Dijminê xwezayê ango dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî daran dibire,talanê pêk tîne û cihên dîrokî talan û wêran dike û ji dîrokbûna wê dûr dixe. Bi hezaran darên ku temenê wan sed salî derbas kirine, ji kokê ve jê dike. Ew bi xwe dijminê xwezayê yê herî mezin e. Rojane li bajarê Efrînê darên zeytûnê tên talankirin û qutkirin û guhertina demografîk pêk tîne.
Di nava neteweya Kurd de yek ji çandên sereke parastina xwezayê û çandiniya daran e. Li gelek deverên Kurdistanê jî yek ji çandên sereke çandiniya darên zeytûnê ye. Li Rojavayê Kurdistanê jî di serdema pêşiyan de dest bi çandiniya daran hatiye kirin û ji bo debara rojane û ji bo debara jiyanê darên cur bi cur tên çandin. Di heman wextê de jî darên zeytûnê jî li gelek bajar û herêmên Kurdistanê yek ji çandiniyên sereke ye. Mînaka vê yekê ya sereke jî Efrîn e ku dewleta Tirk a dagirker li wir zirareke mezin dide darên zeytûnan. Her wiha ne tenê li Efrînê di heman wextê de li Kobanê jî dijminê xwezayê nahêle ku gel ji darên xwe yên li ser sînor sûd werbigire. Welatiyên ku berê xwe didin nava darên xwe ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên hedefgirtin.
Her sal di van deman de gel zeytûnên xwe berhev dikin. Gelek cureyên zeytûnan hene ku her cureyek li ser axekê tên çandin. Cureyên Xilxalî, Xeşebî û Zeytî jî hene ku ev jî bêhtir li Kobanê tên çandin. Li Kobanê bi qasî 366 gund hene û gelek ji wan li ser sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de ne. Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker gel nikarin berê xwe bidin erdên xwe, da ku bikaribin zeytûnên xwe berhev bikin. Dema ku gel berê xwe dide erdên xwe dewleta Tirk a dagirker hem bi guleyan û hem jî bi çekên ji cureyên din êrîşî gundiyan dike.
Îsal jî ji ber êrîşên domdar û hovane yên dewleta Tirk welatiyên ji gundên li ser sînorê di navbera Bakur û Rojava de nikarin berê xwe bidin erdên xwe. Hin ji wan tên hedefgirtin û hin ji wan jî tên qetilkirin.
Dewleta Tirk ne tenê li Kobanê li tevahiya herêman ji bo talankirina xwezayê û qetilkirina mirovan serî li her cure rêbazên hovane dide. Lê belê gelê li herêmê tevî hemû êrîşên dewleta Tirk jî berê xwe didin nava erdên xwe û ji bo parastina çanda xwe û berhevkirina berhemên xwe bi rengekî rojane kar dikin.