Endama Akademiya Jineolojiyê Ronahî Malatya têkildarî nameya ku Rêber Apo ji jinan re şand ji ANF’ê re axivî.
Ronahî Malatya anî ziman ku Rêber Apo ji bo bike ku jin zincîrên koletiyê bişikînin bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê jiyaneke azad ava kir û got, “Vê yekê bi eşq, bawerî û kedeke mezin dimeşîne. Dema ku bi komployê dîl hate girtin got, projeya min a nîvco maye. Diyar kir ku divê jin di nava her şert û mercî de temam bike. Di nava şert û mercên tecrîdê yên Îmraliyê de jî di notên hevdîtinê de û di parêznameyên xwe yên ji 5 bergan de azadiya jinê di asta pîvanî de nirxand. Ev yek jî nîşan dide bê wateyeke çiqasî mezin dide jinê. Jiyana efsûnî ya bi jinê re, bi nîşandana heqîqeta jinê dibe.
Rêbertî jinê ji aliyê sosyolojîk, dîrokî, felsefî û zanistî ve dinirxîne, analîz dike. Wateyeke cuda dide jinê û jiyanê. Jin jiyan e, jiyan jin e. Ji hev nikarin bêne qutkirin, têkiliyeke hevgirtî û efsûnî di navbera wan de heye. Bêyî azadiyê jî nabe. Gotina ‘Jin, Jiyan, Azadî’ gelekî girîng û felsefîk e. Asta wê ya bandorê ewqasî bilind e ku jinê pêl bi pêl ber bi berxwedanê ve dibe û desthilatdariya mêr dewletê hejand. Hem bi xwe bawer kirin ku jiyaneke azad û alternatîf heye û jin pêşengiya wê dikin, hem jî bi civakê dan bawerkirin.
RÊBERTÎ DI ASTA PÎVANÎ DE DINIRXÎNE
Ji bo nîşandana heqîqeta jinê, Rêbertî azadiya jinê di asta pîvanî de dinirxîne. Xwegihandina li wateya jiyanê û têgihiştina qîmetê wê, efsûnî ye. Rêbertî têgihiştina jiyanê di asta sirê de jî dibîne.
Çawa ku nirxekî efsûnî yê gerdûnê heye, jin jî xwedî heman nirxê efsûnî ye. Hîn gelek aliyên gerdûnî hene ku nehatine keşifkirin. Ev alî jî nirxên bi bandor e. Hemû qonaxên avabûna gerdûnê mirov dikarin di şexsê mirovan de bibîne. Ji bo fêhmkirina gerdûnê divê mirov destpêkê mirov fêhm bike. Divê bi esasî mirov jinê fêhm bike. Hemû nirxên bêhempa yên li ser jiyanê, zindîbûnê û mirovbûnê di kesayetiya jinê de veşartî ne. Ev war warê Mezopotamyayê ye ku rêzeçiyayên Toros-Zagrosê di nava xwe de vedihewîne. Li vî warî pîvan hemû bi jinê destpê kirine. Şoreşa Neolîtîkê li vir pêk hatiye. Şaneya bingehîn a jiyanê jin e. Hêza esasî ya gotina efsûnî ya Jin, Jiyan, Azadî ye. Pîrozmendî û xwedawendî ya jinê ye. Ji bo civakîbûnê pêwîstî bi zanebûnê heye. Di vê serdemê de dema nirxên mirovahiyê têne vegotin, tê dîtin ku pîvanên aştî, demokrasî, xwişk û biratî, wekhevî, azadî, jiyana komunal, jiyaneke bê çîn û bê mêtîngerî, jiyana ekolojîk, rewşa destpêkê ya civaka demokratîk di dema civaka xwezayî de bi pêşengiya jinê pêk hatine.”
Têkildarî rê û rêbazên têkoşîna li dijî çanda destavêtinê jî Ronahî Malatya got, “Têkoşîna li hemberî çanda destavêtinê bi fêhmkirina şêweyê hebûna vê çandê, çavkaniya wê ya hêz û belavbûnê dikare destpê bike. Bersiva ji van pirsan divê bi rengekî rast bê şîrovekirin, fêhmkirin û bicihanîn. Li gel vê yekê rê û rêbazên vê yekê bi têkoşînê dikare bê afirandin. Jin bi xurtkirina xwe ya li qadên hişmendiya zanistî, zanebûn, rêxistinbûn û xweparastinê dikare têkoşîna xwe dewam bike. Ev rêbaza têkoşînê çiqasî daîmî bû, wê civak jî ewqasî biguhere.”
