Li dijî Komploya Navneteweyî ya ku 15’ê Sibata 1999’an ji aliyê hêzên hegemonîk ve pêk hat, bi pêşengiya jinên Kurd li dora Rêber Apo xelekek ji agir hate çêkirin. Têkoşîna bêhempa ya Rêber Apo û îradeya xurt a gelê berxwedêr, îro jî li pêşiya planên komplogeran dibe asteng.
Ji fermandarên YJA Starê Batufa Çekdar di beşa duyemîn a nirxandina xwe ya têkildarî 15’ê Sibatê Komploya Navneteweyî de, diyar kir ku hêza Rêber Apo ya ji bo pûçkirina komployê îro jî dewam dike û bal kişand ser girîngiya têkoşîna rêxistinkirî ya gelan.
Batufa Çekdar di beşa duyemîn a hevpeyvîna dayî ANF’ê de ev nirxandin kir: “Rêber Apo damezrandina PKK’ê bi gotinên ‘min bi derziyê bîr koland’ pênase kir. Bi rastî jî wisa ye. Lê ne tenê damezrandina PKK’ê, lêgerîna çareseriya dîrokî ya pirsgirêka Kurd jî xwedî heman wateyê ye. Yanî Rêber Apo bi rêxistina ku ava kirî, bi milîtanên fedayî yên hatine perwerdekirin û gelê rêxistinkirî re li aliyekê têkoşîna hebûnê ya nasnameya Kurdî, avakirina wê û dayîna qebûlkirina wê meşand. Li aliyê din jî bi têkoşîna xwe xwest ji bo çareseriya demokratîk muxataban çêbike. Di vê rêyê de gelek berdêlên mezin dan. Bi gelek derdoran re peywendî çêkir. Têkildarî rastiya vê pirsgirêka dîrokî, bi hezaran analîz pêş xistin. Ji rayedarên dewletê yên demê re bi sedan peyam şandin. Lê di dewleta Tirk de, desthilatdar yan jî nûnerekî ku ji zihniyeta faşîst û înkarker rizgar bibe û bibe muxatabekî cidî, derneket holê; îradeyeke ji polîtîkaya înkarê dûr û li rêya çareseriyê digere, ava nebû.
Sala 1993’yan li ser navê Serokkomarê Tirk Turgut Ozal bersivek hate dayîn û niyeta vekirina rêyeke diyalogê hate nîşandan. Lê hîna di qonaxa niyetê de, zihniyeta faşîst Serokkomarê xwe û fermandarê artêşa xwe ji holê rakir. Encam dîsa em bêmuxatab bûn û ji bo şer û înkarê israr hate kirin. Jixwe piştî sala 1994’an Rêber Apo got, ‘Ez li muxatabekî digerim.’ Beriya komploya 9’ê Cotmeha 1998’an jî weke nîşandana niyeta baş, agirbesta yekalî ragihand. Lê bi komploya 15’ê Sibatê re bersiva vê hate dayîn. Xiyanet û komploya herî mezin a dîrokê li dijî gelê Kurd û Rêbertî hate kirin, piştre car din Rêber Apo sala 1999’an agirbest îlan kir û ji bo navbera Kurd û Tirkan şansê aştî û diyalogê pêş bixe, ji Çiyayên Zagrosê komeke gerîla şand Tirkiyeyê. Eger ev gav li dewleteke xwedî hişmendiya diyalog û hiqûqê hatiba avêtin, wê ji bo aştiya mayînde û çareseriya pirsgirêka Kurd rêyeke saxlem vekiriba. Lê zihniyeta faşîst a dewleta Tirk ew kom girt; hinek ji wan li girtîgehê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dan.
