Pêncşem, 5 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hunermendên ku dê li Newroza Amed, Wan û Stenbolê derkevin ser dikê hatin eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser Silêmanî û Hewlêrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayramoglû: Rêveçûna pêvajoyê bi gavên dewletê ve girêdayî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Scala: Divê mercên wekhev bêne afirandin û zemîna hiqûqî bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 5’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên li Girtîgeha Evîn car din tên veguheztin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi dronan êrîşî Helebce, Soran û Gare hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanaz Îbrahîm: Kurd wê êdî nebin amûrê kesî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîşî du cihên Hewlêrê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê: Êrîş wê têkoşîna me qels nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Îdîa bi temamî bêbingeh in

    Ji aliyê Stêrk TV

    6 partiyên ku li Rojhilatê Kurdistanê di bin banekê de hatine cem hev û armancên wan?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR: Pêla duyemîn a şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Rojhilat dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên Rojava çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    NY’î bang li Iraqê kir: Divê kujerên Yenar Mihemed bên darizandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê: Mafê jiyanê yê jinan gerdûnî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora binpêkirinên mafên jinan ên li Rihayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di avakirina civaka demokratîk de divê jin bi rola pêşengiyê rabin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd di roja 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Encamnameya 4’emîn Kongreya KJAR’ê hate eşkerekirin
Jin

Encamnameya 4’emîn Kongreya KJAR’ê hate eşkerekirin

KJAR’ê encamnameya 4’emîn kongreya xwe eşkere kir û got: “Bi hêvî, îdîa û heyecana ku di kongreya me ya çaremîn de derket holê, KJAR weke rêxistineke pêşeng wê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji hemû hêvî û daxwazên jinan re, bibe bersiv.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 14 dq.
Parvekirin

4’emîn Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), bi ruhê berxwedaniya 9’ê Gulanê li ser bîranîna şehîdên pêşeng, Şirîn Elemholî û tevahiya şehîdan, di roja 7’ê Gulanê de destpê kir. KJAR’ê bi dirûşma ‘Serxistina şoreşa jin jiyan azadî, misoger kirina azadiya jin û civaka demokratîk e’ û bi beşdariya delegeyên ku ji hemû qadên xebatê hatine, çaremîn kongreya xwe li çiyayên azad ên Rojhilatê kurdistanê lidar xist.

KJAR’ê encamnameya kongreya ku 3 rojan berdewam kir, weşand. Encanmeya kongreyê wiha ye:

“Ev Kongreya me, di şexsê Ş. Aryen Arê, Şîlan Banê û şehîd Rûken de, ji bo hemû şehîdên rêya azadî û demokrasiye, her wiha şehîdên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re hatiye diyarîkirin. Kongreya me di vê pêvajoya watedar, tije têkoşîn û sotîner a jiyankirina pêşketinên şoreşgerî de, pêk hat. Kongreya me bi ruhê şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û di pêvajoyeke ku em encama têkoşîna berxwedêran digirin de, pêk hat. Di heman demê de, em di pêvajoyek ku êrîşên pir dijwar li ser hebûna jin û gelên azadîxwaz pêş dikeve re, derbas dibin û asta têkoşîn û berxwedana me wê him destkeftiyên heyî mayînde bike, him jî wê statû û azadiya jin û gelê me misoger bike. Di pêvajoyeke ewqas dîrokî de, li darxistina Kongreya KJAR, di hestên tevahî endam û pêkhateya heyî de bi giranî derket pêş. Her wiha ev kongre di me tevan de, bi ruhê berpirsyarî tevgerandin û ketina rihê pêvajoyê de, da avakirin. 

Şoreşa Jin, bi hemû heybeta xwe ve pêş dikeve. Bi hêvî, biryar û îdîaya pêkanîna serxistina şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, me kongreya xwe lidar xist. Di kongreya me de, kar û xebatên 4 salên derbasbûyî bi berfirehî hatin nirxandin. Me xebatên avakirinê yên li ser bingeha jiyana azad û civaka demokratik, girt rojeva xwe û li ser vê bingehê kêmasî û nîvço mayînên ku hatine jiyankirin, bi xurtî hatin destnîşankirin her wiha rexne û rexnedayînên di van derbaran de hatin pêşxistin. Her wiha di îdîa û biryardariya ji wan bihurînan re, bi awayekî xurt bûyîna bersiv, derket pêş. Bi şêwazekî demokratîk, di kongreyê de Desteya Rêveber a KJAR’ê ya ku ji 15 kesane, hate hilbijartin.

