Encama hilbijartinên parlamentoyê yên ku di 13’yê Îlonê de li Swêdê hatin kirin, aşkera bûn. Bloka muxalefeta çepgir a navendî 176 kursî bi dest xistin. Bloka rastgir a di bin seroktiya Serokwezîr Ulf Kristersson de jî 173 kursî bi dest xist.
Piştî serketina bloka muxalefetê, Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson îstîfaya xwe pêşkêş kir.
Kristersson peyamek bi rêya X‘ê pêşkêşî Serokê Parlamentoyê û got ew daxwaz dike ku ji erkên xwe yên serokwezîrtiyê were dûrxistin. Her wiha daxwaza destpêkirina prosedurên avakirina hikûmeteke nû kir.
Seroka Partiya Sosyalîst a Demokrat Magdalena Andersson dê ji bo avakirina hikûmetê dest bi hevdîtinan bike. Magdalena Andersson serokên Keskan, Partiya Çep û Partiya Navendî vexwend hevdîtinê.