RÊBER APO TEVÎ HER TIŞTÎ JÎ RÊYA AŞTIYÊ VEKIRÎ HIŞT
Vê rewşê birînek kûr di dilê Rêber Apo de çêkir. Tevî vê yekê jî rêya aştiyê vekirî hişt. Sala 2009’an vê carê ji çiya û Mexmûrê komek û ji Ewropayê jî komek weke ‘komên aştiyê’ hatin Tirkiyeyê. Ji xelkê Bakurê Kurdistanê bi sed hezaran kesî ev komên fedakar pêşwazî kir. Lê piştî demek kurt dewletê hemû girtin û xiste girtîgehê. Hevrêya Sakîne Cansiz, Aysel Dogan jî di vê komê de bû. Tevî nexweşiya giran li zindanê hate hiştin û piştî derket demek kurt ji ber nexweşiya penceşêrê şehîd bû. Tevî vê zihniyeta faşîst jî, navbera salên 2010-2013’an bi têkçûna dewleta Tirk a li hemberî Şerê Gel ê Şoreşgerî re, gerîla li gelek qadên Bakurê Kurdistanê serwer bibû. Bi bandora şerê gerîla re li Bakurê Kurdistanê serhildan çêbûn; piştre Şoreşa Rojava û krîza aborî ya li Tirkiyeyê jî çêbû, lewma dewlet kete nava krîz û tengasiyeke mezin.
Lewma wan bi xwe berê xwe dan Rêber Apo û pêvajoya 2013 – 2015’an dan destpêkirin. Lê belê ji ber ku di zihniyeta wan de çareseriya pirsgirêka Kurd nebû, ev derfetê ku ji aliyê Rêber Apo ve hatî pêşkêşkirin jî nenirxandin. Li şûna çareseriyê, ev 10 salên dawî hemû teknîka modern a NATO’yê û hêzên komploger seferber kirin û li dijî tevgera Apoyî plana hilweşandinê xistin dewrê. Bê guman di van 10 salên dawî de şer, zext û tecrîda herî giran jî li ser Rêber Apo zêde bû. Operasyonên qirkirina siyasî ku di encamê bi deh hezaran kes hatin girtin, êrîşên leşkerî yên li temamiya Bakurê Kurdistanê hatin meşandin, qereqolên li her çiyayê hatin çêkirin… Li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ji Xakurkê heta Heftanînê, ji Avaşînê heta Zap û Metînayê êrîşên giran pêk hatin. Bêtehemûliya li hemberî Şoreşa Rojava, rêxistinkirina êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser Rojava, dagirkeriyên heya Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Minbicê; evane hemû parçeyên plana hilweşandinê, ya tasfiyekirina tevgera Apoyî û ya îmahkirina gelê Kurd bû.”
Batufa Çekdar ragihand ku di êrîşên îmhayê de berdêlên pir giran hatin dayîn û bal kişand ser banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibata 2025’an. Batufa Çekdar destnîşan kir ku Rêber Apo hîn jî di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de bi fedakariyeke mezin vê pêvajoyê dimeşîne.
ÊRÎŞÊN LI SER ROJAVA NIYETA RAST A DEWLETA TIRK NÎŞAN DA
Batufa Çekdar diyar kir ku PKK hate fesixkirin, çek hatin şewitandin û hêzên wan ji Bakur vekişiyan, lê tevî van hemûyan jî dewleta Tirk dest ji zimanê faşîst û înkarê berneda. Çekdar got, “Dijminahiya li hemberî Şoreşa Rojava zêde bû. Tenê yek gav avêt, ew jî nîvço ma, bi navê ‘Piştevanî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê’ komîsyoneke Meclîsê hate avakirin, lê vê komîsyonê hîna dest bi wezîfeya xwe ya esil nekiriye. Herî kêm dikarî raporeke bêalî û radîkal amade bike û têkildarî pirsgirêka sedsalî pêşniyarên çareseriyê pêşkêş kiriba. Ev jî nekir. Ev rewş li pêşiya pêvajoyê xeteriyek mezin çêdike.
Di dema êrîşên li ser Şêxmeqsûd-Eşrefiyê û seranserî Rojava de, Serokê Meclîsê ku di heman demê serokê komîsyonê jî ye daxuyaniyên ku xîtabî zanebûn û hestên faşîst dike, da. Evane hemû niyeta dewleta Tirk nîşan didin. Dewleta Tirk hîna ji Kurdan re vê dibêje; ‘Em ê zîla xwe ya înkarê bidomînin, lê hûn vî dengî nebihîzin, bêjin ev melodiyeke taybet e’. Na, Kurd êdî li ber melodiya înkarê reqsê nakin. Kurdan zûve melodiya xwe ya govenda azadiyê ava kiriye. Jinên Kurd ên têkoşer û pêşeng jî li sergovenda azadiyê ne. Rêber apo bi berpirsyariyeke dîrokî û nêzîkatiyeke stratejîk, gava Aştî û Civaka Demokratîk avêt.
