Gelê ku ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên 29’ê Mijdarê yên li ser Şehba û Til Rifetê neçar ma 2’ê Kanûnê ji herêma xwe koç bike, li herêmên ewle yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate bicihkirin. Hêvîn Cemîl Dawûd jî yek ji wan kesan e ku neçar ma ji Şehbayê koçî Qamişloyê bike. Hêvîn Cemîl Dawûd ku ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê neçar ma du caran koç bike, destnîşan kir ku berxwedan wê azadiyê bi xwe re bîne.
Hêvîn Cemîl Dawûd ku dayika pênc keç û sê kuran e, neçar ma ji cih û warê xwe ji Efrînê koç bike. Malbat li Şehbayê bi cih bû lê belê ji ber zext û gefa çeteyan careke din neçar ma ku koç bike.
Hêvîn Cemîl Dawûd bi wesayiteke ji extiyar, zarok û nexweşan bi rê ket û li sirgûnê got, “Me bi çi bi wan kir ku em ji xaka xwe qut kirin, çima vê zilmê dikin?” Hêvîn Cemîl Dawûd anî ziman ku di nava rewşeke nediyar de ew bi rê ketin û di rê de winda bûn. Hêvîn Cemîl Dawûd hesreta xwe ya ji bo Efrînê anî ziman û got, “Warê bapîr, dapîrên me ne û em ê li vê xakê bijîn û hebin. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin.”
Di vê demê de ku şer giran e, windahî Hêvîn Cemîl Dawûd jî gelekî diêşîne. Hêvîn Cemîl Dawûd anî ziman ku ji ber nexweşiyê kurê wê yê 19 salî jiyana xwe ji dest da û hevjînê wê jî beriya bîst salan jiyana xwe ji dest da. Ev êşên wê bi zor û zehmetiyên koçberiyê re hîn giran dibin.
Hêvîn Cemîl Dawûd bi gotina, ‘Em dikarin bi ku ve biçin?’ hêrsa xwe anî ziman û qala gef û êrîşên çeteyên dewleta Tirk kir: “Destê xwe dibirin qirkirina xwe û nîşan didan ku ew ê me serjê bikin. Xwestin dest dînin ser alavên me. Alavên hin mirovên me talan kirin.”
Bi gotina, “Me tiştekî şaş nekir, me tenê xwe bi rengekî aram bijîn” hesreta xwe ya ji bo aştiyê anî ziman. Hêvîn Cemîl Dawûd bal kişand ser rewşa trajîk a ji ber şer û got, “Di rê de pitik mirin, mirovên extiyar û nexweş bêçare man.” Hêvîn Cemîl Dawûd destnîşan kir ku ji bo mafên Kurdan ew di lêgerîna edaletê de ne.
Herî dawî jî bi gotina ‘Heta mirinê em ê van daxwazên xwe bînin ziman’ hêviya xwe anî ziman û destnîşan kir ku hêviya edalet û azadiyê bingeha têkoşînê ye.