Yekşem, 11 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Aştî bi tevlîbûna jinan mayinde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozsoy: Dewlet hîn jî bi rengekî taktîkî nêzî meseleya Kurd dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdên li Rûsyayê komploya navneteweyî şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hacî Gecîken ê ku piştî 8 salan hat berdan, hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rêya yekane ya serketina pêvajoyê rêxistinbûn û yekîtî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya 9’ê Cotmehê li Mexmûrê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Îlonê jî zext li rojnamevanên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Divê em zimanê xwe li kolanan belav bikin’
Kurdistan

‘Divê em zimanê xwe li kolanan belav bikin’

Di Komxebata Egitim-Senê de nunerên saziyan di kursiya azad de nirxandin kirin û gotin: “Divê em em bibin yek û zimanê xwe li kolanan belav bikin. Divê em timî di nav têkoşînê de bin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Şaxên Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm-Sen) yên Amedê bi serenavê “Di perwerdehiya bi zimanê zikmakî de ber bi çareseriyê ve: Derfetên Heyî, Astengî, Pêşniyazî” li Çand Amedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê komxebatek li dar xist. Komxebat rûniştina şeşem di nirxandinê saziyan û kursiya azad de berdewam kir. Nunerên saziyan derketin dike û nirxandin kirin.

Ji Komeleya Jinan a Rosa Esra Çelik Ercan axivî û diyar kir ku mafê jinan a sereke tê binpêkirin û wiha axivî: “Xizmên Fatma Altinmakas dest dirêjî wê kirin. Fatma gilî kir. Lê ji ber ku Fatma Altinmakas bi Tirkî nedizanî polîsan ew şand malê. Paşê Fatma kuştin. Mafê jinê yê sereke nayê parastin. Dethilatdar maf nadê jinê. Dema ku şaredarî destêser kirin jinan nedikarî li şaredariyan gilî bikin. Ji ber ku qeyûm Kurdî qedexe kiribû. Jinan jî nikaribûn li şaredariyan bi zimanê xwe biaxivin. Cîhan diguherê. Lê mafê jinan hej jî tê binpêkirin. Lê em ê ji bo mafê xwe li her derê bin.”

Li ser Vakfa Mezopotamyayê Cemîl Guneş xwest ku zimanê zikmakî bikin xebata sereke û wiha axivî: “Rizgariya zimanê bi xwendina ziman pêkan e. Li Tirkiyeyê nêzikatiya nû derketiye holê. Êdî ji zimanê Kurdî re dibêjin zimanê mîrasê. Divê em li dijî vê yekê xebatê xwe veguherin zimanê zikmakî û bibêjin em zimanê perwerdê dixwazin. Em bi hevre bibêjin bila Kurdî bibe zimanê perwerdê.”

Li ser Nubiharê Nesîbe Kayag jî diyar kir ku ev komxebat xebatek pîroz e û got: “Astengiya sereke ya li ser ziman ewe ku zimanê me ne xwedî statû ye. Her diçê êdî Kurdî nayê axaftin. Zimanê Kurdi tene li malê tê axaftin. Ev talûke ye. Divê em têkoşînê xurt bikin. Divê em em bibin yek û zimanê xwe li kolanan belav bikin.”

Paşê rêveberê Komeleya Rojanmegeran a Dîcle Firatê (DFG) Fexreddîn Kiliç axivî. Fahrettîn Kiliç qala armanca avakirina Ajansa Welat kir û xwest ji bo pêşî li bişaftin û xwepişaftinê bê girtin xwedî li zimanê Kurdî û saziyên ji bo ziman dixebitin bê derketin û got: “Pirsgirêkên ku çapemeniya Kurd li qadê pê re rû bi rû dimînin zêde ye. Divê sazî, dezgeh û partiyên siyasî û çapemeniya Kurd bi berpirsyartî tev bigerin. Karê me gelek girîng e. Îro bi dehan hevalên me ji bo rastiyê derdixin holê di zindanan de ne. Hevalên me Cîhan Bilgîn û Nazim Daştan bi êrîşeke hewayî hatin kuştin. Lê em ê ti carî nehêlin rastî di tariyê de bimînin û em ê heqîqetê bi zimanê xwe yê dayikê ji raya giştî re ragihînin. Mîr Celadet Elî Bedirxan dibêje ‘Zimanên biyanî cil û kincên me bin, zimanê dayikê çerm û laşê me ye’. Ev nîşan dide ku zimanê dayikê çiqas girîng e.”

Paşe li ser MED-DER’ê Mamoste Musa Şanak axavî. Musa Şanak diyar kir ku bi kedek giran hatinê vê astê û got: “Yên ku me înkar kirine, mafê me binpêkirine li ser zimanê me jî polîtîkayên bişaftinê dimeşînin. MED-DER dixwaze hişmendiya Kurdî ava bike. Li pêş me 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî heye. Lê divê ne tenê rojekê divê her roj em xwedî zimanê xwe derkevin. Divê her pîşe li qada xwe xwedî li Kurdî derkevê û Kurdî biaxive. Hewceye em hemû êşa bîrkirina zimanê Kurdî bihesin. Divê em nexweşiya xwe bizanin û vê nexweşiyê çareserbikin. Desthilatdar dibejê nifşek di jî zimanê xwe neaxivê êdî her zeravayê Kurdî ye werê jibîrkirin. Li dijî wan divê em her kolanan di nav têkoşînê de bin.”

Paşê Hevserokê PEN’a Kurd Omer Fîdan axivî û qala kar û xebatên PEN’a Kurd kir û xwest 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ji aliyê UNESCO’yê ve weke rojeke navnetewî bê qebûlkirin. Omer Fîdan da zanîn ku dê beriya 15’ê Gulanê têkildarî vê mijarê konferansekê li dar bixin.

Endamê Şaxa Mafên Mirovan (ÎHD) Yakûp Guneş ku bi zaravayê Kirmanckî axivî, bal kişand ser pirsgirêkên zaravayê Kirmanckî pê re rûbirû dimîne û got: “Hevalên me dibêjin Kirmanckî bi tinebûnên re rûbirû ye lê li gorî wê tevnagere.”

Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Celal Ekîn jî bal kişand ser bandora çand û hunerê ya li ser ziman û xwest her kes zarokên xwe bişînin saziyên çand û hunerê.

Dûre gelek nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî jî astengî, pirsgirêkên ku zimanê Kurdî pê re rûbirû dimîne vegotin û ji bo ku ev astengî ji holê rabin pêşniyarên xwe pêşkeş kirin. Piştî axaftinan encamnameya komxebatê hate parvekirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rêya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê piştî 4 mehan vir de carek din vebû
Nûçeya Pişt re Li kana madenê hezaz çêbû: Karkerekê jiyana xwe ji dest da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şewba Ebola ya li Kongoyê ji kontrolê derdikeve!

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku şewba Ebola ya li Komara Demokratîk a Kongoyê ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Şengalê: Parêzvanên axa Iraqê îro bûne hedefa dewleta Iraqê

Dexîl Seyîdo û ji TAJÊ Neam Bedel êrişa dijî şervanên YBŞ’ê weke êrişa dijî tevahiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Seroka Rêxistina PASS’ê piştgirî da YPJ’ê

Seroka Rêxistina PASS'ê û aktîvîsta Yemenî Behiya El Seqaf diyar kir ku YPJ çavkaniya lêgerîna…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hacî Gecîken ê ku piştî 8 salan hat berdan, hat binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?