Tevgera me bi hemû samîmiyet û baweriya xwe bi Rêbertî re ye. Gelê me jî bi hemû dilsoziya xwe bi Rêberê xwe re ye. Gelê me ji dijminê xwe bawer nake; lê belê ji Rêberê xwe bawer dike û lewma li dora projeya Aştî û Civaka Demokratîk xwe rêxistin dike. Gelê me hewl dide bi perspektîfa Rêber Apo sîstema komunê ya li ser esasê xweparastinê ava bike. Projeya ku hem bi gelê Tirk hem jî bi gelê Kurd bide qezenckirin, ev e. Eger ev gav bi ser bikeve, hem Kurd hem jî Tirk wê bi hev re qezenc bikin. Lê eger bi ser nekeve gelê Kurd wê berdêlên pir giran bide û dewleta Tirk jî wê di aliyê dîrokî de têk biçe. Dewleta Tirk pêvajo mîna ku dihat plankirin, pêk neanî.”
ARMANC, TUNEKIRINA DESTKETIYÊN ROJAVA BÛ
Batufa Çekdar bilêv kir ku “ji meha Tîrmehê û vir ve hêzên HTŞ û komên girêdayî DAÎŞ’ê, di çarçoveya komploya 15’ê Sibatê de mîna planên hêzên emperyalîst êrîş birin ser Şoreşa Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê” û got, “Ev êrîş bi rengekî koordîneyî û bi sed hezaran çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine perwerdekirin, hatin pêkanîn. Bi van êrîşan re berdêlên pir giran hatin dayîn, armanc tunekirina destkeftiyên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bû.
Di destpêka pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de Rêber Apo got, ‘Rojava xeta min a sor e’. Hêzên emperyalîst û dagirker bi êrîşkirina Rojava xwestin pêvajoya ji aliyê Rêber Apo ve hatî destpêkirin, sabote bikin. Lê belê şervanên Rojavayî, berxwedana YPJ’ê û Kongra Star, êrîş şkandin û destkeftiyên gel parastin. Di çarçoveya seferberiya neteweyî de li çar parçeyên Kurdistanê û welatên cuda yên cîhanê bi milyonan Kurd li dijî vê komploya mezin bûn yek. Dostên Kurdan jî Şoreşa Rojava tenê nehiştin. Rêber Apo komploya mezin dît, analîz kir û wiha got, ‘êrîşên li ser Rojava, êrîşên li dijî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk in û versiyona Komploya 15’ê Sibatê ye.’
RÊBERTÎ ŞEREKÎ MEZIN ASTENG KIR
Rêber Apo di 23 rojên şer de şev-roj xebitî û ev komploya mezin asteng kir û şerekî mezin ku wê navbera Kurd-Tirk, Kurd-Ereb û gelên din derketiba, asteng kir. Piştî destpêkirina agirbestê 30’ê Çileyê navbera QSD û HTŞ’ê peymanek hate çêkirin. Xeterî hîna bi dawî nebûye. Eger kontrola pêwîst pêk were, dibe ku destkeftiyên Şoreşa Rojava bibin fermî û mayînde. Êdî ji bo vê yekê divê sîstemeke komunê ya saxlem û parastinê ya xurt were avakirin.
Şoreşa Rojava divê weke şoreşa jinê bimîne û hemû destkefiyên xwe biparêze. Yanî Rojava bi tena serê xwe bi berxwedaneke demokratîk û xurt dikare were parastin. Jin divê vê xeteriyê hîs bikin, bi hemû hêzên xwe civakê û destkeftiyan biparêzin. Komploya 15’ê Sibatê di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd û jinên Kurd bû û hîna dewam dike. Lewma divê bê navber têkoşîn, berxwedan û serhildanên rêxistinkirî hebin. Divê gelê me, pêşeng û hemû partiyên siyasî yekîtiya neteweyî ji îradeya siyasî girîngtir bibînin. Eger Kurd vê sedsalê bi berxwedaneke neteweyî ya xurt pêşwazî nekin, dibe ku car din vê firsendê ji dest bidin.
Gelê me divê bizane ku Rêber Apo şansê me yê dawî ye û lewma divê em bi hemû hêza xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî têbikoşin.”

