo

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?