Di demeke ku êrîşên pir dijwar ên dagirkeriyê li ser Kurdistan, gelê me û tevahiya jinan tê meşandin, lidar xistina çaremîn kongreya KJAR’ê, ji bo Rojhilatê Kurdistan û Îranê pêngava têkoşîneke dîrokî û nû ye. Di kongreya me de, êrîşên mêrsalariyê di asta herêmî û cîhanî de, bi taybet êrîşên rejîma Îranê yên ku li ser hebûna jinan pêş dikevin, bi berfirehî hatin nirxandin û hate diyar kirin ku, teqez wê jin li hemberî pergala qirker, têkoşîna herî radîkal didin meşandin. Di kongreya me de hate diyar kir ku, jin bi têkoşîna xwe ve, di sedsala 21’an de pêşeng û rêberên rasteqîn ên şoreşa civakî ne. Çiqas têkoşîna jinan bi hêz dibe, berxwedaniya jinan li hember pergala mêr–dewlet hê zêdetir cîhanî dibe. Li himberî vê yekê jî êrîşên mêr jî, ewqas li ser destkeftiyên jinan zêde dibe. Şerên ku rû didin, qirkirina jin û qirîzên civakî kûrtir dike. Di asta cîhanî de Jinên ku di salên dawiyê de bi awayekî herî giran, berdêlên van qirîzên sîstematîk ên mêrê serdest didin, êdî li tevahiya dinyayê pêşengtiya civakê dikin. Jin li her deverekê, li hemberî serdestan, çeteyên paramilîter, tecawizkar, dewlet, mêtingeriya kapîtalîst û karesata ekolojîk, derbasî çalakiyê bûne û pêla berxwedanê bilind dikin.

Di kongreyê de hat nirxandin ku, Jin li her devereke cîhanê, îlham ji têkoşîna hev digrin. Tekoşîna jinên Kurd di sedsala 21’an de, bûye çavkaniya îlhama têkoşîna azadiyê. Li Kurdistanê têkoşîna jinan, ji her demê zêdetir hevpar bûye. Bi şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re cîhanî bûye. Sînorên netewperestî, olperestî, zayendperestî yên li ber têkoşîna jinan, bi berxwedana jinan ve bê wate dibin. Bi manîfestoya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re êdî şoreşa jinan, di asta cîhanî de derbasî pêvajoyeke têkoşîna radîkal a li himberî pergala kapîtalîst a global dibe. Di kongreya me de hate diyarkirin ku, teqîna şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di sala 2022’yan de ku, bi qetilkirina keça Kurd Jîna Emînî ve pêvajoyeke nû ya têkoşînê ji bo jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê da despêkirin. Şoreşa jin, veghurî şoreşa hişmendî, siyasî, civakî, çandî. Ev yek têkoşîn û berxwedaniya jinan anî rewşeke çandî ya mayînde. Kongreya me diyar kir ku ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di sedsala 21’an de, dikare bibe manîfestoya hemû şoreşên civakî yên Rojhilata Navîn. Jinên Kurd li çiya, zindan û kolanan têkoşîneke pir dijwar li hemberî faşîzma mêr-dewlet dan meşandin û berdêlên pir giranbuha dan. 