Ronahî Malatya ragihand ku mejiyê baviksalar ê 5 hezar salî ji bo desthilatdarî û hegemonya xwe mayinde û bi sazî bike zanistî, ol, dîrok, sosyolojî û hemû beşên zanistiyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar anî û got, “Hemû rêyên ber bi zanebûnê û wergirtina agahiyê li pêşiya jinê hate girtin, ji ber ku dema jin zane bibe û dest bi têkoşînê bike wê rastiya xwe raxe ber çavan. Lewma li gorî xwe li dijî jinê tedbîr wergirt. Mînak, ji aliyê biyolojîk ve zanistê ispat kir ku mêr ji jinê çêbûye. Kromozoma Y ji kromozoma X’ê afirî ye. Ev agahî girîng e. Mirov dikare bibêje ku karakterê gerdûnê mê ye. Vê yekê karakterê civakîbûnê jî diyar kiriye. Ev karakter ji ber derketina ji rê ya serwer, gelekî xera bûye. Ketiye rewşeke welê ku afirîneriya jinê bi jinê daye jibîrkirin. Jin a ku jiyan afirandiye bi mirinê hatiye bîranîn. Lewma divê jin xwe bigihîne afirîneriya xwe û xwe ji nû ve biafirîne. Ya rast, jin bi têkoşîneke welê re rû bi rû ye ku xwe ji xweliyên xwe ji nû ve biafirîne. Ev yek têkoşîna xwebûnê ye. Jin a ku serî li ber çarenûsê natewîne û pê dihese ku divê azad bibe, bi vî rengî pêvajoyeka jinûve çêbûnê dide destpêkirin.”
Ronahî Malatya diyar kir ku çanda mêr ê serwer bi nixumandina heqîqeta jinê sîstema xwe û nirxên xwe yên jiyanê afirandiye û got, “Jin a ku kiriye kole, ji aliyê fikrî û jiyanî ve rewşa ku lê hatiye ferzkirin qebûl kiriye. Neçar hatiye hiştin ku jiyana bi rengê koletiyê weke çarenûsê qebûl bike û bi xwe jê bawer bike ku alternatîfeke cuda nîne. Bi vî rengî nasnameyeke jinê hatiye afirandin.
Rewşa jinbûyînê tenê bi jidayikbûnê nabe, li gorî karaktera civakê jî dibe. Lewma ji bo pêşketina hebûna jinê ya azad, hebûna civaka azad şert e. Jin a ku bi vê rastiya hesiya her ku xwe bi rêxistin kir û mezin bû, wê bibe pêşeng û hêz a bingehîn a azadkirina civakê. Rêber Apo heman gotinê ji bo mêr jî dibêje. Çawa ku mêr bi rengekî serwer ji dayik nabe, lê piştre serwer dibe, mêr dikare azad jî bibe.”
Ronahî Malatya ragihand ku tevgera jinê ya azad bi têkoşîna xwe destketiyên girîng bi dest xistiye, lê belê hîn sînerjiya xwe ya esasî nekariye derxîne holê û got, “Eger hîn jî çanda destavêtinê dewam dike, li cîhanê û Rojhilata Navîn bi bandor e, ev yek nîşan dide ku destketiyên têkoşîna jinê ya azad têrê nakin, li dijî çanda bi serweriya mêr divê em hîn bêhtir têbikoşin.”
Têkildarî pênaseya Rêber Apo ku digot, ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk ji bo jinan ronesans e’ Ronahî Malatya got, “Ji ber ku çanda şer a mêr e, pêşengê çanda aştiyê ya ku vê rawestîne jî jin e. Yên ku ji şer herî zêde zerarê dibînin û tundî lê tê kirin jin e. Ji ber vê yekê jî ji bo pêşvebirina çanda aştiyê û mayindekirina wê divê jin di rola dînamo de be. Berpirsyarî û wezîfeyên mezin dibin para jinan. Di gelek serdemên dîrokê de li dijî propagandayên şerê olî yan jî neteweperestiyê yên li tevahiya cîhanê, jinên ji netewe û mezhebên cuda li hemberî şer helwesteke hevpar nîşan dan. Kongreyên aştiyê li dijî şer û çalakî lidar xistin. Li hemberî sîstema bi serweriya mêr a li ser zordarî, kuştin û şer hate avakirin, ji pîvana edaletê bawer kirin û parastina jiyanê ji xwe re kirin esas. Cihêrengiya çandî weke dewlemendiyekê nirxandin, ji bo karibin empatiyê bikin û êşa hev fêhm bikin xwe kûr kirin. Ji bo vê jî bersivdayina li pêwîstiyên jiyanî weke berpirsyariya hevpar dîtin. Ev yek çalakiyeke çareseriyê ye.
Ji bo ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo bi cih bê anîn, jin û tevgerên jinan divê civakîbûna vê pêvajoyê ji xwe re bikin esas. Divê hem civakê ronî bike hem jî pêvajoyê bi hevparî ava bike. Zimanê aştiyê zimanê jinê ye.”