Hate nirxandin ku, KJAR berpirsyare ku bi hemû hêza xwe ya siyasî, civakî û parastinî, pêşengtiyeke hê xurtir ji şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re bike. Êrîşên Rejîma destpot, nikare îrade û baweriya jinan a bi şoreşê bişkîne. Jin tu carî serî ji pergala mêrsalar re netewandine û natewîne. Wê berxwedan û tekoşîna jinan a ji bo jiyanek azad, di asta herî jor de berdewam bike. şoreşa ku pêşengên wê jin û ciwan bin, wê tu carî gav paş de neavêje. Weke KJAR, em ê di pêvajoya nû de, perwerde kirin û rêxistin kirina pergala parastina jinan, ji bo xwe bikin armanca sereke. Me di kongreye de tesbît kir ku, rêxistin kirin û serxistina şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ mîsogerkirina azadiya jin û Îraneke demokratik e. Hate nirxandin ku, KJAR xwedî mîraseke pir mezin e. Xwedî şehîdên pêşeng ên weke Şirîn Elemholî, Zîlan Pepûle, Aryen Arê, Zîlan Serdeşt û bi sedan şehîdên qehreman e. Li ser vê bingehê di Kongreyê de bi biryardariyekî xurt hate diyarkirin ku, wê KJAR li ser bingehê hevgirtineke bi hêz, bi tevahiya jinên azadîxwaz re, têkoşîna azadiyê di asta herî jor de, bide meşandin. KJAR xwe li beramber rêxistin kirin û parastina hemû jinan, li Îranê berpirsyar dibîne.    

-Yek ji mijarên sereke ên kongreya me, têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû. Hate diyarkirin ku, eger niha pêxirtengiyên cîhanê û heremê bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tên mehkûmkirin, çavkaniya xwe ji têkoşîna mezin a Rêber Apo digire. Yê ku tespîta dîrokî daniye holê û gotiye: “Şoreşên vê sedsalê, wê bibin şoreşên jinan. Bîrdoziya vê sedsalê, wê bibe azadiya jinê.” Rêber Apo ye. Xwedî derketina li “Pêngava ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” da diyar kirin ku fikrên Rêbertî çiqas cîhanî bûne. Tirsa mezin a hêzên hegemon, ji fikir û ramanên Rêbertî ye. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, tê wateya vekirina deriyên çareseriya pirsgirêkên gelê Rojhilata Navîn. Em weke jin di ber azadiya fîzîkî a Rêber Apo de berpirsyar in. Kongra me bi îdayên xwe ve da nîşandan ku, têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê çavkaniya hemû xebatê me be. Weke tevgera azadiya jin (KJAR) di asta Rojhilatê Kurdistan û Îranê de wê têkoşîna me bi şêwazekî herî radîkal ji bo pêngava azadiya Rêber Apo were meşandin.

-Di kongreya me de hate destnîşankirin ku, şoreş bi yekîtî û têkoşîneke hevpar a jin û gelan ve dikare serkeftinê misoger bike. Yekîtîya jinên Kurd li Rojhilatê Kurdistan dikare pêşengtiyeke hê bi hêz ji bo hevgirtina jinan a di asta Îranê de pêş bixe. KJAR weke rêxistineke sîwan di Rojhilat û Îranê de, bi tökoşîn û xebata xwe ve di asta herî jor de wê pêşengtiyê ji bo hevgirtina jinên Belûc, Ereb, Gîlek, Azer, Fars û hwd re bike. Têkoşîneke hevbeş di çarçoveya pergaleke hevbeş a jinan, wek KJAR’ê wê armanca me ya sereke be.  

-Zindan ji bo rejîmên totalîter qada ji navbirinê ye. Her wiha ji bo têkoşeran jî qada berxwedan û têkoşînê ye. Ev yek du eniyên ku di zikê hev de li hemberî hev şerê herî dijwar didin meşandin. Şerê taybet ê rejîmê, wê nikaribe vîna azadîxwaziya jinan bişkîne. Di şexsê Zeyneb Celaliyan, Ciwana Sine, Gulrux Îrayî, Spîde Qulyan û hwd jinên berxwedêr de, li girtîgehan bûne pêşengên rasteqîn ên tekoşîna azadî û demokrasiyê. Di vê çarçoveyê de, wê têkoşîna me di asta heremî û cîhanî de bê navber berdewam be.

-Kongreya me destnîşan kir ku, nirxên herî giranbuha şehîdên şoreşa azadiyê ne. Xwedî derketina li armancên şehîdan, erka me ya şoreşgerî ye. Giringiya hevgirtina malbatên şehîdan di kongreye de bi berfirehî hate nirxandin. Bi pêşengtiya malbatên şehîdan û li ser bingehê nirxên şoreşê xwe birêxistin kirin, dikare şoreşê mayînde bike. Li ser vê bingehê destkeftiyên ku şehîdên şoreşê ji bo civaka me ava kirine, em ê bi têkoşîneke xurt armancên wan pêk bînin. 

– Zanista jin Jineolojî di vê kongreyê de bi berfirehî hate nirxandin. Şoreşa ‘Jin, jiyan, Azadî’ li ser hîma zanista jin pêş ket û rêya çareseriya hemû pirsgirêkên jin û civakê, di zanista azadiya jin, jineolojî de derbas dibe. Li ser vê bingehê komîteya Jineolojî, di serdema nû ya têkoşînê de rol digre ser şanê xwe ku, hemû jinan di akedemiya jin de li ser zanista jin perwerde bike.  

-Di kongrê de hate nirxandin ku, xwe rêxistinkirin û xwe parastin têkoşîna herî mezin e. Li hemberî her cûre êrîşên çandî, derûnî û fîzîkî xwe parastin, şertê sereke yê têkoşînê ye. Di şexsê jinan de, pergala mêrsalar êrîşî nirx û destkeftiyên civaka dike. Li ser vê bingehê, weke hêzeke parastina jin, HPJ’ê li Rojhilat û Îranê zanista parastinê ava kir û pergala xwe parastinê bi rêxistin kirin, dike erka xwe ya sereka. Di cihên pêwîst de, wê helwesta xwe ya li hemberî destdirêjî û êrîşên li ser jinan di asteke hê bilindtir de, raber bike. 

-Di çaremîn kongreya ma ya KJAR’ê de, ji bo me yek ji xalên herî sereke parastina xwezayê ye. Dagirkerî û talana li ser xwezaya Rojhilatê Kurdistan û Îranê, êrîşa li ser hebûna jin û civakê ye. Bi têkbirina xwezayê, mirovahî nirxên xwe yên dîrokî û jiyanî ya civakan tune dike. Li ser vî bingehî, bi feraseta xwedî derketin û parastina xwezayê, parastina civakê ye. Wê tekoşîna me li hemberî dagirkeran bi xurtî were meşandin.

-Kongreya me bi berfirehî rolê jinên ciwan nirxand û da diyarkirin ku, jinên ciwan hêza herî radîkal a li dijî pergala mêr dewlete. Rejîma Îranê bi êrîşên xwe yên li ser jinên ciwan, tola xwe ji şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ digire. Jinên ciwan bi çalakî û têkoşîna xwe ya radîkal, tevahiya beşên civakê beşdarî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ kirin. Kongreya çaremîn da diyarkirin ku tu hêzeke serkutger nikare pêşî li hêza ciwanan bigre. Yekîneya Jinên Ciwan a Rojhilatê Kurdistanê (YJCR) armanc kir ku li ser esasa xwe rêxistin kirin û parastinê, xwe bigihîne tevahiya jinên ciwan ên Rojhilat û Îranê. 

-Di vê çarçoveyê de çaremîn kongreya me ya KJAR, bi xwe rêxistin kirineke berfireh, bi têkoşîneke ji her demê radîkaltir, di serdema pêş me de biryarên ku hatin girtin, wê bi pratîk bike. Bi hêvî, îdîa û heyecana ku di kongreya me ya çaremîn de derket holê, KJAR weke rêxistineke pêşeng wê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji hemû hêvî û daxwazên jinan re, bibe bersiv.

‘Bijî Rêber Apo’, ‘Bijî yekitiya jinan’ û ‘Jin, jiyan, azadî’.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Hindîstanê germahiyên zêde bandor li ser tenduristiya mirov dike
Nûçeya Pişt re Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Xelata Wêjeyê ya Nobelê nivîskarê Macar László Krasznahorkai wergirt

Nivîskarê Macar László Krasznahorkai Xelata Wêjeyê ya Nobelê ya sala 2025’an wergirt.

Ji aliyê Stêrk TV

Serokê DYE’yê Trump: Me operasyonek mezin da destpêkirin

Serokê DYE’yê Donald Trump ragihand ku li dijî Îranê operasyonek mezin dane destpêkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kanadayê êrişên li ser Helebê hatin şermezarkirin

Êrişên komên ser bi hikumeta Tirk û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên li dijî taxên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bi dronan êrîşî Helebce, Soran û Gare hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinên Qamişloyê bi meşaleyan meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Bi dronê êrîşî Siwêdayê hat kirin: Sivîl birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şanaz Îbrahîm: Kurd wê êdî nebin amûrê kesî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?